rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37


 

 

 

DAXUYANÎ

Ligora biryara komîteya gişti ya Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS), ji bo bîranîna Serhildana Kurdistana Sûriyê, destûra manîfestationekê li ber perlemana Swêdê, roja 2006-03-10, hatibû stendin. Paşê hate bihîstin ko, hin rêxistinên kurdên Sûriyê, bi tena xwe, dixwazin xwepêşandanekê li ber balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê, roja 2006-03-11 çêkin. Me hewil da ko em herdû çalakiyan bi hev re bikin yan wan bikin yek, lê mixabin daxwaza me biserneket.
Jibo rêzgirtina rumeta şehîdan û parastina yekîtiya revenda kurd li Swêdê, biryara me hate guhertin û di şûna manifestationê de, wê şandeke kurdî, roja 2006-03-10 , nameyeke hevbeş bi navê Encumenê, hemû dezgeh û rêxistinên kurdistaniyên din li Swêdê, radestî parlamana Swêdê, Encûmena Yekitiya Ewrupa û serokatiya YE Austria(Nemsa) bike.
Em pi ştgiriya hemû çalakiyên riswakirina rêjîma Sûriyê dikin û hêvîdarin xwepê şandana hemberî balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê serketî be.
Bijî serhidana rojavayê Kurdistanê û hezar silav li canê pakê şehîdên Kurdistanê bin.


Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS)


Cih û dema Xwepêşandanê:
Karla Plan; Narvavägen 32
11-03-2006; 13:00-15:00















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE