rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Rapora civîna yekem ya komîteya rêvebir ya nû ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî


Acenda kar :
- Belavkirina erkan di navbera endaman de.
- Komîteya Kargêr .
- Têbînî û pêşniyar.
Biryar û pêşniyar :
- Komîteya Kargêr : Selah Bedredîn, 'Ebdilxaliq Sersam, Fû'ad Gemo, Zozan Anwer, Welîd Xalid.
- Desteya Nivîskaran ya kovara Hawar a Nû : Vedan Adem , 'Ebdilxaliq Sersam , Besam Mistefa .
- Koîteya Rawêjkaran: Ferde Cemîl Paşa, Dr.Heval Mîro, Ce'fer Hesen, Dr.Ridwan 'Elî, Dr.Mihemed Reşîd, Dr. Mehmûd 'Erebo, Dilawer Meyqerî.

Komîteya Hunerî : Ferde Cemîl Paşa, Ce'fer Hesen, Osman Derwîş, Kamîran Ibrahîm .Ev Komîteya hate teklîfkirin bi erka avakirin û meşeqkirina komeke folkilorî bo Kombendê.

-Zêdekirina beşekî li kovara Hawar a Nû derbarê çalakiyên rewşenbîrî netewî li Kurdistan û li derve .

-Jimara nû ji kovarê wê taybet bi Konferans û Hefteya Rewşenbîrî be.

- Teklîfkirina 'Ebdilxaliq Sersam bo amadekirina koresekî bo fêrkirina zimanê Kurdî – Zaravayê Soranî.

- Komîteya Rêvebir her meh carekê wê bicive. Komîteya Kargêr her hefte carekê.

- Kar dê li gor pêşniyarên Komîteya Rawêjkaran ya Giştî ku hatibûne çespandin di civîna wê ya di 29-4-2006an de.
- ji Hemî endamên di Komîteya Rêvebir tê xwestin ku ew pêşniyarên xwe derbarê semînarên heftane û çapkirina pirtûkan û bendên kovarê û çalakiyên giştî, bidin.


Ji aliyekî din ve jî , çavdêrê giştî ji civînê re eşker kir mixabiniya serokê herêma kurdistanê ku hevdîtin bi beşdarên konferansa pêncan re nekir ji ber piseka teknîkî ku bê mebestî çê bû.

Herweha, çavdêrê komebnndê da zanîn ku budjêta taybet bo kombendê bi zor têra kirêya komebnd û kovarê bike û kar berdwam e bo avakirina avahiya nû û paşê rastkirin budjêtê û hindek hene ku tenê karên kombendê dikin bi alîkariya hindek dezgehên hikûmî, lê rengê kar di kombnedê de her dimîne karekî xwebexşanê .

(4/5/2006)








 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE