|
Helbest:Jacques Prévert
Wergera ji elmanî : Tengezarê Marînî
Do û do dibin çar
Çar û çar dibin heşt
Heşt û heşt dibin şanzdeh
Dubare bikin! Mamoste dibêje
Do û do dibin çar
Çar û çar di bin heşt
Heşt û heşt dibin şanzdeh
Lê balideyekî pir ciwan
Li wir, li asîman difire
Zarokek wî dibîne
Zarok lê guhdarî dike
Zarok bang dike:
min azad bike
bi min re bilîze
balinde!
Balinde ber bi jêr ve tê
Bi zarok re dilîze
Do û do dibin çar…
Vegerînin! Mamoste dibêje
Û zarok yariyê dike
Balinde pê re dilîze
Çar û çar dibin heşt
Heşt û heşt dikin şanzdeh
Û şanzdeh û şanzdeh dikin çend?
Şanzdeh û şanzdeh dikin neçutişt
Ji xwe her qet nakin sihûdo
Êdî tu wateya wê nîne
Erê berze dibin
Û zarok balinde di bin mêza xwe de veşart
Û hemî zarok strana wî guhdarî dikin
Û hemî zarok li mûzîkê guhdarî dikin
Û niha heşt û heşt jî winda dibin
Û çar û çar û do û do
nepenî dibin
û yek û yek nabe yek û herji xwe nake do
û yek xwe ji wan ên din dikêşe
û balindeyê pir ciwan dilîze
û zarok distrêne
û mamoste diqîre:
hê hun dê kengî dest ji van tiştên kelevajî berdin?
Lê hemî mindal
guh li mûzîkê dipelînin
Û dîwarên odeya sinfê
Di bêdengiyê de xewir dibin
Û camên pencereyan, dê dîsan bibin qûm
Divîte dê dîsan bibe av
Mêz dê careke din bibin dar
Tebeşûr dê bibin kevir
Û perîk dê careke din bibe balinde.
---------------------------------
Jaques Prévert yê Parîsî, ko di sala 1900 li Parîsê ji dayik bû,
helbestvan, dramatorg, stranbêj bû.
Prévert ji wan nivîskarên netebitî „Anarchist tê hesêbê, lê di
wêjeya nû ya ferensiyan de, navekî xwedî şan e.
Jiyana wî jiyana zarokekî kolanan bû, mirovekî rûşuştî bû,
rewşenbîrê frensa yên dema wî dûrî wî diketin, ji ber bikaranîna
zimanê kolanê yê rojane di nivîsên wî de.
J. Prévert, di helbestê de xwedî jêre tê gotin explusion poetry“
helbesta peqînê“ ko pir tiştan tîne nêzîkî hev û êdî wan we deqekî
vekirî li ser asoyekî vekirî berdide.
Di kurdî de nimûneya helbestvanê kurd Şêrgo Bêkes ew ekol e û bi
taybetî di helbesta wî ya Hemedok de, pir nêzîkahiyê li vê helbesta
J.Prévert dibe.
|