| |
Hevpeyivînek bi mamoste Selah Bedredîn re
Hevpeyivînger: Dr. Ridwan Elî û Besam Mustefa
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd mamoste Selah
Bedredîn, ne hewceyî danasîn û pêşkêşkirinê ye ,
di vê dema dawî de pir axaftin û guftûgo derbarê
wî de çêbûn , pir nivîs, di navbera rexnekirin û
alîgiriyê de, li serê hatine nivîsandin. Me, bi
taybetî piştî beşdariya wî ya çalak û giring di
Eniya Felata Niştimanî de, di gel birrêz
Ebdilhelîm Xeddam û girûpa Ixwana Misilmîn –Birayên
Misilman- li Sûriyê, hevpeyivîn pê re çêkir û me
xwest ku ew bi xwe pirsgirêkên heyî zelal bike û
bersiva gelek pirsên girêdayî mijarên tavil, ên
niştimanî Sûrî û netewî Kurdî, bide. Ev e deqê
hevpeyivînê .
Pirs: Mamoste Selah Bedredîn , hun beşdarî
konferansa Waşingtonê ya ku berî demekê lidarket
bûn û duv re hun neçûn civîna Birokselê , gelo
ji ber çi sedeman we ev biryar sitend?
Bersiv: Rast e, sebaretî Konferansa Waşingtonê
em hatine vexwendin ji bo beşdarîkirinê di
civîna Kurdên Emerîka û Kenedayê de ji bo xwe
organîze bikin û rêxistinekê ji xwe re
damizrînin. Piştî gihiştina me û di roja yekemîn
a konferansê de diyar bû ku hin armancên dîtir
hene tevî ku bi rengekî hûr ne zelal bûn, lê me
hest kir ku mesele ji rastiya xwe ya pêşîn dûr
dikeve û me hindek nîşan bihîstin ku hinek kes
hene dixwazin kongirekî netewî ji bo Kurdên
Sûriyê girêbidin! Vî tiştî em matmayî hiştin ji
ber ku amadekirinên gerek tune bûn û nûnerên
tavilê şepêlên konevanî û hizbî û rêxistinî yên
Kurdistana Sûriyê beşdar nebûbûn ...ev pir seyr
bû bi rastî tevî amadebûna kesayetiyên naskirî
bi dijminahiya xwe ji partî û rêxistinên Kurdî
re ji demaka dûrûdirêj ve . Li hember vê yekê me
ji despêkê de da xuya kirin ku em hatine vî
konferansî li ser bingeha ku civînek heye ji bo
birêxistina refên Kurdên Emerîka Bakur û Keneda,
û ji nişkêve di dema girêdana konferansê de
pêşniyazên nû hatine meydanê . Herweha me eşkere
kir ku xêzeke sor heye girêdayî bi hebûna
tevgera siyasî ya Kurd li hundir û nabe bête
derbskirin û me vekirî got ku ev tişt nabe û em
dê nehêlin tevgera netewî Kurd were paşguhkirin,
ev tevgera ku zêdeyî nîvsedsalekê xebatê dike
tevî hemî têbîniyên me derbarê siyaset û nêrînên
hinek serkirdayetiyên van partiyan. Ev
destnîşaniya me weke nameyekê bû ji tevahiya
beşdaran re , û bi rastî jî gelekan ji
amadebûyan nêrînên xwe di vî warî de derbirrîn û
pêşniyaza min ciyê piştgirî û palpiştiyê bû ji
layê wan ve . Ji bo amadebûna min jî, piştî ku
min ev mesele hest kir û ev hewildan dîtin, min
biryar girt ku ez berdewam bikim û tiştê li nik
xwe pêşkêş bikim ji bo ku konferans bi ser
bikeve, ji ber ku mesele hatibû ilankirin û bi
paş ve vegerîn hew dibû, nexasime ku beşek ji
civînê wê roja din li yekê ji holên Kongirêsê
Emrîkî de li dar biketa , û ez bi yên din re mam
û min hewil da heta ji min hat daku civîn bi ser
bikeve di çarçoveya armanca ku ew ji bo wê
hatibû girêdan, û bi rastî jî min hevpişkiya yên
din kir di formkirina beyannameya kotahiyê û
biryar û pêşniyar û perensîpên giştî yên ku
dikarin bêne pêşkêşkirin wekû nêrîneke siyasî di
roja din de û ev tişt çêbû jî, û di roja din de
jî min bi aktîviyane beşdarî kir dema ku min
rûniştina ku hindek partiyên opozisyona erebî
sûrî tê de cî girtin, birêvebir. Min bi rengekî
şayiste bi wan re guftûgo û danûsitandin kir û
reakisyonên wan erênî bûn derbarê kêşeya netewî
Kurdî li Sûriyê .
Sebaret bi civîna Birokselê jî , bi rastî ez
beşdar nebûm û min nêrîna xwe bi eşkere û vekirî
berî girêdana wê bi demekê ilan kir, ji ber
gelek sedeman , sedemê yekem ku yê ku ev civîn
birêve bir yaxud jê re bû rêber eynî ew kesê ku
beşdarî tevlî xeynî xwe di konfiransa Waşîngtonê
de kiribû û ji pişt meyildariyên xwe yên kesane
herdû kesên ku rola mezin di konfiransê
Waşîngtonê de lîstin bi dûr xsitin ku yek ji wan
mirovê wî bû ..Tevî ku ti biryar li Waşîngtonê ,
ne di herdû rûniştinên fermî û ne di beyannameya
kotahiyê de, ti bend nebûn ku vexwendina
girêdana kongirekê netewî yaxud niştimanî bo
Kurdên Sûriyê dike di demeka nêzîk de! Sedemê
din jî ku pêşniyazên konfiransa Waşîngtonê
hatine sexte kirin ji ber ku 13 xal hene û ew
hêjî li nik min in bi xêzên destê min hatine
nivîsandin, ji ber min forma xwe pêşkêş kir û bi
piştigirî û pijrandinê hate pêşwazî kirin û bi
gelek zimanan hate belav kirin . Dîsa ez dibêjim
ku ti bend tune bû ku banga girêdana kongirekî
netewî yan nitşimanî dike, lê bendek hebû ku
banga hevgirtina tevgera Kurdî li Sûriyê dike û
hewildana gihştina, di riya arîkariyê bi tevgera
Kurdî ya siyasî li hundirû , yekkirina tevgera
Kurdî di riya girêdna kongiran an çi tiştê dîtir,
û tiştê ku li Biroksilê rû da ya herî dûr bû ji
vê mijarê, ji ber ku tevgera Kurdî ya siyasî li
hundirû bi yek nûnerî beşdarî tê de nekir û
dûrketineke berfireh û tewaw ji layê tevahiya
partî û rêxistinên Kurdî ji civîna Biroksilê re
çêbû . Sedemê sisêyan ku civîna navbirî ji ber
kêm amadeyiyê û lez û bezê û hewildana hindekan
ji bo bicihanîna armancên kesane , bandoreke xwe
ya negatîv li tevgera Kurdî li Sûriyê kir û
ziyan gihande doza Kurdî bi behaneya ku berî û
di nav û piştî wê de 4 rêxistinên nû hatine
damizrandin !! bi navê partî û rêxistinan tevî
ku hinek ji wan bi tiliyan têne jimartin lê dîsa
ev yek karekî xirab e , ji xwe re biramin, eger
ku civîn dixwaze kongirekî neteweyî yan
nitşimanî li dar bixe û yekkirina tevgera Kurd
dike, vêce çawa sozan dide û germ dike !! ji bo
berzkirina navên rêxistinî yên nû nexasime ku
hindek ji wan guman û sawîr li dora wan diçin û
tên, ji ber hindê ku hestbûn û nêrîna min di
cihê xwe de bûn, ji ber ku min hest kir ku ew
civîn û bi rengê ku hate lidarxistin wê ziyanê
bighîne doza milletê me û kêşeya yekkirina
tevgera me ya siyasî, ji ber vê min beşdarî tê
de nekir û gelekên dîtir jî her wisa kirin ji
partî û rêxistin û kesayetiyên rewşenbîr û
ramyarî yên ser bi Rojavayê Kurdistanê û ne rast
e tiştê hindek kes ilan dikin ku nebeşdariya min
di wê civînê de hişt ez vê nêrînê bigirim, ez li
vir dipirsim gelo ez di civînên din de weke yên
ku li Parîsê û Siwêdê û Holenda û Berlînê beşdar
bûme .. û duv re nêrîneka baş ji wan girtiye û
berpirsên wan pîroz kiriye bê ku ez hinekan ji
wan di warê kesîtî de nas bikim?
Pirs: Pirsa me ya didiwan girêdayî Eniya
Felata Niştimanî li Sûriyê ye , nûnerî û
beşdariya Kurdan çawa bû û nêrîna partiyên Kurdî
li Sûriyê derbarê Eniyê û tevlîbûna wê çi ye ,
bi taybetî ji ber ku hun herdem giringiya
hundirû berz dinirxînin weke ku we niha got ?
Bersiv: Helbet, Eniya Felata Niştimanî, nûneriya
pêkhatiyên ji opozisyona niştimanî ya demokrat
li Sûriyê dike , nexasime yên ku hebûna wan li
hindir û derve heye . Bê guman, pêkhatiyên
bingehînî di Eniya Felata Niştimanî de ji
Be'esiyên ku li dij rêjîmê û tevgera Birayên
Misilman (Ixwan) û ji hinek şepêlên lîberal û
netewî û ji aliyê Kurdî. Diyar e ku opozisyona
niştimanî Sûrî bi baskên xwe yên Kurd û Ereb ve
ji mafê wan e ku dezgehên xwe yên niştimanî û
sivîl dabimizrêne ji bo bicihanîna alternatîva
demokart û rûxandina rêjîma dîktator a niha, û
kongirê ku li Londinê roja 4 û 5 Hizêranê hate
lidarxistin weke Kongirê Damizrêner ê EFN bû ,
tevî ku beriya wî civîneka şêwirdariyê li
Birokselê di meha Avdarê de li dar ketibû lê
Kongirê Damzirêner li Londinê bû . Belê min di
vî Kongirî de beşdarî kir û li wir jî min
pêtiviya beşdariya hundir bi tavilê reng û
tiwêje û netewe û tevahiya dezgeh û saziyên
civaka sivîl ên girêdayî Sûriyê pêşkêş kir, û
hemû lihevkirî ne derbarê wê . Helbet , hundir
nikare niha eniyên opozisyonê yên radîkal û
giring ilan bike weke ku li Londinê pêkhat û
diyar e ku hêzên li derve dê bi erkên xwe rabin
û dê di pratîkên xwe de û di damizrandina eniyan
de û dezgeh û rêxistinan tiştê ku hundir dixwaze
derbibirre . Mesele wisa eşkere ye , û giringiyê
bi van xalan dide: - Amadekirina ji bû
damizarandina opozisyoneke rêxistî û yekkirina
refên opozisyona niştimanî ya demokrat bi tavilê
şepêl û pêkhatiyên wê – danîna lîsteyên
rêxistinî û mewdanî û pêwendiyên ramyarî û xeynî
wan jî –danîna bernameyekê û formkirina
destûrekî nû bo Sûriyê , ev tev ji armancên
opozisyona niştimanî ne li derve û hundir . Dibe
ku derve di qonaxên taybet de tiştê ku hundir pê
dirame derbibirre , dibe ku hundir ne amade be
ku bi eşkerayî beşdarî tiştê li derve pêktê bibe
, wisa ez di wê baweriyê de me ku qonax
tewawbûna di navbera hundir û derve de dadixe
holê , ango derve tiştê ku hundir nikare pêkbîne
, bike û wa dibe jî wek nimûne , slogan û
perensîpên ku di Kongirê damizrêner de hatine
pêşkêş kirin û di bernameya siyasî bo guherînê
hembêz kirin û herweha beyananmeyên siyasî tev
tiştê ku gelê Sûrî bi hemî tiwêje û netewên xwe
dixwaze , derbirrîn û hem weke nêrînên
opozisyona radîkal ên li Sûriyê ne, ji ber hindê
ku ez dibînim dem nehatiye ku em navên ên li
hundir eşkere bikin ên ku piştgiriya tiştê ku li
Londinê pêkhat dikin û tiştê ku Eniya Felata
Niştimanî pêşniyaz dike , lê ez bawer dikim ku
tavilê tiwêjên opozisyona niştimanî ne li dij
tiştê ku li Kongirê Damizrêner li Londinê çêbû,
ne. Berevajî vê ez dikarim bibêjim ku piraniya
mezin piştgiriya beyanname û bername û pêşniyaz
û birayarên Eniya Felata Niştimanî dikin .
Wihareng e ku tiştê min kir ne li dijî
perensîpên min ên niştimanî û neteweyî yaxud
nêrînên min ên siyasî ne , derbarê giringî dan
bi nêrîn û rol û beşdariya hundir, weke min berê
jî got, piraniya opozisyonan li cîhanê li derve
dest pê dikin dema ku rêjîmeke zordest hebe û rê
nede bi çêbûna tiştan bi xuirstî û nehêle ku
millet raya xwe bi azadane derbibirre, weke
xwepêşandan û 'itîsam û girêv û belavkirina
belavokan, ev tev li Sûriyê qedexe ne , niha di
bin saya rêjîma zorbaz a niha de, vêce tiştê ku
li Londinê di Kongirê Damizrêner de pêkhat
serkeftinek bû ji gelê Sûrî re bi hemî tiwêje û
neteweyên wî li hundirê Sûriyê . Ev bê guman e û
hate xuya kirin piştî belavkirina beyannameyên
Kongirê Damizrêner û piştî kongirê rojnamevanî
yê ku piştî bidawîbûna kongirê navbirî lidarket,
me dît çawa rêjîma Sûrî hisaban dike û dest bi
girtinan dike û hewil dide ku hindek misaweman
pêk bîne. Derbarê hindek kêşeyên taybet bi
armanca ku tektkîka xwe ya taybet derbas bike û
xwe biparêze wek ku, bi xatûn Necah 'Ettar re
çêbû dema wê fermana hêlên jor bi cih anî di
civandina bi hinek serkirdayetiyên rêxistinên
Kurdî kir da ku were xuya kirin ku rêjîm di riya
çareserkirina kêşeya yên bênasname de ye (
helbet ne çareserkirna kêşeya neteweyî Kurdî !!)
wek ku car bi car pêkhatiye ji layê raydaran
dema ku pêdiviya tektîkî ferz dike ...... Bi
gotinekê hêza opozisyonê li derve hêzeke bo
opozisoyna li hundirê Sûriyê .
Pirs: Yek ji berztirîn beşdarên Kongira
Damzirêner û civînên Eniya Felata Niştimanî li
Sûriyê , birrêz Ebdilhelîm Xeddam bû , di vî
warî de me gelek gotin bihîstin û gotar xwendin
ên ku rexne dikirin derbarê têkiliya te û
hevdîtina te pê re , tu çi dibêje?
Bersiv: Min birêz Ebdilhelîm Xeddam , cîgirê
berê yê serokkomarê Sûriyê dît piştî ku ji û li
ser rêjîmê derket û piştî ku nêrîna xwe ya
eşkere derbarê : pêwîstiya guherîna demokrat li
Sûriyê û dîtina wî ku rêjîm yeka zordest e ku
welat û millet bindest kiriye û ji misteke
binemalî û hindek efserên mezin di artêş û
ewlekariyê de tê hev, her wisa Xeddam dibîne ku
rîjîma niha rîjêmeke dîktator e , milletê Sûriyê
azar dike û devan digire û azadiyan qedexe dike
û ji ber wesa piştî ku Xeddam giha van baweriyan,
min dît şaysit e ku opozisyona niştimanî Sûrî li
derve û hundir-ya ku bi rastî û tekezî xwestina
guherînê dike - bixêrhatina wî bike, ji ber ku
ev dê fakterekî alîkar be di riya xurtkirina
guherandina rêjîmê û peydakirina alternatîvê
niştimanî yê demokrat. Tiştê ku Xeddan wêne
dike, û ew bi dehan salan di cihê xwe de mîna
lîderekî hizbî û siyasî û dilpomat li Sûriyê
xulekên berfireh ji endamên partiya Baas li
Sûriyê derdibirre û ew dê bi roleke giring rabe
di razîkirina gelekan ji Basiyan ji bo ku dev ji
rêjîmê berdin û li dij rabin û Xeddam ji
şepêlêka fireh li Sûriyê derketiye, divê ku em
venasînê bikin, û wî gelek gotin û daxuyanî dane
û nêrînên xwe eşkere kirine, ji ber hindê ku ez
dibînim ku hemî layên pêwendîdar ji opozisyona
demokrata welatparêz û herkesê ku paşeroja
Sûriyê biha be li nik û baweriya wî bi guherînê
were, ez bawer dikim ku pêtivî û pêwîst û
sûdemend e ku têkiliyên xebatane yên nû ava bike
û li ser bineghên nû bi birêz Ebdilhelîm Xeddam
re û bi çi kesê ku li dij rejîmê radiweste re
..... Eger guherîn bi ciddî were girtin divê em
tukesê ku ji rêjîmê dûr dikeve ber nedin heta ku
karmendekî piçûk be, vêce çawa ku yekî mîna
Xeddam be yê ku roleke mezin di jiyana siyasî ya
welêt de lîst ji dor 4 dehsalan de . Ez bawer
dikim ku tiştê pêkhat rewa û xurist bû û ji dema
ku min Xeddam nas kir û dît , wî pir pêşniyar
kirin û vekirî bû û raya yê hember dipijirand,
eger derbarê rewşa giştî li Sûriyê be û pêşroja
Sûriyê yaxud sebaretî pirsgirêkên siyasî û
civakî û çandî û yaxud nisbetî dozên destûr û
yasa û nêrîna wî ji doza Kurdî re be .... Erê
min ew dît û ez dê dîsa wî bibînim û em niha
pêkve di yek enî û yek dezgeh û heman
serkirdayetiyê de kar dikin ! .
Pirs: Sebaret bi rêjîma Sûrî ya niha, di
Belaxnameya kotahiyê ya eniyê de hat ku " Rêjîm
berbi ketinê de diçe bê guman", di nêrîna we de
rêjîmê temenê xwe yê dîrokî bûrand û berbi
tunebûn û nemanê ve diçe, yan ev sipartiye
balansên navnetewî û berjewendiyan bi taybetî ?
Bersiv: Belê , semyanên rijêmeke wisa tekez dike
ku rêjîmên wiha ji mêj de rûxane û hilweşiyane,
û ketina rêjîma Sûrî ji ber gelek sedeman
berûpaş ket weke: Bazirganî kirin bi doza
Filistînê û dozên netewî û rizgarkirina Colanê û
" Ti deng ji dengê cengê bilindtir tune ye " û
sedemê din ku rêjîma Sûrî mîna tavilê rêjîmên
totalîter û tek-partî ji despêkê de xwe siparte
artêş û ewlekariyê û bi ser ket di avakirina
artêşeke hevaldar bi kêmanî ji layê efserên
mezin û pir dezgehên ewlekariyê dazmirandin, ku
li Sûriyê zêde ji 7 alavên ewlekariyê yên eşkere
hene! Ev dezgeh girêdayî rêjîmê ne û
berjewendiyên wan bi çarenûsa rêjîmê ve girêdayî
ne û para şêr ji budjetê li ser wan tê xerj
kirin . Rêjîmê herwesa dest danî ser movikên
rewşa aborî û penecerên çalakiya bazirganî li
Şam û Heleb û bajarên mezin û li ser bineghên
bazirganiya derve di riya dost û nasan de angu
rêjîmê ji pêşî de damûdezgeh avakirin da ku xwe
biparêze neku ji bo wek digot Filistînê rizagr
bike yaxud şerê Israilê bike . Di baweriya min
de ji ber van sedemên gotî, hilweşandina rêjîmê
bi paşket tev li ku rêjîmên wisa ti derfet nedan
bo berzbûna opozisyona niştimanî û ti hêvî bo
çaksaziyê ne hiştin, lê berevajî vê zindan û
koçbarkirin û dûrxistin para têkoşerên
welatparêz bûn, di hemî pêvajoyên ku rêjîma Sûrî
di wan de derbas bû û genedelî û fitne û
dabeşbûn para welat û welatiyan bû .
Tekez tevî bipaşketina ku me bas kir lê
rûxandina wê ji sedî sed e zû yan derneg û gelek
sedem û merc û şertên şayiste hene, niha ku
rêjîm ji holê bête rakirin û alternatîveke
niştimanî û demokrat cî bigire. Em dibînin ku
rêjîmên zordest dikevin û dirûxin yek li pey
yekê û ya herî dawî rêjîma Iraqê bû, rêjîma
Sedam Hisên a sitemkar, rêjîma cêwî li gor fikir
û siyaset û nêrînê bi rêjîma Şamê re. Li gor
dîtinên Eniya Felata Niştimanî , asoyên berfireh
hene ku mizgîniya felat û rizgarbûna ji vê
rîjêmê pir nêzîk e .
Pirs: Mamoste Selah , di yekê ji bendên
Projeya niştimanî bo guherînê ya Eniya Felata
Niştimanî li Sûriyê de derbarê rewşa Kurdan li
Sûriyê hatiye ku" Bikaranîna milletê Kurd ji
mafên xwe yên siyasî û çandî weke tevahiya
pêkhatiyên civaka Sûrî " , û ji aliyekî din ve
gotina " Milletê Kurd " di Belaxnameya Kotahiyê
ya Kongirê Damizrêner ya Eniya Felata Niştimanî
li Sûriyê de nehatiye lê "Hevwelatiyên Kurd ", û
nêrîna we eşkere ye ku doza Kurd li Sûriyê ne
doza hevwelatiyê ye, hun çi dibêjin?
Bersiv: Weke te got ne hewce ye ez nêrîna xwe ya
dîrokî ya naskirî ji doza xwe dubare bikim,
hinde ku ez serbilind im ku ez yekemîn kes bûm
ku li hember xwediyên baweriyên " kêmnetew –
rabiwestim û rastiya hebûna milletekî Kurd ku li
ser axa bav û kalên xwe dijî tekez bikim û
herweha istihqaqatên vê yekê yên mafperwer ên
netewî û demokart û ramiyarî di çarçoveya
perensîpa mafê çarenûsî yên milettan de û ne
hewce ye ku ez bibêjim ku nêrînên min ên
stratîjî yên gotî ji bo min û alîgirên min bive
û astengî û hander anîn ta radeya valakirina hin
alavan bi tevahî û budjetên taybet ji bo
tunekirina me û derbasbûna nav refên me û
parçekirina gewdê me . Sebaretî Eniyê, wê
nêrîneke balanse bi nêrînên tavilê aliyan ve
girt û kêmkirin ji vî û wî çêbûn taku em
gihîştine yek nêrînê. Eniya Felata Niştimanî
weke ku di belge û dokûmentên wê yên taybet û
bernameya guherînê de diyar e – helbet bername
bingeh e – dibîne ku milletekî Kurd li Sûriyê
heye, û kêşeyek netewî heye û ji ber wesa banga
bicîanîna mafên çandî û siyasî û civakî û aborî
yên milletê Kurd li Sûriyê, dike . Tiştê din ew
bû ku Eniyê pijirand ev perensîp têkeve destûrê
Sûriyê yê hatî , yê nû de û ev li gor daxwaza me
pêkhat û pir giring e. Ji layekî dîtir ve ,
bendeke din heye ku banga vegerandina pereyên
menqûl û nemenqûl li yên ku ji wan hatine
sitendin ji ber sedmên netewî û siyasî û ev
girêdayî mijara Zinnara Erebî ye, ji ber
destdanîna mulikdariyan li ser asta Kurdî, ji
ber egerên neteweyî pêkhat û ne ji valahiyê hat
, lê li gor plana Zinnara Erebî bû tev li
bangkirina bi vegreandina nasnamê ji xwediyan re
ango rewş wiha ye. Eniyê bo yekem car sebaretî
saziyên ku vê dawiyê pêkahtin ji aliyê
opozisyonê bi giştî li Sûriyê bi pênasandina
rewşa Kurdî wekû doza milletekî ku divê destûr
di pêşrejoê de tekez bike, tevî nerazîbûn û
jinûvemeyzandina di kêşeya Zinnara Erebî û
nasnamê de . Helbet min bi eşkerayî xwest ku
milletê Kurd mafê xwe yê çarnûsî bikarbîne û hin
tiştên din lê weke hun dizanin Enî herdem li ser
hindek dozên pernesîpî yên hevbeş lihev dikin,
ne weke ku aliyekî taybet dixwaze û ev in
gerdenişên eniyan, lê ez careka din destnîşan
dikim ku tiştê herî giring di vir de ew bû ku
pijirandina rewşa Kurdî mîna doza gelekî, mîna
deozeke neteweyî, û dozeke mafan ku divê destûrê
nû yê Sûriyê tekez bike, ev destûrê ku niha tê
formkirin û ev li gor me mijareke giring e û bê
guman e ku em dê xebata xwe berdewam bikin ji bo
bidestveanîna têhgihîştineke bêtir ji doza me re
û ev jî saman û diyalogkirin bi hevpişkên me yên
Ereb re di hemî bone û minber û cihan de. Em
hevpişk in, û Enî bawer dike ku Kurd şirîkên
Ereban e, niha û di çarenûsê de, ev jî mijareke
cuda bû ku Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê di
ajenda xwe ya dawîn de ya ku ji Kongirê
damizrêner li Londinê derçû .
Pirs: We di gotareke xwe de nivîsandibû û
guman di rastiya tiştê ku girûpa Birayên
Misilman derbarê doza Kurd de pêşkêş dikin,
kiribû. Gelo nêrîna wan niha guhertiye? We
têgihîştin û pijirandin li nik wan dît derbarê
mijara Kurdî di civînên Eniyê de li Biroksel û
Londinê?
Bersiv: Bi rastî min guman nekiribû ango ne ji
ber gumanê di nêrîna girûpa Birayên Misilman de,
lê min gotarek li ser bernameya wan derheqê
rewşa Kurdî de nivîsand û min tê de got ku ew
nêrîn dereng hat di pêşî de û diwemîn ne li gor
xwestekan bû, hinde ku nêrîna Birayên Misilman
li doza Kurd dinerî li gor mafên hevwelatîbûn ê.
Lê tiştê ku di bernameyê Eniya Felata Niştimanî
de cî girt a ku Ixwanan li ser îmzekirin, di
nêrîna min de, nisbetî wan ev pêşveçûnek bû di
nêrîna wan de û pêşketîtir e ji ya berê bi
gelekî. Ev tişt him erkekî wan e û li ser jî
têne sipas kirin, û ez ji layê xwe de pir kêfxwş
im ji vê nêrînê tevî ku cudahî û newekeheviyên
di navbera me de pir in, lê wek min berê jî got
ev in teqalîdên eniyan. Sebaretî doza Kurd
pêşveçûnek di nêrîna herdû layên sereke de
pêkhatiye ango Ebdilhelîm Xeddam û Birayên
Misilman ku di bernamê Eniyê de hate dîtin, di
her sê bendên girêdayî rewşa Kurdî li Sûriyê de,
û çi kesê ku bi doza Kurd haydar be ji dema
serxwebûna Sûriyê, dê bibîne ku herdû la Baasî û
Ixwan dûrî Kurdan bûn , ên pêşî (Baasî) di
pêşiya yên ku dijminahî û şerê tevgera Kurdî kir
û Kurd sitembar kirin di riya planên erebkirin û
koçbarkirin û bêparkirinê de, bê ku ti
çareseriyeke demokarat û niştimanî ji doza Kurd
re pêşkêş bikin, û yê diwemîn (Ixwan) di pêşiya
kesên ku guhnedan bi rastiya netewî ya Kurd û di
ajendên xwe de ti çareserî pêşniyaz nekirin bo
çaresrkirina pirsigrêkê li dirêjahiya
nîvsedsalekê, ji bilî nêrîna wan ya dawîn a ku
pir dereng hat û ev tişt dide xuya kirin ku
diyalog bi herdû layan re di çarçoveyên
welatperwere de û bi şêweyên demokarsiyane û
karkirina bi wan re di Eniya Felatê de, ku min
bi ya çetintir –sebaretî Kurdan – dest pê kir, a
ku me nikaribû bikin û min pijirandin û
bersivdan û guhdarîkirin, dît ku, bi maweyan
zêdeyî nêrînên hêz û kesayetiyên Erebî Sûrî yên
din di refên opozisyon û rêjîmdostan, li vir ez
dixwazim bibêjim , di reasksiyonên derbarê
kongirê Eniya Felata Niştimanî de ravekarekî
bala min kişand ew jî Tirkî Rebî'io bû, yek ji
şovinstên Ereb ên Sûrî yê ku di rojanmeyek
Kendavî de nivîsîbû derbarê Eniyê de ku yekî
radîkalekî Kurd ( mebesta wî ez bûm ) bi zimanê
Kurdî axift di kongirê rojnemavanî de li pêşiya
alavên ragihandinê, piştî bidawî bûna karûbarên
kongirê navbirî, û ev jî nîşaneke hûr e ku
kêşeya Kurd li Sûriyê yeka neteweyî ye bê şik û
guman.
Pirs: Derbarê aliyê Kurdî û daneserheva mala
Kurdî ji hundir ve, gelo parçebûnên ku, wek we
diyar kir damziarndina 4 rêxistinên nû ji civîna
Biroksilê, di vê dema nazik de pêktên li
berjewendiya milletê Kurd li Sûriyê ye? Hun çi
çareseriyê pêşniyar dikin?
Bersiv: Di vî warî de ez bawer dikim ku imkana
dîtina çerseriyeke nêzîk û şayiste bo qeyrana
tevgera neteweyî siyasî Kurdî li Sûriyê heye. ji
ber ku dem hatiye ku tev li ser lêvegereke
siyasî ku kêmaniya arezû û xwestekên tavilê
aliyan hembêz bike, li hev bikin . Ez di wê
baweriyê de me ku bi pratîk ev tişt li hundirê
welêt dê zû pêk neyê û ji ber hindê pir sûdemend
e ku ev tişt li derveyî Sûriyê pêk were . Di
riya beşdarî û erêkirin û tevlîbûna nûnerên
tevahiya rêxistinên siyasî Kurdî li derve û
hundir tev li saziyên nû di meydanê de yên ku
bêtir hatine diyarkirin û xuyakirin ji dema
bûyerên 12 Avdara 2004an .
Bê guman , refên nû hene ji serbixwe û
rewşenbîran û em afreta Kurd jî ji bîr nekin,
eva ku refên xwe niha birêdixe, ew jî divê ku
deng û rola xwe hebe di lêvegera xwestî de, û ez
bawer dikim ku pir şert û merc dighine hev ji bo
biserxistina vê ramanê û dost û bira hene ku ji
bo vê yekê dixebitin û ti behane û hincet nemane
ji hemî layan re ji bo xwe bidine alî ji van
erkên netewî
yên pêwîst ên ku qonaxa niha ya bive û nazik wan
pêşkêş dike, bi taybetî û em li hember asoyên ku
çêbûna guherîna demokrat tekez dikin, divê ku
Kurd û tevgera wan ya konevanî amade bin ku rol
û maf û cihê Kurdan hebe di Sûriya nû ya birêde.
Pirs: Pirsa min a dawîn derbarê kesayetiya we
de ye, ji ber ku me vê dawiyê pir gotar û nivîs
xwendin derbarê we, hinek ji wan rexnegir û yên
dîtir alîgir bûn, hun çi ji herdû aliyan re
dibêjin?
Bersiv: Bi rastî, ez çi kesê ku rexneya avaker û
baş ji bo pêşveçûn û derbaskirina şaşîtiyan li
min dike, sipas dikim ji ber ku ev tiştekî ez pê
serbilind im û pesnê xwe pê didim, ji ber ku ji
mêjve min dawa rexnê kiriye û ti pêşveçûn bê
rexne û xwe-rexne û diyalogê nabe, ez van xortan
ji nifşê nû pîroz dikim û bengînî û xortaniya
xwe di wan de dibînim û ez wan vedixwînim da ku
ew berdewam bin di daxuyakirina têbîniyên xwe û
nivîsên xwe yên rexnegir de derbarê nêrînên min
û pratîka min di warê nitşmanî û netewî de .
Sebaretî yên ku rêbaza min dipijirînin û nêrînên
min rast dibînin , ez sozê didime wan ku ez li
gor baweriya wan bim niha û di pêşerojê de û ez
dev ji wê rêbaza ku me binegehên wê ji sala
1965ê ve di konferansê Tebaxê yê mêjûyî de danîn
naberdim, û ez hêj girêdayî wê rêbaza netewî
demokrata çepgir a dîrokî me ya ku ez dê
deyndarê wê bim heta ku ez sax bim di sînorên
pêgirêdana ramyarî û ramanî de! Ji layekî din ve
, ez hêvî dikim ku herkes têbigihe ku min bi sê
telaqan dev ji karê hizbî berdaye bê veger û ez
ne amade me ku guhdariya yên ku – bi niyetbaşî-
dixwazin min bikêşin cihên ku ez naxwazim nêzîkî
wan bibim yaxud anîna dozên ku bûne milkê dîrokê
û ti sûde nîne di arihandina wan de di vê qonaxê
de, ji ber ku di rewşa min a niha de, ez bi erkê
xwe yê giştî , niştimanî û netewî radibim di
çarçoveya Kurdayetiyê de û ez ne amade me ku
têkivime şerên peyvînî yan cedelê li dora
mijarên hizbî yên ku ez ji çerçoveya wan bi vîna
xwe û hilbijartina xwe ya azadane derkrtime, ez
herweha dixwazim ku pêwendîdar têbigihin ku
diyaloga fikirî û siyasî derbarê dozên me yên
hevpar bi eşkerayî û bi şefafiyet û dilferehî
dibe lê munaqşeyên hizbî û rêxistinî yên ku ez
bi wan re ne têkildar im, di kongir û civînên
girtî de dibin, ji ber hindê ku ez tevan
vedixwînim bo herdû layan têkel nekin û
taybetmendiya yê dîtir qedexe nekin û dest
nedînin ser azadiya yê dîtir û dûr bikevin ji
awayê lêpirsînê û lîstina rola polîs bê ti
bineghên yasayî û legal .
- Mamoste Selah Bedredîn, ramanvan û
siyasetmedarê Kurd, sipas ji bo we!
- Sipas!
Hevdîtina Dr. Ridwan Elî û Besam Mistefa
Hewlêr –Kurdsitana Iraqê 27/06/2006.
|
|