rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Şevên têr balinde
Tengezarê Marînî


kendalê bilind,
mirin,
li ser delavê deryayê xemgîn.
Li devereke,
carcaran bêxwedî,
xêzên bayekî şîn,
stiran,
giya
carcarn, hêdî hêdî,
çipikên xwînê,
li axê mukurhatin.

Êdî em fêrî mirinê dibin.
li ber çavê we.., toz
Berî nîvê şevê,
Dem,
giyan
ji şevê, rev
têkilîdarê awirvedanê, xwelî,
Giriyê keça nîvê şevê
Dergehê xewê girtiye.

Duh heyveke sipî bûyî berbi xewê ve.
Tilî zuxuran ji pêlavên mirî vala dikin,
Di himbêza vî bajarî de,
mirin berbi ba bû,
di himbêza te de,
xerîbî xopan bû
di himbêza te de,
sirûd rawestiya bû
û dem di gel xemgîniyê belav bû.

Bi kû ve?
mista destekî şîn.
Hîn ji bêrîkirina me re çend sirûd mabûn.
Çend masî di nav çem û seqlanan de mabûn?
Sîtav,
destpêka vê salê,
çîroka gundiyekî demsal kesk.
Bi van xewnan erd hejya.
Bi kû ve?

Xak sivik dibe.
Ewrekî reş,
Ji dûr ve,
mûzîk çû,
bi zimanekî din,
deng girtî
biyan,
mîna sêwiyekî welatê xwe di himbêza xwe de bir,
li goristanekê digeriya
bo tu bizanî,
sêveke reş e,
bêxatir tu çûyî

Li jêr ezmên,
reng,
guhertin,
dar û darbest
şev û kolaneke reş.
balindeyên li derve reş,
bilindeyên li derve birîndar
birînên me demên xerab..
gula li ser axa te.
Li pişt dergeh,
rondik.
Mîna hemî miriyan,
tîpên dawî ji navê min reviyan,
Te zemîn berda
Her û her lehî ye
Her û her em fêrî mirinê dibin.
Mirov jî
Dibêje axx”
Kî bang dike
….mirin!
Gul xemgîn e
Bêdengiya te xemgîn.
Bêdeng, qutifî,
nav,
li koçbergehê
Payîzkirina çavên me ne li pey te.

Şopa liva te
Balinde hildigire
“ Gor ya bê ye
Ev çi ye?
Mirin û razan
Bê taybetmend in.



Li serê tiblan,
şev weha dixwaze
Hêsir çendî azad e,
ji mirinê bo goristanê..!?
Di xewa keçeke biçûk de,
dilekî me heye
Peyv hev dixwin.
xêzaneke mişt şîn,
mişt bihî.
mişt silav
mişt valahî..

Li wir im,
berf ,
dever,
şîn encama sirûdê ye,
ronî
nîgarkêşiya bêganetiyê,
efsane dergûş
Çav reştoz
Ba guhdar,
îro kesek navê te naîne.

Ba rawestiya,
hêz,
te xişt lêda,
li qeraxên şevê werar.

Tu,
Şev,
goristan,
mezin e dil,
rengîn,
berf
dev li ken
di pişta hevokê de,
dem sil.
helbesteke nepenî.






 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE