rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

3
12Ê GULANÊ

Min defên berbeyaniyê bi tîna stêrkên te zîz dikirin,
Min heyhey û sermestiya mirîdên gizingê di zikra xewnên te diçandin,
Min ayetên te bi keskê şîn ji zarokên Qamişlokê re digotin,
Û bi ser çîroka te ya ji zersosinan û tavesorkan de dilop bi dilop, kêlîk bi kêlîk, kulîlk bi kulîlk û nav bi nav diherikîm!
Bi ser bazinên kenê te de,
Bi ser gazinên kemendên te de,
Bi ser cejn û sema û derbendên te de mîna reşebayekî westiyayî, di naveroka baskên te de dihêwirîm,
tu reşebayên temenê min li pey xwe,
li pey sirûda zingîna xwe
di kîl û qûmistanên bîranînan de dihêlî,
tu şaneşînên gotinan vedimalî
û tu ey daristana rojavayê derengmayî,
min bi tîrên lêvên gulana xwe ya sêwîmayî dikujî!!
Û tu,
Ey qublenameya ji genimê kînê,
Min di navan de daçikînî,
di xwînê de raxînî,
min û xwe û van bajarên reşgirêdayî ji kelehên kuştinê daxînî!

Şêx Seîdê Pîranê:
Di hîzarê Pîranê de, mîna spiyê pêxemberan, bi çavekî xwe li te, bi çavekî din li berbiskên Hekariyan û bi çavekî li Amedê, Licê, li bîhokên pêldayî yên sînga Wanê dinêrî û ji xwedawendên rizyayî yên hişê xwe re digot:
”QEDERA ME YE!!”
Di qederê de, bişirînên te di esmanê stiranê de pêdiketin !
Di qederê de, tiliyên te li ser balgeha heyva wendayî ya sînoran radiketin!
Di qederê de, rûbarên laşê te ji çavkaniyên xwînê berbi darêjgehên axînkêşana me ve dadiketin!!
Di qederê de, destên me yên ji oxiran, darbestên me yên ji nifiran û helwestên me yên ji mijê, bi taya mirinê diketin!

Qedera me ye!
Şêx Seîdê Pîranê ji şêxê şehîdan re digot û mûma dilê xwe radestî nehwirîna dayika min dikir:
- li gulan binêre ku çawan di pişkojn de dişewitin û li wan pencereyên kesk ku çawan ronahiyê ji bîr dikin, binêre!
Dilê xwe wek şevçiraxekê li ser mista destê min bihêle û şaşika min di bêbextiya bagerê de ji bîr neke, xwe nêzî bend û ayetên vê beyhûdeyiyê bike û di himbêza xewna min bi payebilindî bimire.
De were da em bi hev re bimirin!
De were da em bi hev re li ser çequlên dîrokê bijîn û nema ji hev bitirsin!
Tê bîra te?
Nayê bîra te?
Bîra min ji eşqa bîra te ye, bîra te jî ji eşqa jînê ye,
Bîra min û te bîra tenhatiyê û bîra nisrînê ye, nisrîna ku daristana girî berz dike!
Giriyê xwe rawestîne!
Mirina xwe rawestîne!
Mirina min rawestîne!
Tu Şêxê min î...
Tu mededa çiyê û maşûqekî din î!






Berdewam dike ....


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE