rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

EVÎNPARÊZ

 


CIWAN DÊRIKÎ

Ez bûm evîndar
Yara min bi kotekî ji min standin
Dilê min şkandin , û ez çengo kirim
Ken ji min re nehêlan,
bû xewn,
ma ken ji dil şkestiyan re dibe.
ma şahî ji xembaran re dibe.
îro dizek û bê semax,
serserî û bê rewişt dikenin
yariyan bi talan û şûnwarê min dikin
bi çavsorî destgirtiya min
dibin û tînin ,
dikirin û difroşin ,
Ma ezê bi çi yariyan bikim .
Bi kî re .
Bi tenahiyê re
yan bi sêwîtiyê re .
bi xizaniyê re
yan bi zindankirina dildara xwe re .
Yan bi kî re . . . . ..
Gelo . . . qey raste ez evînê nasnakim
Ta weha bi min tê .
Yan nizanim hest û vîna dil çiye .
Ma ne ez bûm Mem
Bi sal û heyaman li Zînê geriyam
û binyada evîna zelal û pîroz
afirand ! .
Ma ne ez bûm Ferhad
Bi neynokan min Bêstûn qelaşt û kunkir ! .
Ma ne ez bûm Zerdeşt
Tîroj da destê Kawa û ev xak
ronî kir !.
Ma ne ezim îro jî
Partîzan û pêşmerge,
Gerîla û şoreşger di hemêza çiyan de ,
Di şkeft û geliyan de
Evîna roj û xwezayê diparêzim ,
û
Nadim bi kelh û kursiyan .
Belê .. her ezim dilbijê dildariya pak
Min evîn erzan nekir
Nebûm bazirganê dil ,
û hestê xwe şêlo nekir
min bê bextî li Xec û Zîn a nekir
û nakim .
ez ê her bimînim evîndarê
Roj, ba, ax û avê
û heya dem heye
ez ê Yariyan bi wan re bikim
û bendewarê dildara xwe bimînim














 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE