rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Daxuyanî bi boneya roja rojnamegeriya kurdî
Partiya AZADÎ ya Kurdî li Sûriyê


Xûşk û birayên hêja û berêz ..

Bi boneya roja rojnamegeriya kurdî, em vê cejnê li seranserî Kurdistanê, li miletê kurd pîroz dikin, çi rewşenbîr be, an nivîskar û rojnemevan be .. Digel wê jî em bejna xwe li ber bîranîneke wek vê bûyera giranbuha di jiyana miletê Kurd de, ji malbata Bedir-Xan û bi taybetî ji Miqdad Midhet Bedir-Xan re ditewînin, ew ê ku yekemîn rojname bi navê (Kurdistan) di jiyaneke penaberiyê de -li Qahîre- dameziranad û belav kir û wek simbolekê di rêya kar û xebata miletê kurd de bi kar anî, ji ber ew têdigihişt ku rojname yeke ji dam û dezgehên pêşketinê ne ji paşeroja Kurd re .
Di vê bonê de, bi me gereke ku em vî hest û karê pîroz binirxînin, vê girêdana bi dîrok û tora vî miletî de, di warê sipasî û rêzgirtinê de bînin ziman, ji ber ev wefadariya ji wan kesên ku bi vîn û jiyana û pênûsa xwe, xizmeta doz û daxwaza vî welat û miletî kirin, nîşana pêşkeftinê û serbilindiyê ye. Çimkî eger em rêzgirtina pêşeng û têkoşerên xwe nekin, wê paşeroj tu rêzgirtinê ne de me .

Xûşk û birayên hêja
Rojnamevanên berêz ..

Bêguman îro roj em di qonaxeke zengîn de keftlefta xebatê bi kar tînin, çi ji aliyê têklî û çalakiyan de, an ji aliyê nûjenkirina dam û dezgehên zanistiyê ji xwendina xwe û bi bîr û bawerî ne nû ji vê sedsaliya ha re, çimkî pilan û pirojeyên guhertinê ku îro di herêma me de bikar tên, derfeta rawestinê nadin û nema ew mejî û nerînên ku di bin bandora ceng û şerê sar de hatibûn sazkirin, dê karibin bi erk û stûbariyên qonaxê rabin, lewre em wek beşek ji tevgera netewa kurd di wê baweriyê de ne ku erk û pêdiviyên kar û xebata ji bo pirsa kurd – û bi taybetî piştî serpêhatiyên ku kurdan li başûrê Kurdistanê bi dest xwe ve anîne û ligel rûxwandina rêjîma diktator li Îraqê, tev binpêktina çand û îdyolociyeta tenahiyê – bi hewceyî xurtkirin û bilndkirinê ne û di her warî de, ji ber vê jî, em xwe wek alîkar, piştgêr û têkildar ji hemî dezgeh û kesan re nîşan didin, da em karibin bi tev û li gel hev pirojeya kurdî ji bo paşerojek geş û xweş bînin ziman û di vî warî de, em di wê baweriyê de ne jî ku rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan roleke wan a zor girîng heye, ew rol jî di hembêza medya kurdî û rojnameyan de tê naskirin .. Ji ber wilo jî û ji ber ku di hembêza medya de nêrîn ava dibin, mejî nûjen dibin, kesayetiya mirovan saz dibe, ango ew dikare hevîrê hebûna mirovekî wek daxwaza xwe bistirêne, hêvî ew e ku em karibin dest bidin hev û doza avakirin û pêşxistina rojnameya kurdî, çi bi zimanê zikmakî û çi jî bi zimanên ku em karin xwe pê bidin naskirin berçav kin, da em karibin xwe li gorî pêvajokê nîşan bidin.
Di vir de û ji ber ku em wek milet hîn di bin nîrê zor û sitemê de dijîn, me hîn şopa azadiyê çareser nekiriye, em dibêjin zor girînge ku em rêça xwe zelal kin, nêrînên xwe şirove û aşkere kin, girêdana xwe bi doza xwe ve, wek milet û xak, wek beşek ji Kurdistanê girêdin û li ser wan rasteqînan karibin têkliyan berî her tiştî û her kesî bi miletê xwe re girêdin . Ji ber gava miletê te cih û dengê xwe li nik te bibîne, wê ji te re bibe hêz û piştgêr . Û ta em bighên vê rasteqînê, divê em keleman ji pêş xwe hilînin. Bi kurtî em bêjin, divê em karibin nerîn û şewyên çewt hilweşînin û ev jî stûbariya rewşenbîr û rojnamevan e berî her yekî din. Bi rewşenbîr gereke û jê tê xwestin ku dîwarên kevnar hilweşîne û li ser kêmasiyan xew neke, ger di bin çi navî de be . Jê tê xwestin ku bi pênûsa xwe xelkê xwe fêrî zanebûn û zanistiyê bike .
Lê mixabin hîn em tiştên xwe tevlî hev dikin û rêça çareserkirinê wenda dikin, ta nuha ew bend nehatine qetandin, ta nuha em hîn li xew digerin, li kesayetiya xwe, li ezeziya xwe, li navê xwe, tevî ku em çaran jî ji bilî xwe dixwazin .

Xûşk û birayên hêja

Cardin em dikarin bêjin, ku asoyên guhertinê, nemaze yên demokrat, bi silogan û durişmeyan nayên wergirtin, belê me divê bawerî bi dadmendiya pirsa kurd hebe, me divê perewerdekirina nifşê nû li ser têgihiştina wî ji hebûn û heyîna miletê kurd, ku ew wek miletê diwemîn di civaka Sûriyê de bê naskirin û venasîn û wek parçek ji Kurdistanê, ku li gor pilanên dagîrkeran hate parçekirin, bê nîşandan. Ji ber ew nerîna ku li ser van rasteqînan bê avakirin, dê karibe berevaniya mafê miletê xwe li hember pilanên desthilatdaran bike. Çimkî gava mirov li rêbaz û helwesta tevgera kurd meyze dike, tiştê ku bala wî dikşîne ew e ku hîn piraniya partî û rêxistinên me hîn xwe ji hin sînorên nakokiyan rizagar nekirine, hîn gelek di xeleka çandeke ezeziyê de helwesta xwe bikar tînin, ev jî cardin dibine egerên ku kurd wek hêz, wek maf, wek pirs nikaribe tu sûdeyan ji guhertinan bibîne û li pişka xwe di paşerojê de xwedî derkeve .
Ya me jî wek rojnameyên partiyê – AZADÎ û DENG - wê rûpelên me ji hemî berheman re vekirîbin û weke me gelek caran jî gotiye, dîsan jî em dibêjin: Ti bend û nerazîbûn li ser nivîs û berhemên tu kesan nînin, tenê divê di xizmeta miletê me de bin.

Cardin ev roj li miletê Kurd pîroz be
Û bi hêviya pêşkeftinê

22.4.2006

Partiya AZADÎ ya Kurdî li Sûriyê









 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE