|
MELEVAN
(Tevna Çand û Hunerê-Dêrik)
Li gorî palpêdan û belgenameyên jêderên dîrokî tevlî wêneyên di MEM
û ZÎNê de hatîn, em dikarin encama paşketina civaka kurd ji layê
abûrî, civakî ji komikên nijadên dormador, bi ser dagirkirina
Osmaniyan de bajon, her wekî gotinên jarbûn, xêzanî, perîşanî,
nexweşî, paşketin, girêdaneke wê bi peyva Osmaniyan ve heye, her ku
em rastî hinek jêderên dîrokî dibin, tê de nûçeyên avdankirina
şaristaniyê di kurdistanê de dibînin, lê mixabin ew rêveçûn
radiweste û bi kulingên Osmaniyan têne rûxandin.
Heger mebesta me ji naskirina şaristaniya civaka kurd ya xwe amade
kiribû ji gavên diyarî çav re, ji hemû rexan ve ber bi pêş de, ji
bonî sazkirina civakek hemdem û xweragir, bê goman pêwistî bi
lêkolînek hûr heye dinava pêma û destkeftên wê serdemê de, lewre
divê em babeta wêjeyî bi taybet li cem XANÎ bînin ber çav tevlî
nêrînên cor be cor ji helbesta devikî, rawişt û tîtalên di berhemên
helbestvanên wê ser demê de yên karîn çend wêneyên xurt û xuya û ber
bi çav bînin pêş, hêza helbesta kurdî ya kevin ji dewlemendiya amîre,
peyv, wêne, hest, têr û tijî ye, lewre hêsan e naskirina rexên
pêşkeftina civaka siyasî, aborî, civakî, felsefî, ol û bawerî, emê
ji bonî çêkirina kevalek(melamih) kifş û xuya, hewl bidin wan
wêneyan bikin xale û palpêdanên veqetandî, di vê gotarê de ezê hewl
bidim tenê quncikeke kurdistanê bînim ber çav, di mijarên pêş de ezê
yeka yek herêman ji hev veqetînim.
1-Avahî û avedankirin û zanist:
Baştirîn ew e heger em nêrînên kesên biyanî pêşî ravebikin yên dibin
belge, ji devê Wilya Çelebî gelek vekirî pesindana vî rexê pêşketinê
bi nav dike pesindarîke ji hev veqetandî dike, nemaze gava li ser
Amedê dinivîse (min gelek avahiyên bilind dîtin û hejmara serşoyên
gistî biqasî 12an hene, ji bilî 140 serşoyên xwemal, tê de sîstema
avakirin û co û cobarên avê, tevlî endizariya bi rêk û pêk ) pesin
daye, dîsa li ser keleh û mizgevtên wê rawestiyaye, şêweya hildana
avahiyê û mal û malik, beş û çilîqên wê bi nav kirîye, tevlî
agahiyên hêja ji asta perwerdekirinê di wan mizgevtan de,tê de nîşan
dide ku di her dibîstanekê de rengekî taybet ji zanistê dihate
xwendin, her dibîsanekê ji yan din xwedî mijareke taybet bû di
perwerdê de.
heger em bi qasî çend salan ber bi şûn de vegerin, li gorî
şirovekirina Cegerxwîn ji dewleta Merwanî re ya li AMED û FARQÎNÊ
serwerî kirî, her çendî me navê ber bi salên kûr û dûr ve biçin,
tenê emê ji çerxa 17an û ber bi pêş de belgeyan bigirin, lê pêwistî
bi hinek xalên dîrokî heye, nemaze di serdema EHMED şah de 347ê
Hicrî 957ê .z , ji xwe re nivîskarek anibû dîwana xwe bi navê EHMEDê
SELÎKê ERMINAZÎ, ji bajarê Melazgirtê bû, bi xwe helbestvan bû ÎBIN
XELKAN wî mirovekî gelekî zîrek dibîne, ku xudanê dîwaneke helbestan
bû tevlî hejmarek ji pirtûkên cida cida û dibêje ku ew çû bû bajarê
MIERREH ALNUMAN bi EBÛ ELALA ELMEARRÎ re dan û standin kiribû,
BEXTÊRÎ di pirtûka (zînet eldehir)de navê wî tîne, mebesta me, em
diyar bikin ka çiqasî kurdistan hatibû avedankirin, dewleta kurdî
xwe gihandibû semta dewletên wekî dewleta Misrî û Bexda, gelek
havîngeh û seyrangeh li welatê xwe avakiribûn, wekî NISRIYE ya
binavê Nesr Eldewle şahê Kurdistanê hatibû binav kirin, tê de gelek
avahiyên bilind û qesrên hêja avakiribûn, lê qesra şah bi xwe
nedihate pesindanê ji xeml û xêza xwe va, li ber keva çêm bû û
dûlaba avkêşanê raxistibû ser, av ber bi bajêr ve dikşand, baxçe û
bînvedan û golên avê çêkiribûn û pirek li Til Benan, tevlî gelek
pirên din li ser seqlan û robaran avakiribûn wekî pirên (huseyniyê,
hemîdiyê, til benan, qetîna, babodîn, birahîmî) lê deryê Qesrê ji
sifrê zer hatibû çêkirin, ew qesra ku herdemî dibû cihê mêvanan û
xwelêgirtinê, gelek kesên navdêr xwe diavêtin li ber tor û bextê
şahên kurd û tê de dihatin parastin, hêjayî gotinê ye ku em emanje
bi sûra FARQÎNê bikin ya ku navê EHMED şah li ser hatibû nivîsandin
bi qasî 10 heta 20 caran li ser dîwarê derve û bi qasî 30 caran li
dormandorê Sûrê ji hindur ve hatibû neqişandin. tişta balkêş ew e ku
serdestiya şahînê kurdan ne bi zîrekî rêvebirî dikirin, lewre gelek
caran kesên biyanî dikşandin nava şahîniya xwe û dibûn wezîrê wan,
wekî anîna ÎBIN CUHEYR ELMÛSELÎ ji îraqê û ELÎ BIN ELHUSEYN
ELMEXRIBÎ ji welatê Misrê.
Welya çelebî li ser bajarê BETLÎSê gotiye: Me 5 hezar avahiyên
bilind û xweşik dîtine, bi rastî ev bajar wekî behişta kuristanê ye,
tê de5 serşoyên giştî hene û 600 serşoyên xwemal hene, tevlî 10
mizgevtan, di her yekê ji wan de mamoste hene, tevlî ragihandinên
zanyariya avakirin û endîzeya avedankirinê, di pesnê vî bajarî de tê
ser pesindana mîrê Betlîsê EVDAL XAN(mîrnişînê dawî ye di mîraniya
BETLÎSê de ya ku ji sala 1237.z , dest pê dike di serdema Eyûbiyan
dibin serdestiya Îzedîn Emer Hekarî pêşew mîr bû ew mîrnişîn heta
sala 1676an dewam kiribû) dibêjê :Ew bi xwe _Evdalxan_( zanyarekî
felekî, fêlezûf, zanyarê kîmya û jê re dibêje: Helbestvanê zimanpak,
zanyarê hezar zanînan, pîşevan ... .. .h.d.), li ser pêmayên çandî
yên vî mîrekî radiweste û nav dike, piştî dagirkirina Betlîsê ji
layê şah Ehmed ve (waliyê WAN sala 1676 z) û di bêje: Hejmara
pirtûkxana wî bi qasî barê heft Devehan hebû, tê de bêtirî 4 hezar
reşxet û destnivîs ji pirtûkên olî, dîrokî, zimên, agahiyên lawiran
û kişt û kalî, bijîşkî û helbest, piraniya wan bi şêweyekî zexrefe û
lihevdayî hatibûn hilandin, di nava wan de 76 pirtûk, 105 name, bi
zimanê Erebî û Farisî, mîr Evdal bi xwe nivîsandibûn .
jêderên dîrokî wan bûyeran destek dikin û mezinbûna wê mîrxana Seyr
dibînin, çawa siltanê Osmanî bi xwe ji pêşketina Betlîsê matemayî
dibe, tirsa wî ji helwesta mîr e ya ku serdestiya siltan di pişt
guhê xwe re avêtibû û xwe serbixew didît, ji hemû rexên pêşveçûnê li
pêşbû, rêveçûn, abûrî, sinat, pîşe, û ..h.d, siltan ew biçavê serê
xwe dîtibû di mêvandariyekê de, çawa alavên xwarina wî hemî zêr bûn,
Mîr bi xizm û kes bû, civak bi gotinên wî rêve diçû, ango mirovekî
heskirî bû ji layê şêniyên xwe ve, her çendî piraniya Betlîsiyan di
wê serdemê de ji ola ezdayetî bûn, lê mîr bi xwe misilman bû, lewre
Siltan li pîlanekî gera da ku şer li hember mîr bike û wî daxîne,
rabû bang kire Şêxê ola islamî yên dor madora Betlîsê û ji wan xwest
da ku bêjin Mîr Evdal ola islamê Berdaye û bûye Êzîdî, fetwa şerê li
hember mîr derxistin, bi wê fetwê şerê derdoran li hember mîr gur û
geş bû, di encamê de Mîrxana Betlîsê cara dawî hilweşa .
Şerefname, van agahiyan destek dike û zanyarên Betlîsê bi nav dike,
di şûn xwe de wêneyên renga reng ji keleh û mizgevt û kenîşta Ermenî,
tevlî sinetkariyê û dikan û otêl û serşoyên bajarê Betlîsê ron û
eşkere dike.
Xanî bi ser van agahiyên dîrokê ve zêde dike û bi zimanekî hunerî
pesndariya bax û bîstanê Zênedîn yeka yek zelal dike, li ser dîwan û
dîwanxaneyên mîr ji hev divehîzê û wan têxê qet qetî û bir, ji dîwan
( sira, herem sira, sirayê bilind, şahnişîn û şahnişînê bilind ), li
vir nesekinye lê bi pêş de çûye û ketiye parçe û hûrikên gerdûnê û
bûyîna mirovan di gel navkirina amîreyên di wê serdemê de hatîn bi
kar înan, wekî(muhît, qalib, miqyas, alet, muşîr, miqrad) di vê
girêdana hebûnê û avedankirinê em têdighin ku kurdistan di rêza
pêşîn de ye, ne wekî tê gotin ku welatekî bi şûn de maye, tenê bi
şer û pevçûnan mijûl e.
2-Bijîşkî:
Lêger û gerokê Tirk Wilya Çelebî bi matebûn li ber pêşketina
zanyariya bijîşkî dimîne, çawe hejmarek bilind ji bijîşk û
nojdevanan di kurdistanê de peyde dibûn, nimûne li ser Melatiye
dibêje: ( her çendî ev bajar ji kurd û tirkumenan pêk tê, lê zanevan
û neşterên wan ji bav û bapîran fêr bûne, wekî wan di welatê Elmanan
de peyde nabin, di vî bajarî de 7 cihê neşteriyê hene, di nava wan
de neştervan Bişaret, xwe li pêş dide, dîsa bijîşkên Betlîsê yên bi
nav û deng wekî Meysî, Qere sicad, Gincî, Elî ,Sarêlî Zade ). û dîsa
di bêje : (her wekî ev herêm parçek ji kurdistanê ye, şer û têkdan
li dar in, em hejmareke bilind ji bijîşk û nojdarên bi nav û deng
dibînin, ji wana kurê Bişaret, Sefîqlî, Seyf Elî, Cihandar û Heyderê
Bişaret ).
Lê heger em vegerin cem Xanî, wê dûrbîneke bi rêk û pêk ji nava
helbestên wî xwe rû bide, ev jî tê wateya naskirina Xanî û
têgihiştina wî ji pirsgirêkên wê serdemê re û naskirina mîkanizma
jiyanê di çi estê re derbas bûye, her çendî ev agahî di roja me ya
îroyîn de normal in, lê ew naskirina di qûnaxên borî de, ji van
arîşe û mamikan(luxz)bi şêweyekî mikum û hevgirêdana wê bi rastiyên
zanistî ve, hêzbûn û radeya têgihiştina vî fêlezûfî ji serdema xwe
re, mirov bi guhdarîke xemxwer li ber pêlê dengê wî radiweste, wekî
nîşan dide, çawa mirov ji destpêka hebûna xwe di zikê make de û
vejandina jiyana wî, ta xwedêdanê û katedan, tevlî xwarin û vexwarin,
wekî endamekî sereke di rêveçûna jiyanê de, ta xwe dighîne asta
livbaziya wêneyê jiyanê.
3-MÛZÎK:
Ta wekî roja îro, lêkolîn û helkewaşa vê mijarê û mîjoya pêşketina
wê, bi qasî me têr bike, hîn nehatine kirin, di hinek pirtûkên
dîrokî de, çend agahiyên kurt li ser mûzika kurdî û mûzisyenê kurd
hatine belû kirin, nimûne navê Bedriddîn Elerbîlî 1287 z xwedanê (ercûzet
elenxam) di çend jêderan de derbas dibe û navê Cemaliddîn Dasneyî,
Emerê Xidirê Dasneyî 1397 z xudanê(elkenz elmetlûb fî îlm eldewaîr
welerûd), dîsa amanje bi mûzika kurdî li ba ELMESÛDÎ hatiye(mirûc
elzeheb) di gotina wî de: Şivanê Kurdan didan ber rengekî fîtan û
pezê wan heger belav bûba, li hev komdibû.
Wilya Çelebî di rêwîtiya xwe ya ber bi Diyarbekir (Amedê) ve, dibêje:
(di nava hesinkar û sefaran de, rîtmeke lêdana çakûçan hebû, ew jî
liser meqamên mûzîkî lêdana hesin dikirin, wekî meqamê Sîga, Huseynî,
tevlî sitranan, nola komek mûzîsyena pêk dihat ) û li ser bajarê
Melatiya dibêje: (sitranbêj û denbêjên vê heremê guhdarên xwe bi
awazên Sîga, Dûka, Newa sermest dikin).
Xudanê şerefnamê vî rexê şaristaniyê ji bîr nake, çend agahiyên
berkeftî radestî me dike, di bûyerekê de dibêjê: ( Melik Xelîl kurê
Melik Silêman serdarê Hesenkêfa, bi helkefta pêşwaziya xuha Şah
Îsmayilê Sefewî ya ku tevlî karwanê xwe, ber bi Hecê ve diçû
xwarineke mezin çêkir, di nava kesên amade bûyî de, hejmarek
sitranbêj û dengbêjên zîrek û gelek mûzîsenê jîr, hunera xwe pêşkêş
kirin ).
Careke din derbas dibe û dikeve pesnê Baba Senqer, serdarê Bertîk,
diherêma DÊRSMÊ de û jîrbûna zanistî û hişmendiya wî, ya ku ji hemî
Mîrekên Kurdistanê kêrhatîtir bû û xwedî têgihiştinek qenc ji mûzîka
kurdî re bû.
wêneyekî têr û tijî digihînê ber destê me, di pesindana mehrîcanekê
de li keleha Betlîsê û dibêje: ( dengbêj û sazbendên kêrhatî hunera
xwe bi saz û awaz li gorî rêkên kurdî û bingihên Erebî û robarên
Farisî û yasayên Ecemî, şahî xistin dilê mirovan, hêrs û coş bilind
bû, dengê wan xwe gihande ber bi ZUHEL ve ).
Xanî jî ev babet bê par nehêlaye, em dikarin pêmayên Xanî bêxin 3
core, her yek ji wan mijarekê dinerxînê.
A-_Nav û nîşanên meqamên di kurdistanê de belav
Her çendî wêneyên wî bi şêweyekî rengdarên wêjeyî ne, lê ew ji me re
van meqaman bi nav dike:
1-Işaq, 2-Newa, 3-Eraqî, 4-Oç,5-Kirdan, 6-Zehawî,7-Geşt,
8-Şehnaz, 9-Hezîn,10-Ahing,11-Ternem,
12-Serûşî,13-Seba,14-Seda,15-Medrab,16-Nûbiharî, 17-Şahîn, 18-Hewa,
19-Perde, 20-Dilriba,21-Dilgeşa, 22-Nexme, 23-Nisfiye, 24-Hezar,
25-Awaze, 26-Gulrex, 27-Dilare.
Xuya ye ku Xanî pispor e di dengbêjiyê de, dema ew awaz û malikan ji
hev vediqetîne û hicrikan parçek ji meqaman dibîne, di navkirinê de
meqamê Rehawî zortirîn meqam dipîve, ji ber ku meqamê Rehawî û Semaî
bi hev re dibin ristek di hev de hûnandî.
Gelek gotinên bi amanje hene li cem Xanî dibe ku ew gotin vedigerin
pênavdana mûzîka Kevin yan ew bi xwe meqam in, nimûne ji wan wêneyan
ev navên hene.
1-Zemzeme, 2-Zêrgule, 3-Sazkar,4-Sefa,5-Tenane, 6-Gulîstan,
7-Gulezar,8-Lalerox , 9-Tent û Test,10-Naz,Nazenîn , 11-Nesîm,
12-Nîgar, 13-Norsîde, 14-Newroz,15-Bizim, 16-Ded, 17-Camî
cem,18-Gulrex,19-Şebdîz, 20-Zengule, 21-Berqe-a,Muberqe-a, 22-Terz,
23-Muxalif,24-Meqlûb, 25-Bêdad, 26-Dilniwaz.
Gelek hevok û gotinên din hene pisporên mûzîkî dikarin di çarçiva
Qalibê mûzîkê de wergerînin, her çendî helbestvan (XANÎ ) bi xwe
gelek amanje bi meqaman kiriye, tê de tê xuyanîkirin ku ew bi mûzîkê
û qanûnên wê agedar bû, wekî dibêjê: Meqamê Kurdan, li ser nay û
bilûrê tê gotin, Meqamê Saz li ser Çeng tê lêxistin û .....h,d .
B- Navê Amîre û sazên dihatin bikaranîn wekî.
1-Def , 2-Qanûn, 3-Çeng, 4-Rebab û kemançe,5-Muxnî,6-Ûd ,
7-Tenbûr,8-Sûr,Qerne,9-Naqûr,10-Sentûr, 11-Nay, 12-Saz û sazan,
13-Kews, 14-Zirne, 15-Nefîr, 16-Mehter, 17-Tebil(xan û sazan),
18-Zêr, 19-Bemp ,20-Ceres, 21-Medrab .
C-pisporiya di warê mûzîkê de:
Xanî evan komên bi mûzîkê mijûl dibin li ser hejmarek rêzan wan dide
pêş, hemî kesên bi saz û sazbendiyê mijûl dibin, bi alîkariya hev
awaz û sitranê pêş dikin, wî ev rêzik û çîn gotine:
1-Ramişger, 2-Xoşnewa, 3-Xoşdeng, 4-Mutrib, 5-Qewal, 6-Muxnî,
7-Xezel Xuwan(hem),8-Xwaninde, 9-Bezlego, 10-Çengî, 11-Terane,
12-Gewînde, 13-Niyahe, 14-Saz, 15-Reqas .
Di dawî de em dikarin van rengên govendê ji peyva Sema ferehtir
bibînin wekî Xanî wan ji hev bir bir dike û navên wekî, (Bêrîte,
Sema, Saz, Govend), dîsa emê bi ser ve zêde bikin (Tentene, Deb debe)
tevlî wan rengên dîlanê dibin. Di vê serdema me ya nuh de gelek nav
û gelek dîlan têne bikaranîn, wekî ( Dugavî, Şêxanî, Hûrzê, Qulingî,
Giranî, Milan, Bablekan, Bagiyê, Siqcanî, Darhejîrokê, Navincî ....)
.
4-Xeml û Xêz:
Li bajarê Amedê, bazara Eskerî, xeml û xêza renga reng hebû, cawên
biha, gewherên giran, di bazara bazirganan de dihatin firotin, Wilya
pê de diçe û pesnê tevnrîsan û hunera wan di radeyek bilin de di
hilsengîne, ta wekî di ser neqşê Manî û Behzad re dibîne, pê de diçe
û li ser terziyên bajarê Betlîsê radiweste û berhemên wan di hemî
deveran de têne firotin, tevlî çermên rewajtî yên ji welatê Fîrenc
re dihatin diyarî kirin, çawa sûka hevrûş û cawê biha û xwarin û
vexwarinê bi mita û çêj bi destê Betlîsiyan dihatin çêkirin, di nava
behs û bilêvkirina Sinetê çekan(sîlah) û cil û berg û solan di
bajarê Amedê de,di rêzên li pêş de bû.
Xanî,ev babet bêpar di nava Mem û Zînê de nehêlaye, bi rengê wêneyên
torevanî, xistine nava destana xwe, navê gelek xeml û xêzan gotiye
wekî:Guşware (Guhar), Nitrik, Serbend û Zînet, Qeseb û Yord, Bazin,
Hecle, Xermehre, More, Morik, Mirarî, Zêr, Zîv.
Ji kevirên nasift nave (Dir, Mirwarî, Goher, Lael, Yaqût, Ziyûr,
Mircan, Zimrid, Elmas).
Ji cil û bergan, navê, Eskûf, Cilxo, Meacer, Meqirme.
Ji cawan jî navê Dîba, Herîr, Xez, Istebreq û Sindus, Şîba, Dibîq
tîne.
5-Alav û Xwarin:
Her çendî peydabûna alavên xwarinê ne girêdayî ye bi pêşketina
şaristaniyê, cîhana nûdem jî bi xwe re ew gavên pêşketina rîtma
rêveçûnê bi xwe re hinek tiştên nû, li jiyana mirovahiyê zêdekir,
her wekî Wilya Çelebî dibêjê: (di bazarên Amedê de, sûkên zêrkeran
hene, alavên zîv û destekên zêrîn yên bi kevirên nasift dihatin
çêkirin, di cîhanê de wekî xweşikbûna wan peyde nabin ).
Di pesindana şîvekê de ya ku Mîr Zeynidîn ji mêvanên xwe re
pêşkêşkirî, Xanî navê Alavên xwarinê di wan de hatîn danîn gotiye :Lingirî
ya ji zîv û zêr e, Caşne, Sehne, Serpoş, Tibsî, Camê Fexfûr, Meşrebe,
Alayaxa Çînî, Mecmer(tifka bihn û bixûrê), Cam, Qedeh, Tebeq, Legen,
Misîn, Qerîe, Inbîq .
Vexwarinên bi meyê re dihatin gotin wekî: Bade, Mey, Medam, Xemr,
Xemrê Telal, Derd, Şerab, Ereq, Erqî gulab, .....
Ev vexwarin digel navên xwarinê dihatin wekî: Beryan û Kebab, Team
ceb û şîrîn, Elwan Xeza, Neqil rengîn, Narinc, Tirinc, Nar, Lêmû,
Nûbawe, Şaxsarî mîno, Fanîz, Nebat, Qend, Şekir, Gulqend.
Her bivê ve girêdayî, Xanî navê Bihn û bênbînokan dibêje wekî: Mawer,
Ziyad, Misk, Enber, Ezfer, ûd, Gulab, Itrî Şahî, Bixûr .
6-Çek û Rext:
Bêguman peydebûna çekan, xwe digihîne serdema bîreweriya mirovan û
gengeşa dinavbera wan û xwezayê de, çêkirina çekan bi dîtina hesin
pêşket û çêkirina barûdê kete qûnaxeke din, her çendî di ewropa de
karîn bi wî çekî, kelehên Kapîtalîzmê hilweşînin, di wê çerxê de ev
rengê sîneat kete kurdistanê, bi taybet di çerxa Mîrekên Botanê de (Bedirxan
Paşa) û Baban û Soran (Mihemed Paşa) ta wekî roja îro di (methefan)
de ne. Wilya Çelebî navê şûrên Betlîsê dibêje: Şêxanî, Meqrawî,
Zîwer, Zên, di gel çêkirina Tîr û Kevanan.
Xanî her wekî pesindariya yaran bi wêneyên nêzîkî navê çekan têne,
ew şêwe hemî helbestvanên kevn bikar anîne, (Zêre, Zend, Binber, Şîr,
Şeşber, Carane, Coşin, Zendane, Mexfer, Gurz, Rim.
Ev wêneyên di serî de me diyarkirîn, bêguman ne ji hest û xeyala
helbestvan in, lê ya rast evqas nav û nîşan berdestbûn, rengê
şaristanî û mîjoya gelê Kurdistanê, raste rast tîne ber çavên me û
rê li ber çi kesê bixwaze dîrok û şaristaniya gelê Kurdistanê wînda
bike digrê.
Pirseke bi serê xwe heger bête kirin û bêjin: Evqas nav û nîşan,
dîrok, wêje, avahî, xeml û xêz, alav û çek, bi ku de çûn û çima ew
pêma di destê me de nînin û
wê demê ezê bibêjim: Evaya çîroka rojhilat giştiye, ferhenga wê ji
tîpên ar û rûxandin û şewat û talankirinê têr û tijî ye, ezê libîr
bînim çîrokek wekî vê, rojekê li Bexda çêbû, şaristaniya Ebasiyan di
çend rojan de li ber piyê HOLAKO rûxa û hilweşiya, lê çîroka me û
çîroka hemî welatê bi çerxan mayin bin zor û zordariya Osmaniyan de,
ji bilî wêran û paşketinê, ji refê cîhana ber bi pêş de, bi zanebûn
ked û bizava hemî kesî talankir û bi lepê xwe, çi tiştê ava,
pelixand û li ber bayê berdan, bi armanca rakirina navê miletekî ji
neqşê cîhanê, çi kêrê nebûyî di cîhanê de, bi imperatoriya sefewîyan
re ji qadê maliştin, hergo ev cihê xem û dilsariyê ye, lê ya rast ew
e, miletekî azadîxwaz ticarî ji hîm û hêza xwe nakeve, mîjoya
neteweyekî ji qadê hilnafirê, mademkî mîjoyek têr û tijî, bi rêk û
pêk, ya ku Ehmedê Xanî gihandiye berdestê me, bêguman cihê rêzê ye
navdêrên qedir giran, wekî Goran, Pîremerd, Cizîrî, Feqê Teyran,
Herîrî, Mehwî, Şêrgo, û...... h,d. berhemên xwe wekî yadîgar û xelat
ji me re li pey xwe hêlane, her gav û kêlî li perda dilê me dixin û
giyanê vejandina netewa kurd gur û geş dikin.
Jêder:
- Xwendin û wergerandin ji pirtûka Izzedîn Resûl ((Ehmedê Xanî
helbestvan û ramanger )).
- Mîjoya dewlet û şahnişînên kurdî - M. E. ZEKÎ
- Mîjoya kurdistan - CEGERXWÎN
- Hejmarek ji pirtûkên dîrokî û govarên kurdî .
- Ji devê çîrokbêj û rihsipiyan. dawî 5-12-2005
|