rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Hikûmeta Kurdistanê, helwest û meşa ji bo meşê!
TARIQ HEMO



Hikûmeta Yekgirtî ya Başûr roja şemiyê, piştî 4 salan ji yekirina parlamena Kurdistanê hate ilankirin. Vê gavê kurd hemû kêfxweş kirin. Her çiqas ku hikûmet li ser bingeha terazûya siyasî ya di navbera herdu partiyên sereke yên başûr PDK û YNK’ê de hatibe danîn jî, lê ev gav di dema niha de pêwîstiyek stratejîk bû. Di hikûmetê de 42 kesan mîna “wezîr” cihê xwe girtin. Bê guman hijmar mezin e, dibe ku li tu welatên dinyayê hijmarek weha mezin ji wezîran di kabîneyekê de nebe. Lê ji ber “razîkirina hemû aliyan” hijmar weha pir hat. Ji bo hêz û partiyên Kurdistanê, kêmneteweyên Kurdistanê( kildan, asûrî, tirkmen) û kêmol û kêmmezheb (êzîdî, feylî, şebek) cihê xwe di hikûmetê de bigrin û gazinan nekin, gelek posterên “ wezîrê heremê” hatin afirandin. Demokratiya kurdan e. lê wek destpêk baş e

x

PENa kurd, ya ku berî 2 heftiyan kongreya xwe ya 6 emîn li bajarê Leibziga Elmaniyayê bi dawî kiribû, piştî çend salên “xweragirtin” û “xwedûrxistina ji dayina helwestên siyasî”, yekser “stratejiya” xwe guhert û dest bi diyarkirina çend helwestên siyasî kir, hemû helwest jî ber bi aliyekî destnîşankirî ve dibeziyan: başûrê Kurdistanê!. Kongreya 6 emîn, li gorî pankarta ku çend endamên PENê ji başûrê Kurdistanê xistibûn bin çengê/piyê xwe û anîbûn salona kongreyê li Leipizgê vekirin “Di bin çavdêriya rêzdar Nêçîrvan Berzanî de li dar ket”.

Dema vekirina pankartê jî van birêzan, mîna her şandeyek fermî ji welatên Rojhilata Navîn, çend wêneyên xwe di bin de girtin û hinartin Hewlerê…

Vêca ez nizanim, çawa PEN dikare serbixwe bimîne û xwe dûrî siyasetê bike, heger roja yekem ji “prosesa alîkariya diravî”, li gel nerazîbûna gelek endaman, bi vekirina pankarta şîn dest pê bike? Ji xwe em li vir behsa xala destûra bingehîn ya PEN a navnetewî ya ku dibêje” Saziya PENê pêwist e serbixwe û negirêdayî hemû aliyên siyasî bimîne” nakin…

xx

Helwesta hin siyasetmedarên bakurê Kurdistanê ecêb e. Li himberî bûyerên hundurê Bakur û siyaseta dewleta tirk ya dijminane, bê deng in û hema ber bi…Başûr ve direvin!.

Berî çend rojan siyasetmedarekî kurd bi navê Ibrahîm Gûçlû û çend hevalên wî, ji bo “hemleya artêşa Tirk li dijî başûrê Kurdistanê” şermezar bikin biryar dan ku “Ji Diyarbekirê heta deriyê Xabûrê bimeşin”, loma rastî destwerdana polîsên tirk hatin, ku destûr neda wan û ew yekser girtin û avêtin zindanê.

Tiştê ecêb, ku dema cenazeyên ciwanên kurdan yên ku bi çekên kîmyawî hatibûn kuştin, dihatin Amedê û dema ku polîsan bi dehan zarok û sivîl dikuştin û xwîna wan li kolanên Amedê dirijandin, tu deng ji van birêzan dernediçû. Dema Erdogan biryara kuştina zarokên kurdan dida me tu meş û xwepêşandanên wan nedîtin. Ev qehreman bê deng bûn û qet dengê xwe jî nedikirin. Tenê lehengiya wan vejiya, dema bihîstin ku artêşa tirk ya dagirker ji bo têkbirina şervanên HPG’ê ber bi Başûr ve diçe. Ji xwe re derfet dîtin, ku “girêdana” xwe ya bi Başûr ve bînin ziman û vê “girêdanê” di asta wê ya herî bilind de, wek nameyekê derxin pêşberî raya giştî û balê bikşînin ser xwe, ez bawerim nameya wan jî gihîşt cihê ku wan dixwest!.



Ev nivîs di rojnameya Yenî Ozgurpolitika ye de hatiye belav kirin.




 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE