Fehmî Balayî
Dema mirov li berhemeke afrandinê binêre ji aliyê estatîkê ve
girngiya wê berhemê tê aşkerekirin ev jî weke şêweyê zanistî di
berhemên cuda de tên encamdan. Nîvîskarek bi rêya peyvan berhemên
xwe diafirîne. Hunermendek bi rêya resimkirinê diafirîne. Li vir
jibo me eşkere dibe ku her yek bi zimanekî taybet berhemên xwe
diafirîne. Di qonaxên pêşdeçûna mirovayetiyê bi rengê hizirkirinê
û bi rengê dîtinê. Di hundirê mirov de, di navbera hizir û hunerê
de rastiyek heye. Ev jî bêhtir di hunerê empressionisimê de
diyar dibe. Ji bo me cîhaneke şefaf a pêl bi pêl hatî avakirin li
ser tîrojkan û bêhtir diyar, ji rengên xwe em dikarin vê diyar
bikin, li ser wê cîhanê ya vê yekê ji bo me eşkere dike. Her yek
bi nêrîneke cuda û rêbazeke cuda vê yekê pêk tîne. Lê armanca
hemûyan yek e. Huner tiştekî bê dawî ye ku dibe dîroka mirovatiyê
li pêş çavên rêvingan dîmen tên guhartin bi berdewamî û nayên
zivrandin. Ev yek her tim di xaleke binecih de ye û berdewamiya
guherînê ye û li gor qonaxên jiyanê çavdêriya karwanê vê yekê
dike. Li vir em dikarin bêjin xaleke binecih heye, ew jî armanca
hunerî ye, ew hizra rojane li pêş çav e û li dûv diçe. Ma ev yek
tê rawestan û di cih de dimîne? Ev pirs ne rast e. Rastiya vê yekê
her dem di rêya xwe de berdewam e. Beşdarbûna hemûyan di vê
armancê de nabe rêgir, pê re her yek bi nêrîneke cuda lê binêre.
Gelek caran li cem hunermend ev yek diyar dibe û dibe sedema
dudiliyê. Ev jî wê diyar nake ku bibe sedema afirandina ciwaniyê.
Ew rê ya rûdan tê de tên nîşandan. Ev ciwanî ji afirandina
hunermend diyar dibe. Li vir mirov dikare bêje huner bizaveke
afrandin û ciwaniyeke bi rumet e. Ciwanî bi nêrînên hundirî û
felsefî tên zanîn. Dîmenên tîrêjên rojê li ser bilindiya çiya û
daristanan ciwaniyek e, lê ciwaniyeke bi bandor e. Ew ciwaniya ku
hunermend bikare di hunera xwe de pêk bîne û biafirîne. Li vir
dîyaloga di navbera berhemê hunerî û temaşevanî de karê hunerî
peyda dike. Nepeniya vê yekê jî, huner bi xwe ye. Dîroka hunerî
hunerên cuda cuda diyar kirine. Yên ku diyar bûne bi hezaran sal
in di hemû deman de vê yekê ji girêdanên hizrê yên ku li ser ferz
dikirin, ji bo ciwaniya hemû hizran rizgar dike. Dema balinde
difire wênegirê fotografî dikare bi kamerayê vê firê rawestîne,
resmê wî bikşîne û binêre. Berdewamî tê de tine û tenê dîmenek jê
diyar dibe. Lê berdewamî û bizav, her yek ciwaniyekê dide.
Lêkolînên hunerî wê yekê diyar dikin ku kûrayî û zanyarî li ser
naveroka karê hunerî bi xwe ciwanî ye. Bi vî şêweyî têkeliyên di
navbera huner, mirov û xwezayê de giring in. Rola hunerê di
ciwaniyê de ew e ku di jiyanê de xweşiyekê dide mirov û jiyanê pê
dixemlîne. Pêwîst e em kûrtir li vê yekê binêrin da kilîla rastiya
vê yekê û xala destpêkê ji bo me eşkere bibe. Ji demekî ku mirov
peyda dike ne ji bo sûda xwe ji bo leyistin û afirandinên bi her
rengê hunerê dest pê dike û ev yek bi karekî hunerî tê nasîn. Bi
van haletan hewldanek peyda dibe ji bo têkdana wan sînorên xwezayê
ku li ser me hatine ferzkirin huner dest pê dike. Di civakên kevin
de peyker an jî resim bi rengekî destanên olî, yan rudanên dîrokî
ta çêkirin ku dîmenên xwe pê binecihkirinê. Herweha di demeke
nêzîk de bêhtir hestkirin bi ciwanî û afirandinê dikir. Em dikarin
rengdaneke din diyar bikin, ew jî cîhaneke nediyar a afirandinê
ye. Ya ku pê hizir û hest dike û xwe pê ve dibîne. Ku hunermend
dikare di cîhana ji derve de pêk bîne. Bi berhemê hunerî van
hestên hundurî dide pêş çavê her kesî. Bi vî şêweyî gelek caran ji
bo xweza bê veguhastin huner dibe pêwîstiyeke afirandinê. Lê bi
rêyên taybet.
Heger em li tabloyên hunermendên mîna Renwar, Durin û Sutin
binêrin, nêrînên wan ji bo xwezayê ji cîhana ji derve de ku
wêneyekî jê werbigire, yek ji dîmenên ji derve wergirtî her yek bi
tenê afirandina hundurîn e. Lê bi nêrîneke taybet ya hunermendî,
mîna şanogerekî ku li ser depê şanoyê û bizava zarvekerî li gor
daxwazên derhênerî bikaribe peyvan bi kar bîne. Huner rastiya
derunî ye ji bo nêrînên ji derve, yan a derdikeve ji mirovî û
cîhanê. Herdu bi hev re vê yekê pêk tînin û wateya ciwaniyê didin.
Ev yek ji mucîzeyên mirov û girêdana wî bi xwezayê re, mîna ruh di
laş de be.
Ger em awirekê bidin hunera empressionisim, em ê bibînin ku li pêş
çav reng giringiyeke mezin e. di pêkanîna karekî hunerî û hesta
ciwaniyê de peyda dike û bandora xwe li ser hizir û hestên
hundurîn ên mirovî dike. Ev huner, hunera dîmen û rengê ye. Dema
em behsa empressionisma dikin komeke reng dikevin ber çavên me,
sêber û ronahî têne hestkirin. Bi lez bi karanîna firçeyan û cihê
lêdana wan bi çend rengên ciwan tên xemilandin, paqijî û ciwaniya
bi karanîna rengan bi şêweyekî ciwan û hişiyar bi karanîne. Sêber
bi komeke rengên sar ku rehetî li def me peyda dibe. Ronahî bi
komeke reng tê bi karanîn. Wek rengê porteqalî, zer, oker û tonên
wan. Wisa reng hesta bînerî ber bi tabloyê dibe. Ji ber sedema bi
karanîna wan cureyên rengan mirov di van rengan de germî û sariyê
hîs dike. Dema em li tabloyên hunermend Sezan, Clod Mune
û Alfred Sisili binêrin dê bo me diyar be, ku mirov hest bi
wan deman bike, av û hewayên wê dema ku tablo dirust kirî. Ji ber
ku van hunermendan piraniya tabloyên xwe li der ve dirustkirine.
Ji ber vê yekê mirov av û hewayê li derve hîs dike. Di vî şêweyê
hunerê de rizgarkirina firçeyê bo ji nepeniya lêdana wî, bi rengên
zeytî û hemû aliyên firçeyê. Bitaybet bi firçeyên pan ji bo
pirkirina buşahiyan di tabloyê de reng bi paqijî bi karanîne.
Bitaybet rengên sor, narincî, zer, oker û kesk ku bêyî tirs li
cihên ronahî lê bi kar danîn. Hunermend Gaugan rengê sor ji
bo sêberê jî bi kar dianî. Sêber û ronahî li def hunermendên
empressionism giringiyeke mezin hebû. Bitaybet li def hunermend
Sisli, Mane, Renwar û mune. Ev rengên ku dihatin bikaranîn hin
caran bi rengên taybet an tenê bi rengekî û rengên nêzîkê rengên
mîna Gaugan, Vangogh û Folarm. Yan jî bikaranîna komeke
rengên guncayî mîna yên hunermend Renwar, Sizan û Krus.
Reng li cem empressionismê bêtirs dihatin bikaranîn. Ji ber ku
ezmuneke mezin li ser vê yekê hebû. Gelek caran rengên sor ji bo
darên kesk bi kardianîn. Yan hin giringî didan rengê nav û îmzeyên
xwe li bin tabloyê bi tîpên rengîn dinivîsîn. Gelek girîngî didan
hêlan jî.
Li vir mirov dikare nêrînên ciwaniya hunerê li ser du şêweyan bide
xuyan;
- Bi nêrînên hunermendî şêweyê ciwaniya hunerê .
- Li ser yasayên zanistî şêweyê zanistî
Mînak:
Dema ku mirov li derketina rojê dinêre, nîvê wê li nav deryayê û
nîvê din li derê ye. Mîna rengekî porteqalî bi rengê sor ve tê
xweya kirin. Ev dîmenê ciwan ê xwezayê bala mirov dikişîne.
Bitaybet evîndarên hunerê, yên ji hemû nêrînên din dûr.
Lê nêrîna zanistî ya xwezayê vî dîmenî li ser şêweyekî zanistî
şirove dike. Têkiliyên di navbera av û ezman de bi sedemên
peydabûna rengê porteqalî bi şêweyekî zanistî şirove dike. Lê karê
hunerî bala me ji dûr ve dikişîne.
Li bin bandora huner ji bo vê dîmena li ser bingehê ciwaniya
hunerî, Ji bo hest û xweşiyên me bi tenê babetekî şirove dike.
Li vir mirov dikare bêje ciwaniya hunerî wijdana mirovî ye û xweşî
û hestkirin bi ciwaniyê jî armanceke mifayî dûr e. Ji ber ku gelek
tişt hene mirov jê sûdê werdigire, lê dibe ku hestên ciwaniyê tê
de tune bin... Felsefeya nû ya mîna yên Croce, Ruskin,
Tolostoi, Nitzçe, Santayana ûwd...
Li ser vê yekê Croce Benedetto dibêje: “ Wêneyên mêjuyî
hest û wujdan in. Ji ber ku lêgeryan pêwîstî bi ezmûna kar,
kiryar, û bidestxistinê heye.”
Descartes
li ser estetîkê dibêje: “Rêjeya ciwaniyê di xwezayê de rêjeyî
ye.” Di pirtûka xwe ya bi navê Pêşgotinek li ser Musîkê
de dibêje: “Hestkirin bi ciwaniyê ve bînerî vedigere.
Ev jî di pîvana hest, viyan û têkiliyê de û di qada hunerê de
peyda dibe.”
Li ser musîkê têkiliyeke di navbera mejî û hestkirinê de girê
dide. Ji ber ku mûsîk giringiyê dide hestên guhdanê, guhdana
parçeyekî mûsîkê, li ser bingehekî zanistî û bi rêkûpêk ciwaniyê
derdixe holê. Ev jî di hunerê de vedigere şiyan û afirandinên
hunermendî. Ev yeke jî şert nîne ku li cem herkesî wek hev be.
Dibe ku li cem hin kesan tiştekî normal be û li cem hin kesan ne
ciwan be. Li vir Descartes ciwaniyê dike şêweyekî rêjeyî û refiz
(mendele) dike ku mutleq e. Ev jî dimîne li ser rêjeya ciwaniyê ya
li cem herkesî. Eflaton, ciwaniya hunerê dike ciwaniyeke
veşartî. Vê jî bi afirandinên hunerî mirov dikare fêm bike. Ji ber
ku ne şêweyekî eşkere ye ku mirov bi hêsanî bi wê ciwaniya veşartî
hest bike. Hestkirin bi hebûna navxweyî ya Derûnî.
Pascal
dibêje; “Zimanê zelal, xweşik, reyalîteyî û ciwan wêjeyeke
serkeftî pêk tîne. Giringiya tîpan nîne heke bi şêweyekî rêxistî
ya peyvekê pêk neyên.” Giringiyê dide realît e û ciwaniyên di
wêjeyê de. Ger ev şêwe jî bi nermî û ciwanî û rêxistî di azadiya
hizrê de bê bikaranîn.
Sçiller
digot: “Huner rêyeke ji bo peydakirina mirovekî gihiştî, paşî
azad û bidestxistina azadî û rastiya jiyanê. Peywendiya di navbera
ruh û xwezayê de yan di navbera wêne û madeyî de. Ji ber ku ciwanî
jiyan e û wênê rastego ye. Wêne şiroveya wateya jiyanê dike. Huner
li ser madeyî sultanê mezin e. Ji ber ku dikare li ser zal (sift)
bibe û li bin bandora xwe ya afirandinê bihêle. Pêwîst e bîner jî
bi azadî xweşiyê ji vê yekê werbigire. Navxweyî cîhan e û cîhan
navxweyî ye. Derûn di serbestiya cîhana xwe de vê ciwaniya azad
hildibijêre.”
Fridriç Hegel
dibêje: “Hunera rasteqîn ew huner e ku mirov li ser hewl dide
realîteyê zal bibe û derbirînê ji ciwaniya bilindiya xwezayê û
realîteyê bike. Huner ne zarvekirin e, lê hewldaneke ji bo
eşkerekirina naveroka veşartî ya rasteqîne. Serkeftina karê hunerî
li ser pîvana eşkerekirina ruh û derbirîn ji rastiyê ye.”
Huner li cem Hegel: “Rêbazeke ji rêbazên paqijkirina derûnî ye.
Huner ew ruh e ku; hizrê di nav xwe de bi şêweyekî azad dike di
resenayetî û afirandinê de. Lê hertim hizir li pêş e, ji ber ku
huner hizirkirneke mejûyî ye. ji bo bi destanîna ciwaniya hunerî
Lêgeryan e..
Li vir mirov dikare li ser ciwaniya hunerê bêje: Ciwanî beşeke
ji beşên felsefê ya ku lêkolînên hizirkirinên mirov di ciwaniyê de
û hestpêkirinê ye. Paşî gihiştina biryarê li ser karê hunerê ye.
Li ser vê yekê pênasa ciwaniyê dibe sê qonax:
1- Qonaxa Texmînê '
2- Qonaxa Hestkirinê
3- Qonaxa Biryardanê.
Li vir mirov dikare ji dîrokê heta niha çendîn pênaseyên cuda cuda
li ser vê yekê bigire pêş çav û her yekê di dema xwe de xizmeta
huner û pêşdaçuna civakê kiriye. Wêje û felsefe jî li ser vê
bingehê pêk hatine. Dema em li dîroka felsefe û ciwaniya Grek
binêrîn, mînakên weke Eflatonî tên pêş çavên me û gelek
berhem û nêrînên felsefî li ser ciwaniyê pêk anîne. Eflaton
dibêje: “Ji ber xweza ya ciwana û sêhrî ya Grekîstanê, pêwîst
bû ku grekî pal bidin zewqa ciwaniyê û şiîr, efsane û diramayan
binîvîsin.” Eflaton yek ji wan kesan bû ku yekem car jêderê
ciwaniyê di felsefeya grekî de aniye zimên. Ciwanî li cem wî
girêdayiyê wê hunera ku îlham ji aliyê xwedayên hunerî dihat, ku
nûnertiya îşaretên remz û efsaneyan dikir xwedawendên mîtolojî,
komîdiya, dîrok, nexwşî, reqis, şiîr, stran, felek ûwd...
“Ciwanî girêdayî xwezayê ye, xweza çavkê ciwaniyê ye. Ji ber ku
jêderê rastî û xêrê ye.”
Xweza serkaniyeke ji bo hunerê hin beşên biçûk di xwezayê de
dikare ji xwe re bike çavkanî. Lê karê hunerî û afirandin ji aliyê
hunermend tê kirin. Xweza mîna ferhengeke peyva ye. Mirov dikare
rastiya peyvan ji vê ferhengê bigire. Lê parçe-helbestek an jî
nivîsek ji aliyê mirov ve tê afirandin. Ciwanî ji hundurê
hunermend derdikeve di gel ezmûnên wî di reyalîteyê de girêdayî
hundurê wî û xeyal û şiyanên hunerî ye. Li ser vê yekê Tolstoy
dibêje: “Mirov dikare bîrûbaweriyên xwe bi rêya gotinê bigihîne
hin kesan. Lê dilovanî û hestên xwe jî bi rêya hunerê.”
Ciwanî diyardeyek û rastiyeke girêdayî hundurê mirov e. di tiştekî
de taybet û babetî ye ku bi ciwanîyê digirnije. Lê ew rastiya
rêjeyî tê guhartin û ne mutleq e yan giştî ye û nalive. Hunermend
dikare li ser bingehê afirandineke xurt a hunerî tiştên ne ciwan
di hunera xwe de ciwan bike.
Ev yeke jî di nava xwe de dibe bedewî li gor bandorkirina karê
hunerî li ser hestên mirovî. Mirov dikare li dawiyê bibêje ku ev
peywendiya destpêka jiyana mirovan taku îro jî peywendiyeke bi hêz
digel mirov de heye.