rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


Salvegera diwemîn a serîhildana pîroz a 12 avdara 2004ê

 



Salvegera diwemîn a serîhildana pîroz a 12 avdara 2004ê, bi gavine jixwebawer û bi dilekî mişt viyan û nirx û biryarên hebûna bi rûmet, berbi me ve tê.

Di destên vê salvegerê de gulên sor ên dilsojî û evînê diçurisin.
Li ser himbêza vê salvegerê wêneyên nemir ên şehîdên doza pîroz li ba dibin û dîsa berbi me ve wekî sirûdên genim û zeytûnan tên, daku em hînî jiyan û azadiyê bibin.

Di navbera me û nirxên wê xwînê de, nijadperest û dijminên azadiyê radiwestin, hewl didin ku navê me bikujin û nasnameya me bi dar vekin u zimanê me zuha bikin. Hewl didin me bitirsînin û hizrên 12ê avdarê, raman û nirxên mirovane yên 12ê avdarê, ji me bidizin, da em bê bîr, bê hiş û bê dîrok bimînin.

Çalakvanan davêjin girîxaneyan, ciwanan işkence dikin, rêçên jiyanê li ber kurdan dibirin û ziman qedexe dikin, lê teqez nikarin xetîreya vê doza rewa û xewna mezin vemirînin.

Berî du salan bû, gelê kurd li Rojavayî Kurdistanê dîroka xwe ji nû ve wek sîmirekî ji xweliyê zindî kir û xwe hêjayî jiyaneke serfiraz dît.
Berî du salan bû, bi destên vala û bi sîngên rût li pêşberî hêzên hovane yên desthilatê û guleyên ji çavsorî û nijadperestiyê rawestiyan û bi hev re, bi dengekî ku dengê viyanê bû, qîriyan û pûtên tirsê ji dilên xwe avêtin.

Berî du salan bû, rojeke zêrîn ji xwînê derçû û bi xwîna şehîdên deştê navê xwe bi reşgirêdana dayikan û bi rondikên zelal ên çavên xwişk û yaran li ser sînorên nasnameya qedexe û di asoyên azadiyê de nivîsand.

Berî du salan Rojava li hişê xwe wek xweşmêran, li gazî û hawara şan û rûmeta xwe wek dilêran xwedî derket û dîrokeke nû di hişê kurdan û di laşê dijiminan de teqand.

Berî du salan serîhildan bû, aniha jî salvegera diwemîn e. lê hêjî hin ji girtiyên wê di girtîxaneyên tarî yên hêzên ewlekariya Sûriyê de dimînin. Hê jî hin ji birîndarên wê serîhildanê di koşeyên tarî yên malên xwe de dinalin, ne dikarin pêdiviyên jiyanê û ne jî dermanên xwe bidestxînin. Hê jî qurbaniyên dizî û talankirinê, talana ku bi destên hêzên rejîmê û bi piştevaniya wan pêkhatibû, li bendî destên alîkariyê ne daku jiyana xwe bidomînin.

Berî du salan serîhildan bû. Aniha jî tevgera me ya siyasî ya ku nûneriya gel û doza me ya netewî dike, ji hemî deman jihevketîtir û belawelatir e. Em di wê baweriyê de bûn ku serîhildana lehengane dê hindek asoyên nû li pêşberî tevgerê veke, dê tevgerê dehf bide ku li xwe û li siyasetên xwe yên gelemper û li çarçeweyên xwe yên rêxistinî û li çalakiyên xwe yên berbiçav vegere. Me wisa bawer dikir ku tevgera me dê hêzdartir û yekgirtîtir ji vê ezmûnê derkeve. Lê mixabin, îro, piştî du salan, dema em li rewşa tevgera xwe ya siyasî dinêrin, em pêrgî berdewamiya hemî nexweşiyên kevn dibin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, ya ku ji maka serîhildanê derket, wek dezgeheke rewşenbîrî, di vê salvegera diwemîn a serîhildana pîroz de, dengê xwe tevî hemî dengan dike daku tevgera me ya siyasî xwe ji vê rewşa xwe ya aloz derxîne û ji boyî vê mebestê têbikoşe:
- Avakirina gotar û xîtabeke siyasî ya hevbeş û giştî. Gotareke hevbeş ku di çeşnê peymana rûmetê de di navbera hêz û rêxistin û partiyan de rola xwe bilîze.
- Çalakkirina xebat û têkoşîna hevbeş, xebateke ku hêjayî qurbanî û qehremaniya serîhildana adarane be.

Em hemî helwest û dengên xêrxwazane ji dil û can dipesinînin, bi taybetî dengên ku ji HRKRD dixwestin ku di vê salvegera diwemîn a serîhildanê de hewl bide da hêzên siyasî di çalakiyên xwe de yek deng û yek helwest bin. Em li vir, spasiyên xwe pêşkêşî Koçka 12ê adarê û daxwaznameya wê ya hêja dikin, herwisa em ji hemî daxwazên piştgir û ji revenda kurdên Rojava ya li derveyî welêt re eşkere û bi awayekî rasteqîne ragihînin û bibêjin: Hevgirtina me dezgeheke rewşenbîrî ye, em ji bo çand û wêje û hunera kurdî dixebitin û têdikoşin. Û ji ber rewşa cihêwaz û taybetmend a tevgera siyasî, em, weku saziyeke rewşenbîrî, xwe bi heman pîvanê nêzî hemî rêxistinên tevgera kurdî dikin û em hewl didin ku em xwe dûrî wateya teng ya siyasetê bikin. Em ji tevgera xwe ya siyasî, ji rêxistin û kesayetiyên xwe tika û hêvî dikin ku xwe hêja erkên xwe û hêjayî xwîna pîroz a 12ê avdarê bibînin.

Serîhildana avdarê, di rastiya xwe de, ne bi tenê di dîroka tevgera azadîxwaz a kurdên Rojava de lê belê di dîroka nûdem a Sûriyê bi giştî de, îstgeh û rûdaneke dîrokî ye. Vê serîhildanê, piştî salên dijwar û dirêj ên desthilata ji agir û hesin, şiya imperatoriya tirsê hilweşîne. Em bawer in ku peyam û serencamên wê serîhildanê dê hê ronaktir û kûrtir di kiriyar û çalakiyên siyasî û çandî de destnîşan bibin.
Lewra pêwist e ku her kes li gorî erkên xwe, her yek ji cihê xwe, nûneriya gav û mebest û serencamên wê serîhildanê bike. Serîhildana ku kevirê bingehîn ê xewna kurdan danî.
Pêwist e em nûneriya giyanê wan şehîdan û wan birîndar û girtiyan bikin.
Pêwist e em nûneriya Şêxê wan şehîdan bikin, şêx Maşûqê Xeznewî, şêxê şehîdan ê ku di demeke kurt de derbasî giyan û laşê wê serîhildanê bû, armanc û mebest û serencamên wê têgihişt û hewl da ku bi cegerdarî nûneriya wê bike. Lewra rejîma sûriyê bi lez û bez ew ji meydanê rakir daku giyanê serîhildana adarê, wek diyarde, di siyaset û rewşenbîriyê de geş nebe û bi gewde nebe.

Daku em jî bikaribin gavên avdara pîroz a ku em ji tariyê û ji tirsê rizgar kirin biparêzin û nûneriya giyanê şehîd û birîndar û girtiyan bikin

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, di vê salê de, hin erk û proje dane ber çavê xwe, em rewşa xwe, di hemî waran de, dibînin û dinirxînin. Em ji hemî hêz û rêxistin û sazî û kesayetiyên welatparêz û komeleyên kurdan û ji cemawerê kurd dixwazin ku alîkariya me ji bo pêkanîna wan projeyan bikin.

08/03/2006
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve HRKRD















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE