Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

Bo Mîdyaya Kurdî ya Înternêtî

Ragîhandinek Ji Şahînê Bekirê Soreklî


Min soz dabû xwendevanên meraqê li xwendina berhemên wêjeyî dikin ku romana min VEGER ê di bihara bakurî ya sal 2006 de bihêt weşandin lê mixabin weha nebû. Ji ber vî sozê nehatî bicîhkirin ez bexşandinê ji we hêvî dikim.

Ji roja ku min tê de dest bi nivîsandina berhemên bi kurdî kir ve, çi caran qezenca diravî ji bo min ne amanc bûye, ne jî dê bibe amanc. Min bi kurdî nivîsand ji ber ku zimanê min yê zikmakî bû û ji ber ku min ji wî zimanê bindest hej dikir. Ger ne bi saya teknolojiya nûjen, înternêtê û malperine kurdî bûya, heye ku min dest ji nivîsandina bi kurdî berdabûya lê înternêtê em ji jana ku me ji ber dijwarbûna derfetên weşandina berheman hest dikir azad kirin. Bi encamê çi berhemên min yên nû, ji bilî kurteçîrokan, di van demên dawîn de bi pirtûk nehatin weşandin, ne jî min dest bi projeyên nivîsandina berhemên dirêj kir. Lê va çend sal in her ku ji dest dihat min dema xwe ya vala dida berhemeke li ber dilê min gellekî bi nerx. Min nivîsandina wê di mehên dawîn yên sal 2005 de bi seri kir û navê VEGER lê kir. Nuha ku ew, wekî min çaverê dikir, nehat weşandin, bêguman min dikaribû ew li Australya yan li şûneke din bi pereyên xwe çap bikira, yan bi rêya dostan li başûrê Kurdistanê, lê min biryar girt ku weha nekim, çimkî meraqê li wê yekê nakim ku bi vî temenê xwe li ber xelkê bigerim yan bizava firotina pirtûkan bikim, ne jî dixwazim bo xatirê ku bihêt gotin “berhemeke Şahînê Bekirê Soreklî derket” VEGERê bidim çapkirin.

Ji ber rewşa kambax ya xwedîderneketina Kurmancan li zimanê xwe û li berhemên wêjeyî, gellek caran meraqekê xwe di dilê min de kelandiye ku berhema VEGER bişewitînim, ku wê ji nav bernameyên kompiyûtera xwe derînim û biavêjim sepeta gemarê lê min ji bo xatirê ewên ku meraqê li xwendina berhemên min dikin û ewên ku carine bi emailan dipirsin ka kengê berhema nû dê bihêt weşandin, wisa nekir. VEGER ê beş bi beş di malpera MEHNAME de bihêt weşandin. Yê xwendina wê bixwaze dikare beş 1-2 di hejmara vê mehê ya MEHNAMEyê de bibîne:
www.freewebs.com/mehname   

Ji bo nuha, xwendevanên ku dixwazin VEGERê bi nivîs bi dest xin dikarin beşên wê yek bi yek ji Malpera MEHNAME kopî bikin, li cem xwe çap bikin û hemî beşan di nav doseyekê de bi cîh bikin.

Careke din bexşandinê ji xwendevanên hêja hêvî dikim ji ber ku VEGER di nav pirtûkekê de derneket.


Şahînê Bekirê Soreklî
8/08/2006


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE