rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

El-hesekê, girê Mozan
Xelîl Yeqtînî
Wergêr: Mihemedê Seyid Husên



Di encama venerînan de, dîmenên nû li bajarê Orkêş, paytexta Huriyan, di girê Mozan de hatine dîtin.
Şanda emerîkî ya kevneşopê bi serokatiya pirofîsor "Corciyo Botişlatî" û pirofîsor "Marlîn Kîlî Botişlatî" ji zanîngeha Los Encilosê dîmenên nûdemî, ji girê Mozan paytexta Huriyan ber bi çav kirine, dûrî Amûde badê û rojhilatî wê bi-7.km- başûrî rêya Qamişlo dikeve.
Ji berztirînên wan pêmayên nûjen, yên ku di wî cîgehî de hatine bidestxistin, perestgeheke, di banê gir de hatibû avakirin, li ser tehteke kevirî rûniştîbû, mîna avaniyeke çarmilî dirêj her milekî -9×5-R-16m û xanedanên din jî derxistine, vedigeriyan dema Ekadiyan û ya nêzîk, di yekê ji wan de ferşekî jimarmîxî hate dîtin, vedigeriya qûnaxên dûr û dereng, di hemdema "Sergon" de û nivişteke ji kesanetiya xelkên Huriyan tê de hebû, bê gûman di hîletê wan tertepêlkên jimarmîxîn debûn, yên ku di salên çûyîn de derxistibûn û di naveroka xwe de radhijtin, çendekan ji mirovên giranbuha û giring û navgiran, ewên ku roleke bi tîn û pêwîst di nûnerî û stûbariya kar û barê dewletê de dileyiztin, ew jî vedigeriyan dîroka, desthilatdariya 'Sergonê' pêşeng, lê ji sêpla Huriyan jî, nedihate şûştin.
Heman şandê komeke, ji muhrên kujikî, stûnî "istiwanî" dîtin di cihekî de "mala nemrokirî" dihate binavkirin, û jimara wan 20 muhir bûn, terz, nimûş û nivîsandinên mixî li ser wan hebûn û hindek ferşikên nemrokirî û muhrên stûnî din jî, di diwarê rojava de, ji avaniya Ekadiyan ya kevnar derketin û giringtirîn tişt yên ku bi ser vebûne, 2 ferşikên şikestî, heyberekî nivîsandî ji 6 ristan, wa navristekê pêşkêş dike ji navên karane û pêwîstiya vî berhemî bi hêztir dibe, nemaze dema ku hevbeşî 2 heyberên dîtirdibin, ewên ku berya van ji girê "Ebû Siblax" û "Ibla" hatibûn derxistin. Bi rastî tiştekî balkêş e, herwekî dihêle ku mirov çaktir baweriyê bîne ku pêwendariya çand û kulturî, ekonomî, di navbera Orkêş û herdû navendên şaristanî yên payeberz de hebûn.
Bajarê Orkêş tête jimartin, ji pêwîstirîn navendên şaristanî, yên siyasî , oldarî, di orta hezarê 3yan de ji 2200 – 2300 salî berya zayînê, herwekî dima ew nişteciyê evsane ji bo Huriyên evran e.
Dîtina vî bajarî ji bo gelek, şandeyên arkolocî xewneke xawer bû, ji her çar semtên cîhanê da qene razên gelên Hurî ji nêzîk ve nasbikin û ji layê dîtir ve da qene bi ser berjengên ku wan bigihîne şaristaniya vî gelê gewre vebin.
Dema ku şandeyên kevneşopê hewldidin û bê hedan û tebat bizavê dikin, bedbextiyê sûde neda wan ku bi ser paytexta Huriyan vebin, li radeyekê hinga pelendar bê hêvî bûne, ew hingavtin û gihane baweriyekê ku ev gelê jorgotî , vebir tu sêpla wî nexuyaye û mane berguman ku çîroka wî , ne bêtirî ku evsaneyek be, xelkên çûnî di wî heymî de pê mijûl bûne û herwiha tanî îroj Gelekî guhêztiye yê dîtir û tiştekî pûç û bêhode ye.
Tanî ku pirofîsor "corciyo Botişlatî" di serdanekê de, di sala 1983yan de hatiye girê mozan, lê di sala dîtir de-1984an dest bi vekolînê kiriye û maye berdewam, ta ku bi ser dimenekî afrendiyar vebûye, wajî cîhan bi gişt li ber vî salixê pîroz mat bû , di sala1995an de ew bi xwe maye bajarê Orkêş paytexta Huriyan, lewra mêjevanan bi saya pelik û dokomentan xwendina mîxî ya kevnar, ji xwe rastiya pêbawer hişt ku vî bajarê stratîjî buhagiran derxin.
Rûberê pîvana bajarê Orkêş40 hîktarî dijimêre, dikeve jora gir, bilindaya wî 25 mitroyî, ji axa mûş (beyar) heye û pîvana gêra wî ya navendî, ji hundurû ve, li dora 18 hiktarî heye, di qûnaxekê de ku çendera wê "sûra wê" girê bendeke ji hawîrdor pê pêçayî bû, ji derve de dîroka hezarê 3yan berya zayînê dixwîne.

Emadekar: bavê xalid....*Qamişlo* 23 – 7 - 2003



 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE