rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Sînorên erkê helbestê!
Bêwar Dêrşewî


pirs bi xwe kevin e, lê li gor demê nujen dibe û tê pirskirin !
Helbest bi çi erkê dikare bilîze, asta akam û bandora wê li civakê dê çi be?
Gelo mebest ji helbestê bi xwe çi ye? Civak û wêje çi jê dixwazin?
Helwesteke danînkî û rastiyeke yan pesin û rengxemilandina wêneyan e?
Pêwendî û ragihandina dijwarî û nermatî a xwirstê ye yan xwedî bandor e?
Diyarkirina şoreşa hest û nest e yan derbirîna rastiya rûdan û bûyerên ber çavan in? Di gumana min de, ev regez û babet pêk ve pir giring in û balkêş in ku mirov pêkol û lêvekirnê li ser bike, lê ez ê hewil bidim di vê kurtepêkolê de pêdiviya wê di rewşa çivakê de, hindekî şîrove bikim. Qûnax û mêjûya helbestê dirêj û kûr e, li vir bersiv ne wek hev tê dîtin û dabeş dibe.
1- nivîs û avakirina helbestê
2- nirixandin û rexne
Ji bona xala yekm, hinek dibêjin: Sînorên helbestê, xemrevandin û vejînkê jê pê ve tiştek dîtir tune ye, bi kurtahî, ( çend wêne ne, di sîbera helbestvan de hest û pesn e )
Xala duyem, hinek din li gor nêrîn û bîrûboçûnên xwe dibêjin:
Prensipek ji peropagenda di nav de heye, musîka deng û wêneyên ku helbestvan bi dilçûn xemilandiye.
Hinek din ji wan di bêjin: Sûdwergirtin û nirxekî wêjeyî pir di helbestê de heye û di erkê xwe de wek derbirîn û bizav di gelek delîvan de bi serkeftiye.
Eger ku em erkan bihijmêrin, diyar e pir in ji ber ku mirov nikare ji nêrîna Horas û Ersttalîs derbas bibe weka gotîn, helbest ji pest û guvaştina dilnermî û dijwariyê mirov vediçirîne, her wiha yên ku xwendewar û guhdarvanên helbestê jî di wê ezmûn û serpêhatyê re derbas dike, çi bi pêşkêşkirina rastiyê be û çi bi bandor û hunerê be.
Di nerîna min de xwediviyabona helbestê, wek xwestekeke rêvebir û berpirseke bêsînor e, ji ber ku di hemî qunaxên dîrokê de, di kêleka zanistê de maye xwedî helwest û kariye rolek giring pêk bîne.
Beşek giring e ji wêjeyê, lê bi coreyekî cuda, wek pirensîp, rastiyê dide xwiyakirin, bi rêbazek taybet navê huner lê tê kirin, lê carek din li vir li gor nêrîn û kêşeyên rexnevanan cuda dibe, ji ber ku beşek dibêje: Ragihandin û kifşkirina rastiyê ye. Beşek jî dibêje: Çêkirina rastiyek bêrêvebirî û berpirsyarî ye. Lê pirsa herî giring dimîne: Ka berê helbesta kudî li ku ye?







 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE