rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

2
11Ê GULANÊ

Êvara dawî ya ku bi qasî keskê te nerm û nazik bû,
bi qasî kenê te lewend û xweşik bû,
ya ku bi qasî mirinê bêhiş û kawik bû, di himbêza Pîranê tozê de xar dibû,
di banga Qaziyê dozê de har dibû,
û di dengvedana navên berzaniyê sozê de jar dibû…
Êvara dawî ya sirûda te di hinarkên rojê de bêzar dibû…

Kavilên dilê min li bişirîna te ya dilbazane û li keviyên berbejn û bazbendên
te yên ji têkçûnan ewle dibûn û pirtûka min a ji sawîr û ji şevpest û ji
nifirên seferê, bi jandarî dihingivî asîtankên rizyayî yên xatirxwestina rûperiyên
ji baran û ji meya werzên Neqşebendiyên te .

Pênûsên te yên ku di çeşnên mûm û balefirxaneyan de ne,
dest bi binaxkirina tovên şîniyan dikirin,
rondikên germ di xêzên hinarkên te yên kehrebanî de diçurisîn,
tu li berfa dilê min temaşe dikî,
tu li dûmana giyanê min û li hêrsa zimanê min û li tenhatiya gavên min dipirsî,
tu bi ximava maça min a bênav navekî nenas li çîrokê dikî
û tu berbi min ve wek şevistanê, wek ku guman bi guman be li gumanê têyî .

Ev çîroka ku ne çîrok e,
bi kîjan goristanê mirinê dibêje?
Ev çîroka ku ne çîrok e,
bi kîjan dastanê lehengan dikuje?
Ev çîroka ku ne çîrok e,
bi kîjan birînê nal û keseran dimije?
Ev çîroka ku ne çîrok e,
bi kîjan sînorî bi ser xwînê ve dirije?
Ev çîroka ku ne çîrok e,
bi lêvên kîjan kêlê diheje?

Tu ji çavkaniya kîjan efsaneyê ji dayik bûyî?
De bi ser hemî rexan û hemî welatan û hemî sosretan û hemî sîtavan û hemî rengan û hemî pencereyên kesk û hemî dayikên şînîgir ên bendemanê û hemî girnijîn û bînahiyan û bi ser sînga min a ji mirinan de, bibare!
Bibare daku axînkêşanê hilbijêrim,
daku ji nû ve hînî tawan û werdekan û dûkelê û hînî veciniqandina kelek û pirtepirta balindeyên memikên zuha yên qederê bibim.
Destên te yên ji beybûnên talanê, yên ji toza xewnên min, destên te dest bi
kuştina min dikirin, destên te dest bi kuştina dargerîneka hebûna min
dikirin, destên te dest bi kuştina awazên beranên kûvî yên ji nijada min û ji
binemala şînî û keservedana min dikirin.
Destên te, biyabanên laşê min ji desthilanîn dixistin û tembînameyên min di
şkeftên xweşmêran de dirizandin.
De destên xwe bi ser vê bobelatê ve vegire û min jî bi sêdara navê xwe ve wek
awazeke xemgîn, hilawistî, li ba bûyî, bêbîr û yad, bihêle.

Dikulkulîm, di hedana xwe de bi kotekî dihedinîm, di velerzînê de dilnaziya Zînê bûm, di êvarê de hingûr û nezaniya xwe û bêhûdeyiya kînê bûm,
berbi kula te ve, berbi sorgula zikê te ve,
berbi keskahiya morîkên gerdeniya te ve,
berbi sînorê xwe û te ve dihatim,
min kuştina xwe ji bîr dikir, min şevçiraxên hişê xwe yeko yeko
dişikandin û di nav pêlên dengê te de wek goyînekî dinaliyam.

Min li navê te yê jibîrbûyî dipirsî,
Min li deşta zorbaz a xewna te dipirsî,
Min li hesta ta ya dilrevîn û li kêra mebesta te dipirsî,
Min li raz û nepeniyên Ahoremezdayê kenê te û li Olimpyada ramanên te û li awayên hîverona kîla dengê te dipirsî.
Min xwe bi lorîna te haş dikir û di dergûşa bîna te ya gulavî de, min, bi
cegerdarî, bi surdarî, bi dildarî li xwe û li darên têkçûna daristana xwe dipirsî!



Berdewam dike...





 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE