rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Kurdistanî me û bes
Sedîq Sindavî


Kurdistaniyet ne bi gotina peyvekê ye yan di bersiva pisyarekê de ye, lê belê hest e û di deronê her kesatiyekê kurd da dijît û ruh e di termê her mirovekî ku xwe kurd dibîne û bi zimanê xwe yê şirîn diaxive û dilovanî û wijdana xwe aram dike ku dizane neteweyek cuda ye ji neteweyên dewr û berên xwe, ku sedê salan e gel û welatê wî, ji layê wan ve hatiye dagîrkirin û parçekirin û tepeserkirin.

Naskirina netewê girêdaye bi ziman û kultûr û xwezaya mirovî ve, ne bi xwandina pirtûkan yan jî bi guhdarkirina çîrok û çîvanokan.

Di destpêka zarokatiyê de, mirov hest bi netewa xwe dike, gava bi zimanê xwe yê şirîn li gel dayik û babên xwe diaxive, di wê demî de mirov çi alfabêyê nasnake û nizane ka her xwendin heye yan ne û nizane ka ew çi ole yan çi regeze (cinse) û xwe û ajelan jêk cuda nake, bi bûrîna demê ve înca mirov tiştên nepenî kifiş dike û fêr dibe, ola xwe nas dike û hest bi gohnhêlê û regezê û hebûna xwe dike û fêrî xwendin, nivîsandin, hişyarbûn, qenciyê û xirabîyê dibe.

Dema mirov xwendin û nivîsînê fêr dibe yan jî wateya gotinan fam dike, înca bi duristî mirov ola xwe nas dike û dizane ka ew çi ol e û malbata wî çi ol in, çunke mirov dikare di temenê heft saliyê de dest bi nivêja bike wekî tête diyarkirin di ola pîroz a misolmanetiyê de eve jî vedigere ku heta temenê heft saliyê mirov ji ayîna xwe fam nake yan mejiyê mirovî pêzanînan bi duristî wernagire.

Dema mirovek biyanî pirsyara nasnma mirovî dike, dibêje tu çi netew î û tu ji kuderê yî, nabêje ka çi ayîna te ye. İnca tê dîyarkirin ez ji filan netewê me û ji filan welatî me ,eger bixwaze ku pirtir mirovî nas bike, pirsyara ayina mirovî jî dikare bike wekî pirensîbên nasbûnê.

Kurd û welatê kurdan bi êk ve girêdayî ne. Dema mirovê kurd dibêje ez ji Kurdistanê me tê wê wateyê ku bi duristî diyar dike ew kurd e, eger bêje ez ji Iraqê me yan jî her welatekê dî, ku Kurdistan dagîr kiriye yan kurd tê de dijîn, têt diyarkirin ku ew netwek cuda ye, çunke navên çi dewleta bi çi şêwe nûneriya kesayetiya kurdî nake, inca ku mirovê kurd xwe baştir bide naskirn, dê bêje ez ji Kurdistanê me, da ku ew kesê xwedan pirsyar yekser bizane ku mirov kurd e û çi pirsyarên din ser vê babetê ji mirovî neke.

Di dîroka Kurdistanê de gelek caran ser navê misilmantiyê dujminên kurdayetiyê û dagîrkerên Kurdistanê şoreşên kurdan têkbirine û binpêkirine, anfal û kuştin û çamên reş pêkanîn û dara beyî birîn û talan li pey talanan rakirin. Hem li dijî miletê kurd û hem jî li dijî gelek netewên din jî, ew di nav xwe de bê serûşûn kirin, heta nuha jî ev siyaset berdewam e, bi taybet dijî netewa kurd, ku ev jî dure ji hemî pirensîbên olên piroz, ku misolmantî yek ji wan e û bi hemî renga misilmantiya paqij dur e ji van kiryarên durind e.

Li gelek gund û bajarên Kurdistanê de kesên propaganda dikirin ku olnasîn bi dewletên dagirker ve girêdabûn û daxwazên wan pek tanîn û misilmantî bi gelê kurd re li dûv berjewendiya dagîrkeran xelet dan naskirin, mînaka gotina (dunya Ereb axret Ereb) û eger (pê bireşik bune dewlet dê dunya xirab e) hdw.

Heta îro jî gelek gotinên din jî mîna van mînakan di nav gelê me de berbelav in û bûne asteng û kargirên hilweşandina bizav û şoreşên kurdan û dagîrkeran sinorên xwe pê berfirh kirin û dagîrkirina xwe pê domandin.

Mînaka “pê bi reşik eger bûn dewlet dê dunya xirabe”

Li ser wê dema ku ev axaftin hate berbelav kirin, dibêjin kurdan kalikên reş di kirin piyên xwe, di gotina “reşik” pê bi reşik saloxdana gelê kurd dide. Lê gelo ka çima ev axaftin hatiye gotin?

Dibêjin kurdan hewildan ku bi serhildanan rabin, daxwaza dewleteka serbixwe dikirin û ev deng bi rêka sîxwiran gehişt desthelata dewleta Osmelî, îca rabûn fermanek derxistin, gotin divêt hemî pîr (Şêx) û olnas (mela) bêne vexwandin bo Stenbolê û ev yek pêk anîn.

Gotin wan dema hûn vegerin nav milet divê hûn bêjin di ola misilmantiyê de hatiye xuyakirin ku dema “ pê bi reşik rabin û şoreşê bikin dê dunya xira be” ev gotin bi wan re dane sepandin da ku bi kurdan bidin pejirandin û bi çi serhildanên dijî wan ne rabin.

Dibêjin ku 70 -80 kesan ji wan olnas û pîran ev tişta li ser xwe ne pejirand, gotin em xiyanetê li miletê xwe nakin û ne jî li ola xwe ya pîroz, em nikarin evan gotinan bi gelê xwe bidin pejirandin, çunke ev axaftin dijî ola me ye, încan ew kesên bi gotina wan ne kiribûn bi destê xedrê hemû kuştin, yên din jî vegeriyan û gotina wan bi kurdan re dan pejirandin.

Bi van ferman û gotinan xuya dike ku heta çi radeyê dewletên dagîrker misilmantî dikirin bin berjewendiya netewa xwe û dagîrkirina xwe pê domandin û dîsan xuya dike ku pîr û olnasên kurdan hemû ne xirabbûn, gelek ji wan di serhildanan de beşdarbûn û serokatiya serhildanan kirin û xwîna xwe ji bo netew, hebûn û ola xwe ya pîroz rijandin, mîna Qazî Muhemed, pîr Seîd, pîr Mehmûd û olnas Mistefa Barzanî.

Lê belê ligel hemû êrîşên qirkirinê û anfalan, pîlanên erebî , farsî-, tirkîkirinê, heta nuha jî misilmantiya paqij li nav gelê kurd de peyda dibe û kurd baweriyê pê tînin û li gor vî diruşmî (karê baş bike li ser dunyê da xweşiyê bibe li bin dunyayê) dipejirînin.

Baweriya kurdan bi ola misilmantiya wekî xwe û baweriya dujminên kurdayetiyê bi ola misilmantiya li dûv berjewendiya netewa xwe, cihê gelek pirsyaran e.
Bi dîtina min olperestî û neteweperwerî du wateyên ji hevdu cuda ne, çunkî neteweperwerî li jiyanê gera xwe dilîze û olperestî wekî tê zanîn ku li dawîbûna jiyanê gera xwe bêtir dilîze. Gereke mirov ji dilek pak bawermend be ji bo bi dawîbûna hebûna xwe û dîsan ji dilek pak neteweperwer be ji bo berdewamiya jiyana xwe.

Vêca eger mirovê kurd bêje ez neteweperwer im, dê bê wê wateyê ku berî hertiştî divê welatê xwe rizgar û ava bike û kesê bawermend girêdana wî bi ola wî ve, Xwedê dizane bes nivêj, rojî, hêvî û xêrên wî jê nayê pejirandin, eger ew bergiriya welat û netewa xwe neke, wekî di hemî pirtûkên olan de hatiye xuya kirin.

Li vêrê ez pirsyar dikim: çawa eger perestgeh ji layên dagîrkeran ve bêne wêrankirin û mirovê bawermend li dûr bibîne û ma wê xwe tê neke?

Dema ez dibêjim neteweperwer im nayê wê wateyê ku ez xwe ji ola xwe cuda dikim, yan dûr dixim, lê belê berûvajî, ew ku eger welatê min dagirkirî be, ez nikarim bi şêweyekê durist bawermendiya xwe pêkbînim di welatekê kavil û wêran de û mizgeft, dêr, laleş, dibistan û hemî damûdezgehên jiyanê kavil û wêran bin. Li vêrê ez dê çawa bawermendiya xwe bi hêz bikim û berdewamiyê pê dim.

Berî her olekê em kurd bûn, înca me ol hilbijartin çi bi şûr yan bi bawermendiyeka rewa, tê wê wateyê ku kurd berî bibine misilman kurd bûn û berî bibine êzîdî dîsan her kurd bûn. Îro ez kurd im, misilman im, êzîdî, kakeyî, file û cihû me. Ola min çi be bila be, lê ez dê bêjim kurdistanî me û bes, ola min bi kesayetiya min ve girêda ye.





 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE