|
Melevan
GELEK MERD IN
Her kes nikare bibe Maqûl
Nanda bibî ?
Li hina tê û li hina nayê
Kur ji bavan fêr dibin
Tu çi bêxî kiwarê
Wisa wê bête xwarê
Hezar rehmet li kefendiz
Her çîka hûn nedîtî
Hek ......pek ......wey gidyano
Ma camêr mîna van hene !
Li gerdûnê bi pîşe û pirfene !
Ez dîdar û şahid im ?
Bêje: merd û dilêrî
Bêje :ol û zanebûn
Bêje :maf û wekhevî
Bêje :jîr û kêrhatin
Bêje û bêje û ne sekine
Heta sibî bêje
Bi simê Kera xweya simikî
Ezê îmze û mor bikim
Bi sûnda zilik
Hemî pesnê gotî di cî de ne.
Dev tiştekî dibêje
Dil di himê û di birêje:
Xwezî nehatibam jînê çav li we ,min nekirba
Bila kor bam ji vê dînê çiqas şîr û şekir ba
Sînor me j’ev veqetîne bila ji deh agir ba
Niştîgihê daneşînê cîran hov û lawir ba
Ew pertewa di şarînê ji şefeqa xawir ba
Xewnê de jî newin bînê bila veşar û sir ba
Ta buhişta we bi xînê jê bê par û behir ba
Tîpê evra çep di xwînê wekî nekîr munkir ba
Lew di sifrê şaneşînê bila jê bê xeber ba
Tenê ji bo pêkenînê bi şûmî , ken û xir ba
Kenê Guran bi we bînê ji we re ne oxir be
---------------------------------------------
ARAMÎ
Arama min tê
Hêrs û hebûna min tê
Bi daykên dû kelêz girtî
Li ber tifikan
Bi koziya nanê sêwîyan dipêje
Bi ciwanên li ser lendanan pûnijîn
Li gundên wêrankirî
Pînê li ser çokê min
Çaroxa di lingê min de
Qemûşkên li binê çeltê min
Yên ji parsa dergehê xan û eywanan hatî hev
Çingal û kuling ji min kuhbûne
kulab û mîxê zindanan bizdane
Di cendekê min de hew diçin xwar
Ji min têr bûne
Efendim ,Seyidî
Bûne Fatîhe li ser zimanê min
Merşa cenga Sînator û kompiradoran
Saz û awazên min in
Berevajîye zimanê min
Neşaze awaza nû
Cejna mine SE-ID ABAD û Hilfa BEXDAD !
Sersala min e dagirkirina welatê min !
Nîşan û xelata min e
Mîdaliya EFLEQ û ATATURK !
Agirê xilasî û demsala min e
Olompiyadê Hanûver û Biroksilê
Gelo ma ez im bi vê sebr û aramê ?
Na, na , na
Bi qewite ev jiyan
Qet ti carî ez ne ev im
Xwedî dîrok û qad im
Rewan û zanist û irc im
Gel im , milet im ,netew im, Mîdî me
Mem im, zîn im, cizerî û xanî me
Goran im, Se-îd û Qazî me
Bedirxan û Riza, Efendî me
Îhsan im , Barzanî me
Birca belek im
Xana dim dim im
Mezlûmê hemdemî me
Agirê Bêrîvan û Ronahî me
Wêrisê şehîda me
Şagirtê Apo me
Ev im ez , ev im ez , ev im ez û hêjî mame
Belê
Çi bi destê we hatiye
We bi serê min ne anî ye
Qisûr nayê qet li ser we
Çimkî mirovê çi gazinda ji kurê Qebhet gerandiya bike
Faşîst lome qet jê nabe
Enceq arama min tê
Bi nav û nîşanê min
Bi cejn û sersala min
Bi jar û belengaziya miletê min
Bi artêş û rêberê min
Çimkî kurdistan dikevê destê min
( TEVNA ÇAND Û HUNER – DÊRIK )
|