| |
Dîskoya Zikrê
Ferîd Xan
1.
Rûnên.
Mîna nîvehîvê rûnên. Çok bidin erdê. Keç û
xortan bi hev re dixwazim. Porên xwe vekin. Egal,
kum, kefî, şewqe û şarpe li serê we nebînim.
-Şerm nekin, adet e. Şerm hurmet, heram hukumet
e.
Yezdan got: Hûn helaliyên hev in îşev. Îşev
dawet e.
Xortek û keçek, xortek û keçek... wisa rûnên.
Milên xwe bavêjin pişta hev. Dixwazim elektrîka
di navbera we de bibînim.
Bêhna xwe berdin, kê xwe bişidîne gunehkariyê
dike.
Şerbet, hooo sakî!
Sakî, şerbetê bide keç û xortan. Bila vexwin,
ava rayên xwe dîn bikin. Heta liv bi canê wan
ket bila vexwin. Heta sor bi rûyê wan ket bila
vexwin. Heta ken bi çavên serê wan ket bila
vexwin... bila hêdî hêdî axaftin di binê hişên
wan de sar bibin. Bila gotin dizek dizek ji guhê
wan birevin.
Sakî qurban, şerbetê ji can, xortan ji keçikan
sar neke.
Kanê def, kanê derwêş...
Monotoniyê giyanê me hemûyan dagir kiriye. Em
aciz bûne û westiyane. Bêdengî niha gur e, alên
ku em hebûna xwe pê îspat dikin dixwe. Deng ji
me re divên, dengên ku vê qetlîamê rawestînin.
Ez dibêjim def... erê deng û defan dixwazim.
Derwêşan bînin. Derwêşan fêr bikin û bînin,
derwêşan têr bikin û bînin, derwêşan tûj bikin û
bînin, derwêşan dîn bikin û bînin, derwêşan kor
bikin û bînin... deng û derwêş xweşbûna me,
aşbûna me û şeydabûna me ne.
Deng ji defa derwêşan, hû ji gewriya zakiran kêm
nekin.
Ronahiyê amadekin.
Bila çav xerabiya hevdu nebînin. Bila siya eniya
mirovan bikeve ser çavên wan. Bila mij hebe, ne
li ser seran, li erdê di nava lingan de. Bila
herkes heta navê, di nava mijê de bimîne...
çiqas daxwaziyên ku hûn jê şerm dikin hene, bila
di nava mijê de bimînin. Bila ronahiyên sor, şîn,
xemrî û şeyda li ser bêşermiyên we biçin û bên.
Bila ronahî dikê wisa xweş bikin ku zakir û
zikirvan kurmên ku di xwe de kurmî kirine
daweşînin.
Ronahî, divê kesî rezîl neke.
Atmosferê biafirînin.
Şikeftê dixwazim. Cih bi cih bila li banî
xîmxîlokên kevirîn hebin. Bila av ji wan
xîmxîlok û ji dîwarên şikeftê were xwar. Rengê
şikeftê bila gewr û soriya volkanan be. Cih bi
cih li dîwaran bila şaxên reş û qetran jî hebin.
Deng bila li wan dîwaran bikevin û olan bidin.
Bila di hindurê şikeftê de mirov xwe hemden
nebînin. Kî di binê wan xîmxîlok û dengan de
rûnişt, bila dem, cih û sîstema ku tê de dijî ji
bîr ve bike. Bila şevşevokeke mezin a baskvekirî,
di sînevîzyona li banên şikeftê de tim bifire.
Atmosfer, divê ne ji bo razîkirina mirovan, ji
bo şaşmayîna mirovan were afirandin.
Muzîk.
Komek Jazzê dixwazim. Bila cûrbecûr amûr hebin,
ji rojhilat û rojava. Komeke bê repertuar,
komeke bê prova... ku bikaribe ji ber xwe ve
dengên ku zikirvanan şeyda dikin, biavêjin nava
dengên defên derwêşan. Xortek neyzen, keçikek
viyolîst, basgîtarîstek, saksafon û ûdiyek divên.
Di ber de jî beytên derwêşan hene. Dengên ji
zikirvanan derkevin jî tempoya mûzîkê bilind
dikin.
Muzîk... Sezen Aksu dibêje, Muzîk nefesa Xwedê
ye.
2.
Rabin.
Mîna mirovên nîvehov rabin. Cinnan li xwe bixin,
dengê defa derwêşan li xwe bixin, şerbeta
sakiyên şeyda li xwe bixin, ronahiya ku bi
rîtman re vêdikeve li xwe bixin... Di atmosferê
de xwe li ba bikin, di nava dîwarên şikefta reş
de xwe li ba bikin, di binê baskên şevşevokê de
xwe li ba bikin. Ji dansê, ji rîtmê û ji zikrê
wêdetir biçin. Bedena xwe bispêrin olanê. Ji
hereketên xwe yên kronîk derkevin. Fîgurên nû
bibînin, xwelibakirinek nû bibînin,
xwelihevdanek nû bibînin. Balindeyan bînin bîra
xwe, liveke wan tevli weşa xwe bikin. Xezalan
bînin bîra xwe, lotikek wan tevli meşa xwe bikin.
Bar bikin. Di zikrê de ji xwe bar bikin. Ji
zordestiya xwe bar bikin, ji zilma ku hûn li
jiyanê dikin bar bikin, ji rastiyên xwe, ji
zindanên xwe û ji bihuştên xwe bar bikin. Di
sermestiya dansê de ji xwe dûr bikevin û li xwe
binêrin. Çavên xwe bigirin û li xwe binêrin. Li
bextewariya ku hûn hîn negihiştinê binêrin. Li
rastiya ku we ew di hişê xwe de kiriye qurbana
baweriyê binêrin. Li dilên xwe yên ku we ew bi
derewê tar û mar kiriye binêrin.
Şev e, dans bikin. şemiye, dans bikin. Hîn çavê
we li Xwedê neketiye, dans bikin. Hîn hun li dû
îspatêne, dans bikin. We şer kiriye, dans bikin.
We hevdu kuştiye, dans bikin. Hun hatine
xapandin, dans bikin. Evînê li we daye, dans
bikin. Hêviyê li we daye, dans bikin. Xwarinê li
we daye, dans bikin. Hun kurmî bûne, hun rezîl
bûne, hun westiyane... niha xwe li dîntiyê
deynin û dans bikin.
Dans... Hun dizanin, mirovan cara pêşî ji Xwedê
re dans kirine.
3.
Kombin.
Bikevin hundirên hev. Dilên hev bibînin. Di
dilên hev de şikandinên hev bibînin. Di
şikandinên hev de dijmintiya hev bibînin. Di
dijmintiya hev de windabûnên hev bibînin. Di
windabûnên hev de mirinên ku we ji bo hev amade
kirine bibînin.
Bigerin. Di hindurên hev de bigerin. Xweşikiyên
hev kefş bikin. Birînên hev nas bikin. Çiqas şûr,
kêr û çekên we hene di hundirê hev de bişkînin.
Çiqas xefk, kemîn, fesadî û bêhurmetiyên we li
hemberî hev hene di hindurê hev de bikujin.
Xwe û hevdu mîna bajaran bibînin, xwe û hevdu
mîna artêşan bibînin û xwe û hevdu mîna welatan
bibînin. Êdî ne bi tirsê, ne bi hêzê û ne jî bi
wêrekiya ku we bi hev dide kuştin, bi
jihevfêmkirinekî herî bilind hevdu feth bikin û
ji hundirê hev derkevin. Bedena xwe bidin dansê,
guhê xwe bidin nefesa derwêşan û bi rîtma ku ji
amûran belav dibe li hundirê xwe vegerin.
Dem hat, êdî ne ji xerabiyê re, ne ji lehengên
kujer re, ne ji hevxapandinê re û ne jî ji
Xwedayan re, hun mirov in, êdî ji hezkirin û ji
azadiya hev re dans bikin.
Him ha... him ha... him ha...
Rawestin!
Xwe bidin alî. Meydanê vala bikin.
4.
Kî mêr e, bila derkeve meydanê û bêje; Ez mirov
im.
Kê jin e, bila rabe ji mêrê li meydanê re bêje;
Kengî te ez mirov hesab kirim ewçax tu dibî
mirov.
|
|