rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

BI HELKEFTA HATINA MEHA ADARÊ

 


TEVNA ÇAND Û HUNER DÊRIK

Bi helkefta hatina meha adarê, tevî hemî şîn û şahiyê di nava rojên xwe de dipêçe, li hevrasthatina rûniştina çalakiyên rewşenbîrî yên dorveger , tevna çand û hunera kurdî -Dêrik-roja 4-3-2006 şeveke taybet li darxist, hejmarek hêja ji endam û mêvanan beşdar bûn, şev bi gotinên nazik û helbestên bi coş li darket, nola festîvala helbestê hat pîrozkirin, taybetmendiya şevê rengê wê geş û şeng kir bi tevlîbûna gelek ciwanên xort û keç, kela dilê lawan ji mijarên şevê fûriya û bi hêrs û eşeq bûn.
Piştî gotara tevnê hate xwendin û hejmarek helbest ji layê Helbestevanan hatin diyarîkirin.(Şêrgo, Arîşen, Diljan, Narîn, Lorî, Ciwan, Melevan).
Di navberê de şehîdên adara 2004an di xwendina jiyana şehîd Welîd û Huseyn de hatin bi bîranîn, her wisa têkilî û dan û sitandin navbera mêvanan de çêbû, bi dilekî fereh guftugo hatin kirin û çend soz ji ciwanan re hatin dan, di dawî de kampaniya komkirina navan ji bonî destekkirina hewldanên navkirina sala 2006an da bibe sala zimanê kurdî, bi qasî 110 nav hatin kom kirin ji layê Tevna çand û hunera kurdî ve .


Gotara tevnê Ya hatî xwendin bi helkefta hatina meha adarê Ev e:

ADARA KUL Û XEMAN
Diyar e meha adarê destpêka sala kudî ya nuh e, tîrêjên roja wê giyan dide hemî gerdûnê, pê re vejandina jînê û daweşandina serma bi tûj û tehlî di şûn xwe de dihêle, çavên li benda peykên xweş û şadiyê qerimîn, xumara bendewariyê da diweşînê, bi giştî em dikarin bêjin: roja nû ye, nû roj e, rûdaneke girêbend e bi hebûna jiyanê re, gerdûn hemî dikeve qunaxeke afrandina hebûnê, hem xweza û hem katedana kel û pelan û hem şiyarbûna hemî jîndaran e. Senvoniya eşq û evînê li dar dibe, endamên gerdûnê dibin leystokvanên çeleng bi biryara vejandina jiyaneke xweş û şad, hemî di gelhev bi palpişt diaxivin.
Ev melodiya bi awazên dil re têkildar, sirûdên afirandinê dike koral û li ser têlên hestedarî di jenin, ji lewre dilteng û çavên zexel bi hêrsa tijî nifret çiraxa berbangê bi hewldanên sirt, rê li pêşveçûnê teng û asê dikin, bi hêviya vemirandina cirûska azadiya mirovan, lê wer xuya ye ku viyana gerdenazadan ji hemî hêzan gur û geştir e, mixabin çendîn awazên jiyanê bi aştî tên lorandin, dim dima dahola cengê hestê talankaran bi coş dike û çavsor har dibin, ji lewre agirê nifretbarînê ji devê lûleyê çekan dibin bersiva bangên aştiyê, di encamê de bûyerên bi kul û êş di seranserî vê mehê de xemgînî û dilsariyê dikşîne welatê me, wekî ristik her roj mûrîkên li pey hev bi kiryarên hovane dikevin rista tewana gunehbaran de û gerdena welatê me pê xêz û xêt bûye, wekî roja qedera giran ji destê xwînmij û dijminê mirovahiyê bi ser miletê me de dibare .
Va diyar e helwesta talankaran li hember viyana netewa me, em rû bi rû bi salan e dikevin ber pêla vê sîstema ji rêzên dunyayê hemî revî û veqetayî, ji bilî çanda tirs û lerzîn û wêranê bi yek zimanê din fêr nebûne, îro em hemî xistine fistîvala xwesûtandinê, çendîn miletê me ji hev qet qet û belavbûye, wisa jî welatê me bûye par û bêş, na , na !. bûye gorîstana sinc û pelixandina nirxê mirovan, li hemî per û baskên welatê me dûjeh dişare roj biroj wekî keriyê qurbanê me ji hev re dikin xelat û diyarî, tevlî nakokiyên li dijî hev, lê dema pirsa kurdî ber bi çaresriyê ve diçe û tevgera rizgariya gelê Kurd gavên hêja li rû dide, ew dikevin yek biriyar û heman ramanê li hember doza kurd, ew jî çewsandin û qedexekirina doza miletê Kurd e .
Miletê Kurd bi yek janê azarê dikişîne, bi hesreta jiyaneke azad û serbest, sîmayê sereke di bin diruşma (me jiyana bi kurdînî divê) li ber xwe dide, ev silogana gelerî li hev dubare dibe û xwestekên xwe ji hêzên çewsandinê re diyar dike, da ku mantîletiya şoven bi dawî were, di heman katî de ji tevgera kurdî dixwaze da ku erkên xwe yên netewî bi parêze û sînorên partiyetî derbas bike, berjewendiya gelê xwe bi pêş ve bixîne, dengê kolana kurdî bi coş û hêrs, bihîstina wî dengî fer û pêwist e, giyanê ezîtiya xwekuj û qizincên rojane, bi têra hêviya neteweyek gerdenazad nake, bi zimanekî vekirî dibêjin: kîna li hember hev û tolvedana ji hev, me qels û kêm dike, bila gotina dijminê navê kurdewariyê çewt û çepel bimîne û ne bêje (kurd hev napejirînin ).
Di serdema me ya îroyîn de delametên li gorî rewşa cîhana nûdem, berpirsiyariyê dixe ser milê civaka sivîl û demokrat, çi sandîke û komele û saziyên rewşenbîrî û maf û her weha ... bi taybet dema gilobalîzmê ye, gerdûn bi tevayî xistiye nava liv û tevgerê, şêweyên xebatê ketine astekî din de, her çendî ev rengê xebatê ji layê tevgera kurd bi dudilê tê nirxandin, ji ber ku hemî kar û bizav eşkera û ronî dibe, bi bihana taybetmendiya doza kurdî nabe alozî di kar û bizava rizgariya netewa kurd de û qet xebata wê asteng nake, ne pejirandina sîstema nuh bi çalakiyên hemdem û neguhdariya daxwazên gel, wekî hevgirtin û yekîtiya tevgera kurd, dihêle ku milet ji tevgerê bêhêvî bibe, di encamê de serbixwe tev bigere, bûyerên bi êş ji roja 12 ê adarê dijwartir rû bidin, di encamê de insiyatîf jî dikeve destê milet de û biryara xwe wê bide .

(Tevna Çand û Huner-Dêrik)

















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE