rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Islamî + Erebî = …?

 




Sebrî Silêvanî

Di pirtûka felsefe û modêrnîzimê de Hîgil dibêje:Saziya ku mifayê wê negehe tevayiyê saziyek berguman û lawaz e.

Gotina wî - wek sirge - dikare heta radeyekê biselmîne ku rêjeya herî mezin ji saziyên îslamî û erebî saziyên nesaz in yan bi gotinek din lawaz in. Hergîz ew nikarin bi awayekî fermî helwestên guncayî bivebirin çunkî rasteqîniya wan berguman e û dizanin ku hîngê dê tûşî lêpirsînê bibin bi taybet ji aliyê hêzên desthelatdar yan hevpeymanan.

Ew sazî û damezrîngeh behra bêhtir karê fermanberiyê dikin, ango di hembêzên hukûmetan de karê xwe dikin û pilan û projeyên wan tev jî sinordar in û eger bi destûrek fermî nebe nikarin bi cih bihînin. Ew sazî û hukûmet nikarin nifşên saz perwerde bikin ji ber ku ziman û rêbaz û îdolojiyên berteng derbazî mejiyê wan dikin ji bo ku herdem hewadar bimînin û penayê bo çi ziman û rêbaz û îdolojiyên din – biyanî – nebin.

Ev nahê wê wateyê ku yaxîbûn yan hewldanên sazkirinê nînin belê eger hebin jî tenê teyorî ne û eger hat û bergehên wan diyar bûn wî çaxî hindek şêweyên din yên serederiyê û alavên çareseriyê xwe disepînin.
Ango: neteweyên îslamî û erebî bi piranî dagêrkirî ne - eger ku mirov dagêrkirinê wek têgeheke berfereh analîz bike - herwesa çewsandî ne jî. Bi awayekî rojane dihên bêzandin û mafên wan yên sade dihên pêşêlkirin lewra ku - wek kar - pest û fişarek derûnî nerênî li ser kesayetiya îslamî û erebî peyda dibe û li beramber ew jî dixwazin - wek berkar – ji wê pest û fişarê xilas bibin belê çawan?

Pirsyar: eger hat û ew pest û fişara derûnî wek xezeb der bû, aya dê kê armanc bike?

Ez bawer dikim ku li gel rojgarê zêde dibe û bi espayî dê hindek xweriste û têgehên din bi xwe ve bigire wek yaxîbûn, serhildan yan kudeta û berî herkes din dê ziyanê bigehînin wan sazî û hukûmetan heta ku bigehe rijêman û di encamê de guhorîn peyda bibin û guhorîn dawî kar e ku islamî û erebî – rêjedar – li ser bihizrînin çunkî bawerî tenê bi dorhêlî û rabirdûyê dûr hene neku bi dahatûyê nepenî û ezmûnê.

Hukûmetên îslamî û erebî naxwazin rûberî miletên xwe bibin û evca tûşî xezeba wan bibin lewra jî amade ne ku her tiştî bikin tenanet hevpeymaniyê li gel neyarên xwe yên ku bi awayekî berdewam di medya û ragihandinên xwe de şermezar dikin.

Diyardeya vê dawiyê - karîkatorên rojnameyên awrupî li ser Mehemed pêxember – gelek pirsiyar û têbînî li bal kesên awrupî amade kirin belê kî ji cîhana îslamî û erebî dikare bersivan amade bike?

Agir û herifandin û kujtin ne bersiv in belê belkî rêjeya pirsiyaran bêhtir dikin.

Erê eger xezeba neteweyên îslamî û erebî hemû arasteyî rêjîmekê ji rêjîmên îslamî yan erebî bi xwe bibe, dê çi çêbibe?

Erê çima polîsên îslamî û erebî – polîs wek fermanber li gorî yasayên destûrî – yan dezgehên asayiş û parastinê, yên ku jimareya wan ji ya damezrîngehên sivîlane bêhtir, sist in di reftarên xwe de li hember bûyerên terorê?

Erê çima dezgehên ragihandinê yên mîrî bi şêweyên ciyawaz handana rêpîvan û protestê dikin? Aya şewitandin û herifandin û kujtin protest e yan teror e?

Ev ji aliyekî belê ji aliyekî din, aya rojnamegeriya saz û rasteqîne ew e ya ku sîmbol û pîroziyên neteweyan - tevlî ku pîrozî nîne bi taybet eger pirsiyar û guman hebin – dibêzîne ( ihtiqar dike)?

Ez nikarim rojnamegeriyeke wisan bipejrînim yan pesend bikim. Ez wek mirov - ne wek îslamî - diyardeya bêzandina Mehemed pêxemberî diyardeyek kirêt dibînim ji ber ku zêdegavî û zêdekarî ye li ser mafên kesên bawermend seranserê cîhanê bi taybet yên îslamî û erebî belê di heman demê de bawer dikim ku îslamî û ereban ji rojnameyên awrupî tevan bêhtir ziyan gihandin nav û dîrok û rêbaza Mehemed pêxemberî.








 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE