rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 

 
 


 


SIRÛDA BARANÊ

rojava.net 11.01.2006

 





BEDIR ŞAKIR ES-SEYYAB (1926-1964)
JI EREBÎ: EBDULREHMAN EFÎF



Berbangê çavên te du daristanên darên xurman in
Yan du pencere, heyv bidûrdikeve ji wan
Çavên te ko dibişirin, rez pelandidin
Û şewq dîlanê dikin.. mîna heyvan di çemekî de
Dema berbangê bêrikên qeyik aram wî dilerizînin
Têbê di kûrahiya wan de lêdidin stêr...


Û di mijek ji xemgîniyeke zelal de binavdibin
Wekû deryayê dest di ser re dirêjkirin êvarê
Germa zivistanê tê de û hejîna payizê
Û mirin û çêbûn û tarîtî û ronahî
Û di tevahiya giyanê min de, ricfa girî şiyardibe
Mîna canmesta zarokekî ko ji heyvê bitirse.


Têbê kevanên mijê ewran vedixwin
Û dilop bi dilop di baranê de dihelin
Û zarok di bin sîkên rezan de di ber xwe de keniyan
Û bêdengiya çûkan li ser daran diqdiqand
Strana baranê
Baran
Baran
Baran
Êvar baweşkiya û ewr hîn berdewam in
Heya tê ji wan dirjînin hêsirên xwe yên giran
Têbê zarokek berî ko razê dest bi tevhevgotinan kiriye:
Ko diya wî- dema ew berî salekê şiyarbû
Û ew nedît, û çaxa wî dev ji pirsa xwa berneda
“ Jê re gotin: sibnadisib wê vegere”
Bêguman wê vegere
Û heger heval jî pistpistiyan ko ew li wir
Li aliyê gir xewa miriyan razaye
Ji axê dixwe û baranê vedixwe
Têbê nêçîrvanekî kovandar toreyên xwe didehev
Û lanetê li avê û qederê tîne
Û stranê belavdike dema heyv direava
Baran
Baran
Ma tu zanî çi kovaniyê baran vedijîne?
Û çawa mezrîb ahînê dikin ko bariya?
Û çawa yê bitenê tê de bi windabûnê diheste?
Bêdawî- mîna xwîna rijyayî; mîna birçiyan,
mîna evînkirinê, mîna zarokan, mîna miriyan- wiha ye baran
Û çavên te min bi baranê re difirînin
Û li dora pêlên kendav birûsk destên xwe
Di ser beravên Iraqê re dibin bi stêran û sedefan
Têbê nêzîk birûsk dê ji wan derbikevin
Lêbelê şev xwîncilekî bi ser wan de dikişîne.

Ez bi kendav de diqîrim : « hey kendav
Ey diyarîdarê lûlû û sedef û mirinê
Dengvedan li min dizîvire
Wek kûrgirînê:
“Ey kendav
Ey diyarîdarê sedef û mirinê..”

Hema ez guhdarîdikim bêçawa Iraq tavan hiltîne
Û birûskan di deştan û çiyayan de didehev
Û ko zilaman mohra wan vekirin
Ba ti şûnê ji Themûdê
Li newalê nahêle.
Hema tê min dengê vexwarina darên xurman ji baranê re
Û nalîna gundan tê guhên min, û penaber
Berxwedanê li dijî bayên kendav û tavan bi werîs
Û qeyikbêrikan dikin, distirênin
“Baran
Baran
Baran
Û li Iraqê birçîbûn e
Û demçinîn berheman û beran belavdike
Da qirak û kulî têrbixwin
Û destar û kevir bihêrin
Destar di zeviyan de digerin...li dora wan mirov in
Baran
Baran
Baran
Û bêçiqasî me roja koçkirinê hêsir barandin
Û me kir sûcê baranê- tirsa gazinan ji me bikin-
Baran
Baran
Û ji dema em hîn zaro bûn, esman
Di zivistanê de ewrdigirt
Û baran dibariya
Û hersal- dem şînbûna axê- birçîdibin em
Ti sal nebihurîne bêko Iraq bê birçibûn be
Baran
Baran
Baran
Di her dilopekê de ji dilopên baranê
Yeke sor yan zer ji bûkên kulîlkan.
Û her hêsrek ji birçiyan û taziyan
Û her dilopek bê rijandin ji xwîna bindestan
Ew bixwe bişirînek e di bendemana berbangeke nû de
Yan memikek e di devê nûçêbûyekî de sorbûye
Di cîhana sibe de, diyarîdara jiyanê
Baran
Baran
Baran
Wê Iraq bi baranê gîhabide


Ez bi kendav de diqîrim : « hey kendav
Ey diyarîdarê lûlû û sedef û mirinê
Dengvedan li min dizîvire
Wek kûrgirînê:
“Ey kendav
Ey diyarîdarê sedef û mirinê..”


Û kendav ji danên xwe yên pirr belavdike
Li ser qûmê, kefa xwe ya şor, û sedefan
Û jibermayên hestiyên binavbûyekî belengaz
Jji wan penaberan ko hey mirin vedixwar
Ji gurrînpêlên kendav û binê wî yê herî binî
Û li Iraqê hezar mar xweşbêhnê vedixwin
Ji kulîlkekê ko Firat wê bi xunavê xwedîdike
Û ez dengvedanê dibihîzim
Dizengile di kendav de
“Baran
Baran
Baran”


Di her dilopekê de ji dilopên baranê
Yeke sor yan zer ji bûkên kulîlkan.
Û her hêsrek ji birçiyan û taziyan
Û her dilopek bê rijandin ji xwîna bindestan
Ew bixwe bişirînek e di bendemana berbangeke nû de
Yan memikek e di devê nûçêbûyekî de sordibe
Di cîhana sibe de, diyarîdara jiyanê.

Û baran dibare...


 

 





 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE