rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Rêjîmên Tirkiyê, Îranê û Sûriyê di sînorê başûrê Kurdistanê de
dîlan vegritine

Hêmin Kurdaxî


Ev demeke ku hêzên rêjîma Îranê bi hejmareke pir mezin ji aliyê xwe ve sînorê başûrê Kurdistanê dorpêç kiriye. Di heman demê de jî, ji aliyê xwe ve, hêzên dewleta Tirk, di bin navê qîrkirina teroristên HPG "Hêzên Parastina Gel" de yên ku di hundirê sînorê dewleta Îraqê, di çiyayê Kurdistanê de cî girtine û bi çekên giran çiya û gundên başûrê Kurdistanê bombe-baran dikin. Gelo ev sedema ku rêjîma Îranê û ya Tirkiyê didin ragehandin heya kîjan asteyê rast e?
Eger rast be û eger dewleta Tirk bi HPG-ê nikane û eger rêjîma Îranê dixwaze ji ber dewleta Tirk ve, bi vê stûbariyê rabe, çima hêzên rêjîma Îranê naçin di çiyayê bakurê Kurdistanê de êrişî gerîlayên "HPG" Hêzên Parastina Gel nakin?

Di nerîna min de vê carê sedema sereke ne ew e, ne ji bo gerîlayên HPG Hêzên Parastina Gel, bi deh-hezaran rêjîma Îranê û ya Tirkiyê hêzên xwe xistine sînorê başûrê Kurdistanê, tevî ku bi şêweyekî hovane êrişên xwe dibin ser hêzên gerîla û eger kani bin, wê bê dudilî, ne tenê HPG-ê lê belê; tevaya gelê Kurd dê qîr bikin û berê jî, hewldanên xwe kirine û belgeyine wan reş di vê derbarê de hene.

Piştî hilbijartinên encûmena nûnerên gel ya neteweyî " Perleman" a Îraqê di 2006-an de, hinek ji lîstan pir deng anîn û bi serketin ew jî ev bûn:

1 - Kombenda Iraqa Yekbûyî bi serokatiya Ebdielzîz El-hekîm -şî’î -
2 - Hevbendiya Kurdistanê
3 - Eniya Lihevkirinê ya Iraqî -Sinî-
4 - Lîsta Elîraqiye serok hikumetê Îraqê yê berê Iyad El-allawî û listeyin biçûk yên din.

Li gor yasaya Îraqê ya ku piştî şerê azadkirina Îraqê hatiye danîn, lîsta herî mezin û pirdeng, ji mafê wane ku serokê hikumetê ji wan be û ji xwe re binav bikin, li gor vê xalê jî, lîsta Kombenda Iraqa Yekbûyî, ya ku bi serokatiya Ebdelezîz El-hekîm a -şîî - ev derfet wergirt, piştî danûstadinên navxweyî ji xwe re, Brahîm Elceeferî di nav xwe de wek namzat binav kirin. Brahîm Elceeferî pir bi dilê Îranê bû, ne tenê weha jî, ew ji berê de hevalbendê Îranê bû û lîsta wî jî, piştgiriyeke bêhempa ji lêvegera olî ya şîîyan "Elî Sîstanî" de girt, ew jî bi xwe peyayê Îranê ye. Di destpêka xwe de vê yekê dilê Îranê û pişt re Tirkiyê pir xisti bû cî û Îranê kaxezek pir bi hêz bi dest xwe xist, ji ber serpêhatiyeke Îranê baş bi hikumeta Elceeferî bi tevayî û bi kesayetiya wî bi taybetî re hebû, ji bo lihevxistin û têkbirina projeya DYE û hevbendiya navneteweyî di Îraqê de.
Îranê bi alîkariya dewletên derdora Îraqê wek- Sûriyê û Tirkiyê - karî bû bi hezaran terorîstan derbasî axa Îraqê bikin û serêşiyin pir dijwar ji hêzên navneteweyî re çêbikin û Îraqê di goleke xwînê de bihêlin.
Elceeferî şagirtê Xumeynî ye, lê tenê ew bê şaşik e!! Wî dixwest li soz û peymanên ku ji Kurdan û ji gelê Îraqê re hatiya dayîn vegere û destûra Îraqê ya ku piştî şerê azadiya Îraqê hatiye çespandin binpê bike, tev nehat rakirin jî, bi kêmayî wî dixwest hin xalan jê biguhêze û hina jî jê rake, tevî ku gelê Îraqê di dengdaneke taybet de li ser vê destûrê erê kiriye!!
Serkirdayetiyên Kurdan gor serpêhatî û tecrûbeya wan bi kesên wek Elceeferî re zanibûn ku Elceeferî çi dirame û çi pêlana digerîne, ji ber vê Hevbendiya Kurdistanê li ser projeya Elceeferî razî nebûn û ne jî pejirandin ku ew bibe serokwezîr.
Di wê demê de Brahîm Elceeferî şandek bi serokatiya hevalbendê xwe û peyê Îranê Muqteda Elsedir bo Urdin û Libnan (Hizbu Allah) û Sûriyê birê kir, ji bo piştgiriya wan bi şandina teroristan û alîkariya bîr û boçûnên wan bikin û pîlanên xwe li dijî Kurdan bibin serî.
Di heman demê de jî, Brahîm Elceeferî bi xwe, rêya Tirkiyê şidand, da ku pîlanên xwe serkirdayatiyên Tirkiyê re ji bo perçiqandina pirsa Kurdî baş birêsin, Brahîm Elceeferî li Tirkiyê di civînên teng de, pirsa Kerkûk û fidraliyê xist rojevê, Brahîm Elceeferî û serkirdayetiyên Tirkan ve baş pîlanên xwe ristin ku bi çi awayî be nehêlin fidralî bi serkeve û Kerkûk têkeve destên Kurdan û nebe perçak ji herêma Kurdistanê, lê Kurdan ev çûn û hatin baş kontrol dikirin jiber vê jî heya dawî jî kesayetiya Elceeferî nepejirandin.

Bêguman derketina peyê planan hosteyê fen û fûtan, Brahîm Elceeferî ji holê, kaxzek pir girîng ji destê Îranê û pişt re Tirkiyê derket, di wê demê de Îran, Tirkiyê û Sûriyê li kaxezin din geriyan û plana nemre 2 derxistin ser masê, ji ber wê jî me dît ku çawa her yekê ji wan çoyê xwe dest xwe kir û ber sînorê Kurdistanê bezîn!!!! Nama wan ew e ku; erê we Ceeferî ji dîlanê bidûr xist, lê vaye em bi xwe di guvendê de ne!
Ew çiya û gundên başûrê Kurdistanê bi awakî hovane bombe-baran dikin, sînor dorpêç dikin û baş digrin, ji wan were wê kela pirsa Kurdî ji başûr Kurdistanê birije beşên din ên Kurdistanê, ew nizanin ku çareserkirina pirsa Kurdî, ya rewa û dademend piştî guhartinên mezin di cîhanê de, ne tenê daxwaza miletê Kurd e, nizanin ku hêdima çareserkirina pirsa Kurdî bûye bingeha siyaseta hêz û aliyên demoqrat li seran-serî dunyayê. Çareserkirina vê pirsê bi hevpeyvîn û bi danûstandinên azadane û demokrat tê kirin, bi bangewaziyên aştiyane û hevgirtinê tê kirin, ne bi rêdana kuştina zarokan!! Ne bi êrişên hovane, dîsan jî, ne bi siyaseta inkar û hewldanên imhakirinê. Lê mixabin û sed mixabin ev rastî kengî dê bêye têghîjtin û fam kirim?!!






 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE