rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!

Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan

 

 1

10Ê GULANÊ

 

Li wê devera ku dest ji devera xwe ya wêrek berdida, çavên te yên bazane di asoyên têkçûyî yên xwîna min de diçurisîn û bangên te yên ji keskê gulgeniman di dudiliya evînê de şîn dihatin, kenê te yê ji bixûr û nalînê mîna tîrekî jehrewî di sînga min de dadiçikiya.

Li wira ku ji wira xwe didexisî, li paş dergehên kesk ên matmayîna serdemê, pêjna te bi xwe û bi çarenûsa me dikeniya û sînorên girî, ji te berbi min ve, ji min berbi xwe ve û ji xwe berbi goristanan ve  sernişîv dibûn.

Ne min tu di keskê mirinê de nasdikirî û ne jî nasînê xwe bi min û te û bi mirinê dinasand!

Hema li wê wira ji gotinê wiryayî raweste û li wê wirê mewîjên xwe hînî destnimêja dawîn bike  û sirûdên xwe hînî jixwerevînê û cubeyê xwe di bagera bengîn de ji bîr bike !

 

Min berê gulanê, mîna bajarekî şkestî, dida reşgirêdan û velerzîna peyvên ku xwe li ser pîtanokên nalîna te bi dastana evînê radipêçan û min mirina sirûdên giriyanê, min nexşeya westyayî ya ferhenga laşê te, ji karwanan re, ji lêvên zuha yên qederê re, ji ewrên mişextan re û ji gulên bendemanê re digotin.

 

Destên min li bargeha sînga te pûç diman

û çekên min radestî agirdanka zimanê te dibûn.

Helbesta evînê di pesnên evînê de hişk dibû

 û xweliya cegerdar a peyvê bi ser me de dibariya.

Rûyê min ê ji tîna bîranînanên te, dûyê cigareya min ê ji gazinên te, ez û çemên xwe, bi hev re, ez û kevanên xwe yên ji mijê, dîsa bi hev re, ez û kewên xwe yên ji tûtin û xewrevînê, bi hev re, em hildiperikîn axîna ji kevir a şevistana dawî ya ku di henasa te de, li min û li te û li xelmaşiyê mikur dihat.

Goristana dawî

Şevistana dawî

Daristana dawî

Kurdistana dawî

 ya ku nedihat bîra te û te jî ew ji bîr nedikir…

 

Keskê ku bi tena serê xwe çîrokan ji baranê re dibêje, destên te li ber keskesoran radixîne û çavên te yên ji seravê hînî rondikan û reşgirêdana bajaran dike..

Keskê ku ji dastana dengê te direviya û berbi elindê ve wek şewatekê diherikî, aniha mûman dikuje û bi ser hawara me de, wek keskesorê, reng bi reng, şîn bi şîn, darbest bi darbest dirije û di tavsorka sînoran de gavên te mîna belindeyan dizingin.. 

Keskê ku ji me bawer nedikir..

Keskê ku ji xwe bawer nedikir..

Keskê ku di şevistana sînoran de, bi xwe re, bi me re û bi pêjna sirûda te re şer dikir,

aniha, kêlên me bi sorgulên evînê dixemilîne û berbiskên qederê bi bendên nimebarana dengê te şil dike.

Keskê ku sor dibû..

Keskê ku di gavên te de diçurisî

Keskê ku ji bejna te didexisî

Keskê ku di kêlîka dawîn de kor dibû

Aniha mûmên xwe dikuje

Tîna xwe û agirê rexên xwe dimije..

Weku zîvê gustîlka te

Bi ser te de

Bi ser me de

Rondik û êşa şêxan dirije!

 

 

11ê Gulanê

berdewam dike
 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE