| |
Da wate nemînin hefsî
Xelat Ehmed
Radeya nivîsandinê ya hêjayî navê toreyê helbest
e, helbest hişê ziman e.
Barê milê helbestvan e rêzên me yên xwendin û
nivîsandinê veciniqîne û awayekî nuh ji pêkanîna
peyvan û sazkirina hevokan derbasî giyanê ziman
bike.
Helbest dikare me hîn bike ku em tiştan ,
buyeran û jiyanê bi awayekî ji bilî yê ku heye
bibînin.
Demeke dûr û dirêj e zimanê kurdî mîna miletê
xwe ji aliyê çandên serdest ve vegirtî ye. Yek
ji awayên berxwedana hebûna miletê kurd
hewildanên parastina ziman e. Ev yek jî tenê bi
nivîsandinê çareser nabe, divê xwendevan hebin ,
xwendevanên rewşenbîr ku bikarbin baş û xirabiya
nivîsan ji hev veqetînin û ziyana ku dighe
zimanê toreyî rawestînin.
Helbesta kurdî ya nûjen qunaxa damezrandinê
derbas kiriye û heya radeyekê zimanekî helbestî
di kurmancî de peyda bûye , ji helbestvanên
ciwan tê xwestin ku vî zimanî bi her aliyê
jiyanê de bikişînin , nêrînin nuh bidin peyvan û
wêneyên dewlemend ji fentaziyeke bi
rewşenbîriyeke cur bi cur û berfireh ava bikin.
Jiyaneke nuh bidin zimanê kurdî û bi heman
berfirehiyê ji kultura xwe xezîneke giyanî û
ferhengeke mezin werbigrin, da em bikaribin ji
wêneyên helbesta xwe yên kilasîkî derkevin.
Ez jî weku ezmunekê hewil didim tiştekî ji vê
yekê pêk bînim , zimanê kurdî bi nazdariya xwe û
dewlemendiya kultura xwe bi qasî ku vê yekê
hesan dike wilqasî jî zehmet dike.
Nazdariya zimanê rojane veqetandina zimanê
helbestî zehmet dike, ji ber wisa helbestên min
yên pêşî ez pir westandim, ne tenê heya min
peyvên xwe hilbijartin û hevokên xwe saz kirin
bi awayekî ku bikaribin raman û hestên min bêjin,
lê heya min karî xwe ji wêneyên ku her tim têne
dubare kirin jî birevînim û heya ziman bi xwe
canê min qebul bike û sînorên tirsê ji navbera
min û zimanê helbesta min rabin.
Wêneyên ku bi xwe ji paşxaneya min ya kurdî têne
der bi xwendina berdewam ji çand û toreya cîhanî
re hevdu têr dikin, da wate nemînin hefsiyên
peyva ku pê hatîn gotin lê di hişê her
xwendevanekî/ê de helbest bi xwe jiyana xwe nuh
bike.
Min jî wek bihtirîna helbestvanan bi babeta
heskirinê dest bi helbestên xwe yên destpêkê kir,
bi şêweyê xwe yê teybet di dîtina vê pêwendiyê
de, ya ku bi her awayê jiyana me ve girêdayî ye.
Min xwest ez dengê xwe yê jinane bê tirs derbasî
giyanê helbesta kurdî bikim. Weheye kesin vê
yekê pir nuh û cegerdar bibînin lê ya rastî ev
yek di kultura me ya devikî de heye, belkî di
van dehsalên dawî de hindekî ev şêwe winda bû lê
her û her ew beşekî pir dewlemend bû ji kultura
me. Yanî ez tenê hewil didim dîsa bînim holê lê
bi awayekî nuhtir û bi zimanekî toreyî.
şêwekarî jî rengekî behremendiyê yê ku pir ji
mercên helbestê tê de hene, di gelek zimanên
cihanî de karine ku van herdu huneran mîna
neynikê didin ber hev hene, di kurdî de heya ana
ez agehdarî karekî wesa nebûme, min xwest ez
tecrubeyeke bi vî awayî bikim, di vî warî de ez
agehdarî tabloyên şêwekar Reşîd Hesso bûm û pê
re qunaxa diduyê ji nivîsandina min destpêkir.
Dewlemendiya rengên Reşîd Hesso derfetek dida
peyvên min ku derbasî kurahiya wan bibin û
bikaribim wan tabluyan bi dîtina xwe bixwînim.
Heya vê qunaxê ji nivîsandina helbesta xwe ez ji
giraniya lêgerandina peyva kurdî hindekî sivik
bûm û canê ziman ez wek yek ji zimanên xwe qebûl
kirim.
Ji vê û pê ve ez dikarim li lehîstokên ziman û
hunandina wêneyan bibim xwedî û bê tirs li
şêweyê xwe yê teybet di helbesta kurdî ya nujen
de bigerim û her li dûv xewna nuhkirna ziman
bikevim û di lêkolîna helbesteke jîndar û
watedar de li ber xwe bidim.
Zurich 3.6.2006
|
|