rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Kela evînê û jiyana piştxwar
Husên M. Hebeş


Kêra xwe di dilê min de biçîne,
Siya min binav bike,
Wêneyên min biçirîne,
Û roniya rodanka min vemirîne.

Destên xemgîn,
Neynûkên dirêj
Kûr, kûr dikarin birînan vekin û birîn bikin.
Zikê xewnekirî,
Birçî,
Diranên tûj peyda dikin!

Were,
Hejmara min hindik bike,
Pir dibim.
Gora min teng bike,
Şaxdidim.
Zimanê min ji kokê de hilke,
Tev dibim ziman.

Xewnên min biherifîne,
Xweziyên min sirgûn bike,
Hêvîyên min bi ser daraxacê xîne.
Roj kal dibin,
Şev keseran dikşînin,
Jiyan piştxwar dibe
Lê kela evînê di dilê min de
Ti carî namire û naweste.

Bêhna kuştinê ji te tê
Were,
Mofirkên min bişkîne
Lê bila tu zanibî
Mofirkên maran di pişta min de ne
Dasa xwe vemale
Damarên min zêrzemîne.

Ev heft roj in
Heyşt şev in
Bê ling im
Difirim,
difirim
Ne asîman bi dawî tê
Û ne jî firandina min dikeve.

Were,
Ez taziya Xweda me li ser rûyê jiyanê
ez natirsim,
naşikim,
lal nabim,
û
zû, zû xasê spî bilind nakim
û li laşê xwe jî nagerînim.









 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE