|
Helbestvan: Cemal Sureya
Wergera ji tirkî: Jîr DILOVAN
Li rawestgehê sê kes
Mêr jin û zarok
Destên mêr di berîka wî de
Destê jinê di destê zarokê de
Mêr xemgîn
Xemgîn e mîna stranên xemgîn
Jin xweşik
Xweşik e mîna bîranînên xweşik
Zarok
Xemgîn e mîna bîranînên xweşik
Xweşik e mîna stranên xemgîn
|