rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

 

 

DAXUYANÎ

Jibo revenda kurdistanê li Swêdê
Birayên birêz!
Wek tê zanîn, di van sê salên dawî de, rêxistinên tevgera siyasiya kurdên Rojavayê Kurdistanê li Swêdê, komîteyeke hevbeş danîbûn û bi navê wê çalakiyên xwe bi alîkariya revnda kurd û dezgehên wê, pêk dianîn. Lê îsal, nunerên çar rêxistinên kurdên Sûriyê, bêyî şêwra ma xwe ji vê komîtê durkirin û bi helkevtina salyada serhildana Adara 2004 an a li Rojavayê Kurdistanê, xwestin bi tena xwe xwepêşandanekê li ber balyozxaneya Sûriyê li Stockholmê çêkin. Nunerên herdu rêxistinên me rexne li wan girtin û xwestin ko, ev bîranîn û çalakiyên din, hevbeş bin yan bi navê wê komîteya berê pêk bên. Me çend pêşneyarên cor bi cor danîn ber çavên wan hevalan, gelekî li benda wan man û di rêya birayên xwe yên kurdistanî de, me hewil da ko ev çalakî bi navê hemû kurdan be, lê mixabin wan her nexwest û hemû rê li ber me girtin.

Bi armanca parastina yekîtiya xwe ya netewî, bergirtina mintalîtêta perçekirin û partîperestiya teng, rûmetgirtina xwîna şehîdên Serhildana pîroz û riswakirina rêjîma baas a nijadperest, em ji hemû heval û dostên kurd dixwazin ko beşdariyê di vê çalakiyê de bikin û vê xwepêşandanê bi aşitî û şaristanî biserxînin.

Bijî serhidana rojavayê Kurdistanê û hezar silav li canê pakê şehîdên Kurdistanê bin.

Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê – Rêxistina Swêdê
Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê – Rêxistina Swêdê

Cih û dema Xwepêşandanê:
Karla Plan; Narvavägen 32
11-03-2006; 13:00-15:00















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE