|
Salih Kobanî
salihkobani@hotmail.com
Humkûmeta Herêma Kurdistanê HHK di 09.01.2006ê de daxuyaniyek di
derbarê dadkirina Dr. Kemal Seyid Qadir derxist.
Ji ber ko berê hatibû gotin ko Dr.Kemal li gor zagonên rejîma Saddam
hate dadkirin, ez weke kurdekî ketime ber fediyê û min ji xwe pirsî
gelo ma Seddam çûye an na?
Anuha dema HHK dide xuyakirin ko Dr.Kemal li gor zagonên Kurdistana
Federal hatiye dadkirin, min ji berê pirtir fedî kir û min ji xwe
pirsî gelo em xerîkî avakirina welatekî nûjen (modern) in yan jî me
berê xwe daye cengelê?!
Ji min re qet ne girîng e Dr.Kemal kî ye, ji ku ye, bîr û baweriyên
wî çi ne, heta çi qonaxê mirovekî bi exlaq e, sixêfên ko kirine
çendî tûj in, mebesta wî çi bû….. û bi dehan pirsên dî.
Ji min re girîng e ev welatê ko di destpêka avakirinê de ye, gelo wê
bibe cihê şahnaziyê yan na?
Di vî welatî de cih ji kê re heye û kî divê zindanî be û çima?
Rola rewşenbîran di proseya avakirina vî welatî de çi ye?
Ji bo avakirina civakeke sax û xurt pêwîstî bi rewşenbîran heye weke
pêwîstiya laş bi "antîbiotîka", ew rewşenbîrên ko dikarin tiştên
bêkêr û lawaz bibînin û biwêrin ronahiyê bibine ser û dengê xwe
bilind bikin.
Hinek "rewşenbîrên" ko dahol û zirneyê ji desthilatdaran re lê dixin,
dilê wan dixwest ko serê Dr.Kemal bihata jêkirin, rewşenbîrên weha
zemînê ji dîktatoriyê re xweş dikin, rê ji totalîtarîzmê re vedikin
û dibine penceşêr di laşê civakê de.
Min digot şerm e ji dadgehên Kurdistanê re ko kurdistaniyan li gor
zagonên Saddam dad dike, lê eger ev zagon ji aliyê parlemana
Kurdistanê ve hatibine pejirandin ew vêca pergalbelavbûn e; ev tişta
baweriya bi parlamana Kurdistanê dixe bin pirsê!
Qet ne seyr e gava rêjîmeke faşîst wek ya Saddam perlemaneke qelp û
bêkêr bide serhev ko ew jî ji aliyê xwe de zagonên faşist bipejirîne;
ew zagonên ko dikarin tenê bi kêrî rêjîmê werin.
Lê pir seyr e ko perlemana Kurdistanê ew a ko ji aliyê kurdistaniyan
ve hatiye hilbijartin bibe derbaskirê zagonên dûrî standardên
navnetewî, dûrî demokratî û mafên mirovan, zagonên ko dewleta Osmanî
tîne bîra mirov!
Ez naxwazim rewşenbîrên welatê min yan bêdeng bin, yan pisporên
çepikan bin.
Ez dixwazim ko perlemana welatê min li gor daxwaza dengdaran
bilebite û li gor normên cîhana sivîl zagonan deyne.
Ber bi civakek e sivîl, demokrat û azad ve bi mirovine azad û netirs
ko bikaribin rê li pêş rewşnbîrên çepikan bigrin, rojnamevanên
çepikan, siyasetmedarên çepikan, û mamûrên çepikan, yên ko li ser
xwîna gelê me dijîn.
|