|
Dilê Gunehkar
Mihemed Elî CÛCÛ
Yara min
Tu mîna pirtûkek pîroz î
Çawa ez rûpelên te biçirînim ?
Tu xunçeyek hîn biçûk
Çawa ez pelên te hilqetînim ?
Ji min nexeyide
Eger min çavên te ramûsandin
Ji ber lêvan !!
Çawa tu dixwazî
Ez bihara canê te bişewtînim ?
Çawa tu dixwazî
Ez şêlanê sîngê te hilînim ?
Çawa tu dixwazî
Vîna xwedê ji bo me ez bişkînim ?
Yara min
Tu bimîne wek berê
Mîna katjimêrên sibê
Li hewşa mala me
Mîna mij û dûmanê
Pêçandî gundê me
Lê eger ez mirim berî te
Xulamê te me, negrî li ser min
Ez ê careke din bimrim!!
Ez ê careke din bimrim!!
|