| |
Semra
Zana: Ez bawer dikim ku ez bi fêrbûna zimanê xwe
temam bûm û jiyana min xweştir bû
Hevpeyvîn: Avreş Amedî
Semra Zana yek ji dildarên kurdî ye ku bê
qursekî formel, kurdî bi riya înternetê hîn bûye.
Ji ber vê metoda fêrbûna ziman a balkêş û
serfiraziya Zana, Endamê Koma Lêkolîna Ziman
Avreş Amedî pê re bi dirêjahî axivî. Di
heypeyvîna li jêr de hûn ê hin pirs û bersivên
vê heypeyvînê bibînin.
Semra Zana kî ye? Hûn dikarin xwe hinekî
bidin naskirin?
Ez di sala 1980 î de li Stenbolê jidayîk bûme û
bi eslê xwe ji Erzinganê me. Min di 2002an de
Beşê felsefeyê li Zanîngeha Stenbolê bi dawî kir
min di heman zanîngehê de master kir û dest bi
mamostetiyê kir. Niha jî ez li Stenbolê dijîm û
li vir mamostetiya xwe didomînim.
Hûn li Stenbolê jidayikbûne û ji welatê xwe
dûr, li vir mezin bûne. Herwiha hûn li vir
mamostetiyê jî dikin û mirov dikare bêje ku hûn
entegreyê civakê bûne. Wê demê em dixwazin
bipirsin ku ji bo çi we pêwîstiya bi fêrbûna
kurdî dît?
Ji ber ku zimanê dayîka min e, min xwest vî
zimanî fêr bibim. Pêwîst e em fêrî zimanê dayîka
xwe bibin. Ji ber ku çand bi zimanê mirov pêk tê.
Baş e, ez dixwazim hinekî pirsê kûr bikim.
Gelo di biryara fêrbûna we ya zimên de aîdiyeta
etnîkî, helwesteke bi tenê çandî hebû yan jî ev
helwestek siyasî bû? Hûn dikarin hinekî vê
mijarê ji me re vekin?
Ez bi rengekî pragmatîk nêzîkî vê mijarê nebûm.
Belê, aîdiyeta etnîkî sedemeke girîng e.
Helwesta min pir xwezayî ye. Min herdem xwe kêm
didît û digot: Divê mirov zimanê dayîka xwe fêr
bibe. Di dilê min de herdem ev daxwaz hebû. Min
ji xwe re digot: Ez kurd im lê kurdî nizanim.
Min ji vê rewşa xwe şerm dikir.
Hûn beşdarî tespîta me ya entegrebûna we ya
Stenbolê dibin an we xwe carinan li derveyî
çanda civakî didît ku li ser zimanê tirkî hatiye
avakirin û vê bandor kir ku hûn biryara fêrbûna
ziman bidin?
Belê ez dikarim bêjim ku entegreyî civak û
jiyana vir bûme. Min tu carî xwe li derveyî
civakê nedîtiye. Belê li vir jiyan bi tirkî
dimeşe lê ez her tim xwedî li nasnameya xwe ya
etnîkî derketime. Ji van sedeman bêtir ez gelek
xwezayî nêzîkî vê mijarê dibûm. Ez difikirîm ku
wê zarok fêrî kurdî nebin û herî zêde du nifş
şûn de wê ev ziman winda bibe.
Rastiyek jî ev e ku di destpêka qursên zimanê
kurdî de beşdar pir dilxwazin lê gav bi gav
heyecan û daxwaza wan kêm dibe. Di dawiya qursan
de jî gelek carî xwendekar pir pêş nakevin. Lê
digel ku we bi riya înternetê qurs dîtiye jî hûn
fêrî ziman bûne. Hûn ji bo vê mijarê çi dibêjin?
Di destpêkê de daxwaza salan di dilê min de hebû.
Herçiqas min ziman nizanî bû jî, ez di hundirê
çandê de bûm. Min stran guhdarî dikirin mijara
çand û ziman miraq dikir. Li dora min kî bi
kurdî biaxiviyana min pirs ji wan dikirin.
Herdem min dixwest fêrî kurdî bibim lê belkî
firsenda min tunebû. Belkî jî mamosteyên min ên
wekî Jîr Dilovan tunebûn. Min bi wî re
hezkirineke mezin a zimanê kurdî dît. Min
fedakariya wî dît. Daxwaza min a ji bo fêrbûna
zimên bi naskirina mamosteyê min re zêde bû.
Helbet ez gelek xebitîm. Ji ber ku min nedixwest
keda mamoste Jîr û keda min vala derkeve.
Ji bo qursên hûn qaldikin jî ez dixwazim hin
tiştan bêjim. Gelek kes fêrbûna kurdî wekî
deynekî dibînin. Baş nizanin ku di jiyana xwe de
kurdî têxin ku derê. Ji bo fêrbûna kurdî
nêzîkbûneke mantiqî jî pêwîst e. Bo nimûne
herkes dizane ji bo çi diçe zanîngehê lê ji bo
fêrbûna kurdî em nikarin heman tiştî bêjin. Li
gorî min di mijara fêrbûna kurdî de nêzîkbûna
hestî serdest e. Dîsa gelek kes fêrbûna kurdî
fonksiyonel nabînin. Gelek caran ji min re
digotin: Çima tu di dewsa kurdî de îngilîzî fêr
nabî? Ez ji ber van nêzîkbûnan gelek xemgîn
dibûm heta carinan bêhêvî dibûm. Lê hin mirov jî
hebûn destek didan min.
Baş e, hûn dikarin hinekî jî qala naveroka
qursa xwe û dema qursê bikin?
Di destpêkê de mamosteyê min ji min re hinekî
agahiyên rêziman şandin. Pişt re jî ji min re
hin çarînên ji helbestan şand. Hêdî hêdî xwest
ku ez wan wergerînim. Dema min werdigerandin wî
ew rast dikirin û careke din ji min re dişandin.
Bi vî awayî min çewtiyên xwe dîdîtin. Dawiyê
mamoste ji min re got: Ev destpêk bû. Ji bo
fêrbûna peyvan wî ev ji min re şandibûn. Paşê wî
ji min re yek bi yek wane şandin. Ciyên ku min
fam nedikir min bi e-mailan jê pirs dikir.
Herwiha min bersiv û spartek jî bi e-mailan jê
re dişandin. Min berî her tiştî spartekên xwe
çêdikirin. Me di Sibata 2006’an de dest bi qursê
kir û du meh piştî vê demê êdî min hevok saz
dikirin. Herwiha ez fêrî axaftinê jî dibûm. Ji
çend rojan carekê mamosteyê min bi telefonê li
min digeriya. Em bi kurdî bi hev re diaxivîn.
Carinan jî ciyên ku min di e-mailan de
famnedikir wî li ser telefonê ji min re digot.
Qursa min 4 mehan dom kir. Lê hîn jî ez û
mamosteyê xwe carinan li hev digerin û ez
kurdiya xwe pêşdixim.
Te çawa Jîr Dilovan nas kir?
Her tiştî bi tesaduf dest pê kir. Ez endama
komika înternetê ya “Memûzîn” im. Min bi kurdî
nizanîbû lê ji komikê timî nivîsên kurdî ji min
re dihatin. Min hewl dida ku ez wan fam bikim,
ji aliyê din ve xweşhal dibûm ku maîlên kurdî ji
min re dihatin. Lê di dawî de min mail şand û
min got: Ez kurdî nizanim. Di serî de ez pir
kêfxweş bûm, lê ez mailên we qet fam nakim. Gelo
hûn ê bi tirki mailan bişinin? Piştî maila min,
çend mail ji min re hatin. Her kesekî tiştek
nivîsîbû. Maila mamoste Jîr ji bo fêrbûna min a
kurdî bû destpêk. Lewra maîla wî wiha bû: “Hêja
Semra heger tu dixwazî, ez ê te fêrî kurdî bikim
û alikarîyê bidim te” û me dest pê kir.
Hûn hewldanên kurdan yên ji bo parastin û
vejandina zimanê kurdî çawa şîrove dikin? Bi ya
we ev hewldan têr dikin?
Qasî ku ez dibînim asîmîlasyona li ser kurdan
zêde ye. Divê saziyên kurd bêtir li ser xeteke
çandî bimeşin û aliyê polîtîk dernexin pêş. Dema
polîtîka derdikeve pêş gelek mirov dûrî saziyan
disekinin. Herwiha ez vekirina qursên zimanê
kurdî jî rexne dikim. Divê em mafê perwerdehiya
bi zimanê xwe daxwaz bikin. Divê gelek zimanê
xwe li qursan fêr nebe. Dibe ku hin kes bêjin
vekirina qursan jî gavek bû ji bo kurdan û belkî
jî heta ciyekî mafdar bin. Lê ez hîn jî nikarim
vê yekê qebûl bikim. Hinek jî ji ber vê sedemê
ez neçûm qursên zimên û min li wir nexwend.
Carinan ez bi kurdan re li ser zimên diaxivim.
Ji min re dibêjin: Ziman ne girîng e, em
enternasyonalîst in. Lê ev helwest şaş e. Li
gorî min kesê dibêje: Ez enternasyonalîst im
divê di serî de zimanê xwe fêr bibe. ji ber ku
kurdî bindest e û di serî de pewîst e em li
kurdî xwedî derkevin. Entarnasyonalîstbûn û di
axaftina tirkî de israr nakokiyek e.
Bi ya we mirov dikare perwerdehiya bi riya
înternetê yan bi bi riya nameyê di nava kurdan
de belav bike?
Belê, mirov dikare bi perwerdehiya ji dûr ve jî
fêrî ziman bibe. Ji ber ku niha saziyên
perwerdehiyê tune ne. Belkî jî xebatên wiha pêş
bikevin û binesaziya sazîbûna perwerdehiya kurdî
pêk bînin.
Baş e, em hatin dawiya hevpeyvîna xwe.
Peyameke we ya ji bo kesên ku dixwazin kurdî fêr
bibin heye?
Divê mirov zimanê dayîka xwe biparêze. Bi
fêrbûna zimên hesreta min a bi salan bi dawî bû.
Valahiya ku her dem min di xwe de didît tije bû.
Ez bawer dikim ku ez bi fêrbûna zimanê xwe temam
bûm û jiyana min xweştir bû. Ez gazî hemû kurdên
ku zimanê xwe nizanin dikim û dibêjim hûn jî di
vê riyê de bimeşin.
|
|