| |
Pirsa Kurdistanên din
*Stiran Ebdullah
Pirsa kurdî li beşên din ên kurdistanê ber bi
geşbûnê ve diçe, di demekê de qezencên li Başûrê
Kurdistanê, ku ev 15 sal in hatine bidestxistin,
ketine qûnaxeke destûrî û tenê maye ku bikeve
warê bikaranînê.
Li Kurdistana Bakûr, piştî hedan û bêdengiyeke
demkî ku jiber binçavkirina serokê Partiya
karkirên Kurdistanê Ebdullah Ocalan derketibû
holê, dîsa hestê netewî bilind bû û çalakiyên wî
beşî bi awayekî berfireh derketin holê û astê
hişyariya netewî kete qûnaxeke pêşketî û
berdewam.
Piştî nêzîkbûna Receb Teyib Erdoxan ji rastiya
pirsa kurdî re, çalakvan, siyasetmedar,
rewşenbîr û kesayetiyên kurd li Bakûrê Kurdistan
dikarin vê derfetê bixin bin xizmeta xwe de, û
serokwezîrê Tirkiyê han bidin ku wan gotinên xwe
bixe warê pêkhênanê de. Rast e heya anuha ew
gotin bê kiryar e lê belê xwezî hikûmetên berê
jî û hikûmetên cîran jî, bi derewî jî ba,
gotinên wisa gotibana.
Siyaseta Kurdistanî li bakûr pêwîstî bi
lixwebûrîniyê heye, her wuha pêwîst e xebat û
keda xwe ya serekî bixe xizmeta bakûr de.
Li rojhilata Kurdistan kurdayetî li ser du
asteyan geş dibe: asteyek navxweyî ye ku di hêla
têkoşîna çandî û civakî de gehiştiye qûnaxeke
giring û bûye cihê rêz û şanaziya hemûyan, ew
kulleka çandî ya biçûk ku ketiye dest kurdên
rojhilat, bi mebestên cuda tê bikaranîn û îro
bûye pencereke mezin ji bo geşbûna çanda netewî,
li wî parçeyê giring ji Kurdistanê.
Asteya din, tevgera diplomasî ya serkirdayetiyên
hêzên kurd li Ewrupa û anuha li dewletên
Yekîtiya Emerîka ne. vêca ji hêzên kurd ên
Rojhilat tê xwestin ku rê nedin pirsgirêka otomî
û dubendiya Ideologî, ku di navbera îran û DYA
bi taybet û dewletên rojava de bi giştî,
derketiye holê, ku pirsgirêka kurdan bin ax
bike. Û pêwîst e pirsa wî beşî ji Kurdistan
bighînin asteya pirsa otonomî ya ku ketiye
rojeva dewletên rojava.
Rojavayê Kurdistan jî" kurdistana di bin destê
Sûryê de" qet serdemek wek a anuha, ku stêra
bextê wan tê de çirisî ye, bi dest wan neketiye,
û pirsa wan nêzîk dibe ku bide pêş pirsa Bakur û
Rojhilatê Kurdistanê. Ew nakokî û pêşberka di
navbera hêzên siyasî ên kurdên Sûryê de qet nabe
wek pirsgirêkeke asê eger ew bikaribin rewşa
tenahiyê ya ku Sûryê têde ye bixin xizmeta xwe
de. lê belê pêngava mezin di têkoşîna Rojavayê
Kurdistan de ew e ku cara yekemîn e kurdên
Rojava xebata xwe dixin xizmeta parçeyê Xwe de.
Berî anuha, kurdên bindestê Sûryê, ji ber cihê
ceografî û giyanê netewî yê bilind li cem wan,
herdem pêşmergeyên dilsoz bûn bo Kurdayetî û
beşên din yên Kurdistan û ji qezencan bê par bûn,
lê anuha xema xwe dixun û ji bo xwe dixebitin û
ev yek ji mafê wan e.
Eger kurdên Sûryê kurdayetiyê li parçeyê xwe
payedar bikin dê bê wê wateyê Ku erkên li ser
xwe pêktînin: hem rojava ji zinara Erebî û
sitema civakî, ku ji ber nebûna nasnameyê peyda
bûye, û ji bêmafiyê rizgar dibe. û hem jî ew
qezenc dikeve rûbarê kurdayetiyê û ew dighêje
seranserê Kurdistana mezin.
Eger em bi çavekî "başûryane" li vê mijarê
binêrin dê bê xuyanî ku hunera siyasetkirinê li
Kurdistanên din hatiye çespandin û bi taybetî li
Kurdistana Iraqê kurd fêr bûne ku bidestxistinên
xwe biparêzên û hayedar in ku tayê ku wan bi
derdora wan ve girêdide qut nebe.
Aliyên herêmî vê yekê baş dizanin û hewl didin
ku vê lehiya kurdayetiyê, ku di çarçoveya
pêşketinê de ye, rawestînin. lê belê tevgera
siyasî rêya diplomatikê nas kiriye û girêdaneke
bihêz di navbera bizavên kurd ên her çar
parçeyên Kurdistanê de durist bûye û bi vê yekê
hunera siyasetkirinê ya kurdan ketiye qûnaxeke
nêzîk ji serkeftinê.
Ji mafê tevgera kurdî ye li parçeyên din ên
Kurdistanê ku berjewendiyên xwe bixe coka
berjewendiyên nêvdewletî de û fakterê nêvdewletî
rakêşe bi aliyê xwe ve, her wuha ji mafê wê ye
ku xwe ji dava herêmî derbixe, lê belê li vêderê
du têbînî hene ku ji kurdan tê xwestin hayedarî
wan bin:
- Nabe kurd tevlî dubendiya siyasî bibin, ew
dubendiya ku di navbera dewletên herêmê û
dewletên rojava de derketiye holê.
- Eger berjewendiyên kurdan bikevin aliyê
dewletên herêmê de pêwîst e bi bîrwerî û zanyarî
nêzîkî rewşa nû bibin.
Li vêderê rewşa têkiliyên Başûrê Kurdistan bi
beşên din ên Kurdistanê re dimîne:
Eger Başûrê Kurdistan bikaribe rêya federalîzmê
berfireh bike û vî parçeyê Kurdistan bi awayekî
dezgehane ava bike û navçeyên başûrê Kurdistan,
ên pevçûn li ser heye, bi temamî bixin destê xwe
û wan vegerînin nav xaka Başûr de, ez bawer im
di wê demê de xwedê, xelk û dîrok jî di roja
qiyametê de dê ji vî parçeyê Kurdistan razî bin,
çimkî erkê herî mezin û pîroz ew e ku bingeheke
bihêz ji bo kurdan bê afirandin.
Pêwîst e kurd baş bizanin ku ev qezenc û
pêşketina wan ne bi hesanî hatiye bidestxistin û
barê wan girantir bûye… Her wuha pêwîst e kurd
hayedar bin ku qapanên herêmî anuha li gor
daxwaz û hêviya ye lê belê liv û lerzeke bê
bîrwerî û hişyarî dikare çengên qapanê xwar bike
û kurdan vegerîne warê ku nayê heskirin!
wekheviya çengên qapanên herêmî giring e ji bo
kurdan li başûr û eger hin kêmasî di alîkariya
parçeyên din de hebin pêwîst e parçeyên din bi
awireke zanyarî û bîrwer li mijarê temaşe bikin,
ji ber serkeftina parçeyekî dergehe ji bo
sekeftina parçeyên din.
*Sernivîserê Rojnameya ASO
li Başûrê Kurdistan
Veguheztin ji Soranî: Perîşan
|
|