Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

Bang: Xwedî li HRKRD derkevin


Em endamên her sê komîteyên Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve vê bangê arasteyî hemî endamên HRKRD û her rewşenbîrekî Kurd ku li dervayî welat dijî, dikin ku xwedî li vê saziyê derkrvin, û xwe tevlî kar û xebata wê bikin, bi hev re em bi hêz dibin û çanda kurdî geştir dibe, bi hev re em dikarin çewtiyan û kêmkasiyan û astengiyan bileztir çareserbikn, bi hev re em dikarin pirskrêkên ziman û çand û wêje çalak bikin.
HRKRD ya her rewşenbîrekî Kurd e, ku dilê wî li ser pirsgirêka gel û çanda gel be, em bi vê hêvînameyê bang li her kesekî Kurd dikin ku bibe alîkar di pêşketina çanda Kurdî de.

1- Endamên xwe ji HRKRD sarkirine û yên hinekî ji hevgirtinê xwe dûrxistine, vegerin hevgirtina xwe û rola xwe di geşkirina hevgirtinê de bi giştî bilîzin.

2- Rewşenbîrên Kurd yên ne endamên di hevgirtinê ne, andamên vê saziyê û beşdarî xebet û çalekiyên hevgirtinê bibin.

3- Rewşenbîrên ku nexwezin yan nikaribin cihê xwe di vê saziyê de bigrin, bi kêmayî piştgiriyê bikin.

4- Rewşenbîrên li hundirê welêt in têkldariyek xurt bi hevgirtinê re çêbikin û em bi hev re li ser hemî çalekî û daxwaz û pirsgirêk û pêşneyarên hev agahdar bin.

5- Hezkerên çand û ziman û wêjeya kurdî bi hemî şêweyan piştgiriya me bikin, ji bo pêşvebirina pirojeyên me û pêkanîna armancên hevgirtinê ku bi xwe armancên we ne.

6- Sazî û dezgeh û kom û komeleyên Kurdî, hevgirtinê agahdar bikin bo em piştgiriya hev bikin, çalakiyan bi rêve bibin, beşdarî xebatên hev bibin, li hev xwedî derkevin û bi hev re têkildar bin.

Ev hêvînameya me ji bo her kesî, bangeke vekirî û herdemî ye.

Telefon û navnîşanên têkiliyê ev in:

hevgirtin@rojava.net 
Nezîr Palo: nezir_palo@hotmail.com  Tel: 0049-0228 24 28 440
Tariq Hemo:Tariq Hemo: tariqhemo@hotmail.com
Ehmed Huseynî: amedocan@hotmail.com
Ebdilbaqî Huseynî: zanin88@hotmail.com



 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE