rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Ji raya giştî re
Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratik


Meclîsa Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratîk piştî sê mehan roja 6ê Gulana 2006a li Mêrsînê civiya. Piştî nîqaşa mijarên rojevê û nirxandina xebata sê mehên borî, biryar hate girtin ku daxwiyaniya li jêr were weşandin.

Grûba me, hêrîşên Tirkiyê û İranê yên li ser sînorê Kudîstana Iraqê û hundur, bi xeter dişopîne. Hewceyî gotinê ye ku ev operasyonên eskerî, li herêmê û li van welatan jî pêvajoya aştiyê tehdît dike.

Ev operasyonên ku bi behana PKKê li dijî Kurdîstana Federe pêktên, bi tevayî li dijî hiqûqa peymanên navneteweyî ne û xetera şer û aloziyê li herêmê zêde dike.

Ev operasyonên li hundur û derva tu wext nebûye û nabe çare. Çare, di rê û rêbazên aştiyane û naskirina mafên gelê Kurd da ye.

Ji bûyera Şemzînan bigre heta provokasyonên Diyarbekir dide xwiyakirin ku hêzên mîlîtarîst însiyatîfa xwe danîne ser desthilatdariyê.

Ji nûve derxistina qanûnên terorê bigre heta ji wezîfê avêtina dozgerê Wanê û gelek tedbîrên raberî demokrasiyê dide xwiyakirin ku paşverûyan gelek mesafe standin e.

Ev rûdanên han, tevî demokratîzebûna Tirkiyê riya endamtiya Yekîtiya Ewrûpa jî dixitimîne.

Bi vê konsepta nûh dewlet, dixwaze muxalefeta Kurd bi tevayî wek PKK, PKKê jî wekî terorîst nîşan bide û bi vî awayî ji aliyekî ve meşrûiyeta dawa Kurd û Kurdîstan terorîze bike û ji aliyê din ve hêrîşên nûh bîne ser Kurda û mafên heyî jî ji dest wan bigre. Em evê konseptê bi tu awakî qebûl nakin û di serî da bang li Koma Miletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpe bigre heta hemû terefên peymanên navnetewî yên maf û azadiyan û saziyên sîvîl yên demokratîk dikin ku nerazîbûna xwe li hemberê vê rewşê nîşan bidin.

Armanca Grûba Xebatê her ew e ku di riya çareserkirina pirsa Kurdistanê da temsîla Yekîtiya Neteweyî derxîne holê û bi rê û aktîvîtên sîvîl, aşîtiyane û demokratîk çareser bike.

Grûba Xebata me, hewl dide ku di pêvajoya pêş da bi hemû aliyên Yekîtiya Netewî re diyalog û danûstandina pêkbîne. Dîsa, li ser vê armancê emê civînên herêmî, panêl û aktîvîtên xwe bidomînin. Herwiha, bo amadekariya çerçeva fikrî, modelên yekîtiyê û rêbazên xebatê komisyon hatine damezrandin.


Em evê daxwiyaniyê bi hurmet pêşkêşî raya giştî dikin.

Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratik / Mersin



Navnîşana Têkiliyê
Ali Emiri 2. Sk. Yılmaz 2001 Apt. Kat: 2 No: 6
Tel: 0.412.228 14 55 Yenişehir / DİYARBAKIR









 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE