rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

 

 

 

 

 

 

 



Ji bo nivîskar, rewşenbîr û mêvanên malperê:

Di 10ê gulana 2005ê de, Şêx Maşûqê şehîd ji nişkê ve hate revandin.
Bûyera revandina Şêxê Şehîdan û piştre bi destine çepelane kuştina wî,
birînrke mezin û kûr di laş û giyanê kurdan de hişt.
Em di rojava.netê de, di salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêx Maşûq de, vê pencereya taybet ji bo hemî derbirîn û hest û helwestan vedikin.
Em ê li vir gulên peyvê û gulava dilsojiyê diyarî Şêxê Şehîdan bikin û piştgiriya Kombenda Şêx Maşûqê Şehîd a Çanda Kurdî li Qamoşloyê bikin û Şêxê xwe bi eşq û cegerdarî bi bîr bînin.
rojava.net

 

 



Xalê min şêx Maşûq, birayê min Mihemed Weyso
Ferhad Ehmê


Nuha ku ez pêrgî xwîna we dibim,
Xalo,
Keko,
Dilê xwe yê bi xunava giyanê miletekî sêdarkirî stirayî li ber piyên we radixînim.. Nuha we stêr û gerdûnan bilêv dikim û dilê xwe ji piyên we re bi berbû û xêlî dikim.. Xwîna we tavên baraneke bengîn li biyabanên beyhûdeyiya me dibarîne...





Xwendinek Êzdiyane di bîranîna salvegera
koçkirina pakrewanê rêça pak û bijwên
xwedêjêrazî M.M.Al-Xeznewî de

KOMELA KANIYA SIPÎ YA REWŞENBÎRI Û CIVAKÎ





 




Gulan her pîroz e
Mizgîn (Hesko) Mehmûd


dîsa gulan hat
gulan her pîroz e
çendîn ew pakrewanan himbêz bike



 

Şêx Maşûq, qurbaniyê guhertina mezin…
Tariq Hemo




Di 1.6.2005 an de û piştî vegera wî ya ji Ewrûpayê, dewleta Sûriyê ya stemkar, zaniyar û oldarê kurd yê pêşverû Şêx Maşûqê Xeznewî bi şêweyekî hovane û piştî êşkenceyek mezin kuşt. Biryara kuştina Şêx Maşûq yê ku roj bi roj cihê xwe di dilê gelê kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê de digirt, ji berpirsiyarên ewlekariya Şamê yên herî mezin û payebilind derçû. Çima biriyara ji holêrakirina vî mirovê aştîxwaz?

Bûd û bûd „ Hebûn“
Ji bo bîranîna salvegera şehîdbûna Xewsê Welêt, Şêx Maşûqê Xeznewî
Tengezarê Marînî


Livirbûna te,
tirseke destpêkê ye, ji nişka ve hat,
serrastkirina hawarê ye
dareke daleqandî li sîberên taveheyvê
 

Ti kes mafan bi xêra xwe nade, mirov mafên xwe bi darê zorê distînin
Gotina Şêx Maaşûqê Xiznewî a di salvegera yekemîn a Ferhadê şehîd û şehîdên serîhildana 12 adarê de

Em giş
Ez û hûn
Û hemî miletê te jî hey Ferhad, em hevbeşên xwîna te ne,
em hevbeşên rijandina xwîna we ne, çunkî em serdemeke pir dirêj di xew de man, em giş hevbeşên xwîna te ne, me gişan tu radestî wan kirî, me gişan tu xapandî, me we xapand, me rojekê li we nepirsî, me ji celadên we nepirsî, me doza xwîna we nekir.. pir hêsan e ku fermanên azadkirina girtiyên girtîxaneyan derkevin, lê fermanên hemî dunyayê nikarin xwîna Ferhad û şehîdên serîhildanê li me vegerînin.
Bi tenê fermana we dikare gelî birayan, ger hûn biryara jiyanê werbigirin û hewl bidin li ser zemîneke tund rawestin û doza mafê xwe yê mirovane bikin..
Fermana we jiyana wan kesan vedigerîne, dema hûn biryarê bidin ku hûn mirov in..
 

Jibo bîranîna şêxê şehîdan Maşûq Xiznewî
Salih Kobanî


Berî du salan, li ser gora şehîd Ferhad Sebrî ku yek ji şehîdên 12ê adarê ye, şêxê şehîdan Maşûqê Xiznewî ji zengiloka xwe ya birîndar diqîriya û digot: "em tevde tewanbarê şehîbûna we ne, destê
 



Şîna Şêx Evdirehmanê Garisî
Celadet A. Bedirxan


»Mîrê min, vê paşîyê şêxê te bi kefena xwe a bi xwîn kete xewa min û ev şîna ha ji min xwest. Ez jî vê pêşkêşî te dikim. B. FERÎDÛN«


 



Ji bo bîranîna şêx Mihemed Maşûqê Xiznewî

Silêman Azer



1
Şaşika,
ji tirsandina tirsê re
di kîjan xweziyê de,
te razên xwe çandin
di çi nerînê de,
hate jibîrkirin pêçana te
ma tu dikarî,
li çi hebûnê,
xwe derînî
di keviyên spîbûna te de,
katdabûn,
şaxên xweziyan
ka bîna te,





Berbanga Gulana Xopanê
“Ji bo bîranîna şehîd şêx Maşûqê Xiznewî”

Lava Derwîş





Gulxwînên adarê serî diçemînin
di barbanga gulana xopanê de
û karwan ser riya te de diçin
ey şêxê şehîdan…
bi alî berbanga welat ve
û
kujerên te hîn li te digerin..
Ey şehîd..

mîna sunbilan
tu xwe diyar dikî di nav tishtan de






Şehîdekî dî: Şêx Mihemed Me’şûq Xiznewî

Ronî Evdirehman





Hostayê işqê dil hevot, ser ta qedem hingî disot
Remza (ene’l-Heq) her digot, bawer bikin Mensûr e dil

Rêbaza heqîqeta bala û bilind:
Rêbaza Hellacê Mensûr û Aynu’l-Qudat Hemedanî
Şehîdekê dî: Şêx Mihemed Me’şûq Xiznewî

Di yekemîm salvegera şehîdbûna Şêx Maşûq Xiznewî de :
Ber bi çêkirina komîteyeke navnetewî ya lêpirsînê bo şopandina doza wî

Selah Bedredîn





ji ber van tiştan hemiyan ez pir li ser çarenûsa şêx Maşûq ditirsiyam û wek ku em dizanin şêx Maşûq bi rêbaza xwe ya ayînî ya ronîkirî li dijî rêçika islama siyasî ya fundemental û di nav de tayfegeriya siyasî, bû . Hem kurdayetiya wî vekirî û hevgirtî bû û li dij sitemkariya netewî bû ya ku bi rizgariya Iraqê û pirosesa siyasî û fîdîrlazima
 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ
28Ê GULANÊ

29Ê GULANÊ 20
30Ê GULANÊ 21
31Ê GULANÊ 22
1Ê HIZÊRANÊ 23

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE