| |
Şam û derdorên wê…
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com
Rejîma Beşar El- Essed di hemleyek berfireh de
bi dehan nivîskar û rewşenbîr girtin û bi sûcê "piştgirtiya
hêzên derve û antipropagendeya li dijî rejîmê",
avêtin zindanan.
Hemleya mijara gotinê, piştî imzakirina van
kesan li ser daxuyaniya (Beyrût-Şam) ya ku bi
banga "serastkirina têkilyên Sûrî û Lubnanê û ji
nûvekêşana sînorê di navbera herdu welatan de",
hat belav kirin, pêk hat. Ev hemle heya niha bi
binçavkirina bi dehan kesên muxalif encam daye.
Niha jî ev kesên girtî, di girtîgeha Edrayê de,
li gel bi sedan girtiyên kurd ketine greva
birçîbûnê, da ku nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Rejîma Şamê, her ku diçe destê xwe li derdora
stûkura gelê Sûriyê dişidîne. Tevî rewşa girtin
û binçavkirinê ya bi awayekî sîstematîk pêş ve
diçe, rewşa xizaniyê jî pir xerab bûye. Ji bilî
efser û kesên derdorî Essed û malbata wî 70% ji
gelê Sûriyê di bin xeta xizaniyê de dijîn. Hêzên
Ewlekariyê jî her roj kesên bê sûc digirin bin
çavan û wan bi tewanbariyên cur bi cur davêjin
zindanê.
Berî çend rojan Medya Sûrî ragihand, ku wan li
navenda Şamê 5 terorîstên islamî kuştine. Li
gorî dewleta Sûriyê ev kes ji bo "bombekirina
çend dezgeh û saziyên dewletê hatibûn
wezîfedarkirin". Ji xwe rejîma Şamê, bi hezaran
terorîst ji bo şerê Hêzên Hevpeyman li Iraqê
perwerde kirin û ew hinartin heremên sunî yên
Iraqê. Loma bingeha hêz û rêxistinên terora
islamî niha li Sûrî xurt e û hema terorîst dikin
ji bin kontrola dewleta Sûriyê derkevin û berê
çekên xwe bidin singa rejîmê..
Ji aliyê din, 16 vê mehê, rapora Sirce Bramirtz
ya derbarê lêkolînkirina bûyera kuştina
serokwezîrê Lubnanê yê berê Refîq Herîrî de
eşkere dibe. Bramirtz rapora xwe li navenda
Konseya Ewlekariyê di civînek fermî de derdixe
pêşberî cîhanê. Gelek nûçe û şîrove hene, ku ev
rapor dê kesên payebilind di rejîma Şamê, di
serî de Essed bi xwe, bi kuştina Herîrî tewanbar
bike.
Cîgirê Serokê Sûriyê yê berê Abdulhalîm Xadam di
hevpeyvînekê bi rojnameyeke ereb de diyar kir,
ku rapor wê Essed wek kes bi derçûna biryara
kuştina Herîrî sûcdar bike. Xadamê ku niha
serkêşiya muxalefeta sunî dike( li gel tevgera
Ixwan El Muslimîn) haziriya sazkirina hikûmetêkê
li derve dike. Ji wê hindê hewl dide ku piraniya
hêzên muxalif ên Sûriyê, çi ereb an jî çi kurd,
li derdora xwe bicivîne.
Rejîma Sûriyê tevlihev bûye. Ew di hundur de
dest bi hemleya girtina rewşenbîr, nivîskar û
hemû kesên muxalif dike, li derve jî têkiliyên
xwe bi rejîma terora navnetewî ya Meleyên
Tehranê re xurt dike.
Herwiha rêxistina Hizbulahê ya şîiyên Lubnanê jî
destek dike. Loma her roj xelek li derdora
stûkura wê teng dibe. Tekiliyên bi welatên ereb
di serî de Misir û Saûdî Arabistan jî her ku
diçe xerab dibin. Ji ber vê yekê gelek çavdêr
dibêjin, ev rewşa rejîma Şamê, rewşa rejîma
Sadam ya li ber ketinê, beriya çend salan, tîne
ber çavên mirov…
* Ev nivîs di rojnameya
Özgurpolitikayê de hatiye belav kirin.
|
|