rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 


Piştî 17 mirinan,
ku baran
hîn di gavên te de,
hişîn tê

 



Hoşeng Broka


Ji şêxê stiranê re,
piştî 17 destên bi keser
tenbûr,
ku têr neçûn girî.
Ji şêxê girî re,
piştî 17 mirinên mezin
navên nîvco,
ku têr neçûn stiranê.
Ji Mihemed Şêxo re,
piştî 17 „Hilêlîkan“ goristan,
ku têra darbesta navê wî,
nakin,
piştî 17 „Qamişlokan“ evîn û xwîn,
ku têra basa dilê wî nakin,
û piştî 17 „Girbawîyan“ bêrîkirin,
ku têra serdana
qubletê navê wî,
nakin.


17 mirin hatin û çûn,
û navê te,
yê bê kes û kûs,
hîn tikî tenê,
„Felek û Felek“, dinale;
hîn „nêrgiz û nêrgiz“,
diçelmise.

17 „Felek“ ketin û rabûn,
bûn „sêvên xelatî”
û çikiyan,
û navê te,
hîn tikî tenê,
„agirên saaaaar û vemirî“,
dadide.

17 „Mehabad“ bûn „kehnî“
û zuha bûn;
17 „Hemrîn“ û Bagok,
şipiya man
û li ser milên te,
di xew re çûn;
17 şehîd di xwîna xwe de,
werbûn;
17 „şoreşên sihê“, ji Kurdên te
man,
û navê te,
hîn tikî tenê,
destê xwe
di destê „dara azadiyê“,
dike,
û dibe stiranê.

17 „Nisrînên“ tekûz,
ji navê te,
yê tikî tenê,
derbûn
û buhirtin;
17 „buhar“ li wan „behîn“,
17 „nêrî“ li ser destên wan,
yên zuha, „çêriyan“,
û çavên wan,
piştî 17 çelmisandinan,
hîn ji çinîna giriyê navê te,
venegeriyane.

17 „Sebrê“ çûn „gilokên berfê“
çûn „tavên baranê“,
çûn navê nehatinê,
û navê te,
hîn tikî tenê,
piştî 17 „soz û qiraran“,
17 berfan
û 17 baranan,
„malan“,
ku bar dikin
„holan“ û „Belêlî Belêloyan“,
ku bar dikin,
û sozan,
ku bar dikin,
hînî miştuxulandina baranê,
ku navê hatina
„Sebra“ te ye;
hînî miştuxulandina
„guliyên berfê“,
ku navê bilindahiya xwîna
„Sebra“ te ye;
hînî miştuxulandina çivîkan,
ku navê hembêza ,
„Sebra“ te ye;
û hînî miştuxulandina endekoyê,
ku navê civanê,
„Sebra“ te ye,
dike.

17 „Êmê“,
bê yar,
çûn „beybûna welatê Diyar Bekir“,
bê qasid,
çûn „kula bê serî“,
bê „baran“,
çûn bûkaniyê,
û „bejnên“ wan yên „şêrîn“,
û terr,
hîn ji nehwirandina ayet
û stiranên destên te,
diniqutin.

17 „adar“ di gavên te de, wer bûn,
17 darbest,
17 goristan,
17 agirên li ber geşbûnê,
û 17 xwînên li ber dadanê,
li ser destên te,
ku hîn vegirtinê,
distirînin,
„weryan“,
û „derdê wê“,
hîn „Xabûrê“ navê te,
yê „bê binî û kûr û dûr“ e.


17 hicrik,
bi navê te şa bûn,
17 goristanan giriyan,
û giriyê wan,
li ber dergehên stirana te,
bû 17 adar gîha,
û navê te,
yê tikî tenê,
hîn di mirinan de,
hilnayê.

17 kêl di darbesta te,
ya ji havrîşmê stiranan de,
hişîn hatin,
û destên „zindiyan“
hîn têra seetxweşî
û „veşartina“ navê te,
yê tikî tenê,
nakin.

17 birîn çûn
û xwîna te,
tikî tenê,
hîn li wir e.

17 daristan çûn
û „dara azadiya“ navê te,
tikî tenê,
hîn li wir e.

17 Qamişlo çûn
û Qamişloka navê te,
tikî tenê,
hîn li wir e.

17 adar
17 „Hilêlîkê“
û 17 goristan
çûn
û navê te,
tikî tenê,
û bê guman,
hîn li wir e.

17……………
………………………

Tu….,
li wir,
tikî tenê, dijî,
ma li vir,
ku em bi hev re,
li ser te dimirin,
têra giriyê navê dikin?
Tu….,
li wir,
tikî tenê, „dimire“,
ma li vir,
ku em „bijîn“,
dê çawa têra mirina navê te,
bikin,
zindiyooooooooooooo???




*Amaje: hemî êşên kevan û kevan, ji ber „êşnameyên“ „Mihemed Şêxo“ û navê wî, yê stiran û stiran, ku kevan têra wî nakin e, hatine wergirtin.



hoshengbroka@hotmail.com















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE