rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Çûn...!
şengül oğur


çûn û dê venegerin jî careke din
li pişt demderyayan man ew bihar
li pêş me daristana tunehiya aram

mirineke tirsonek me lava dike
ji xwedayên xwe bi girî
ew kolan li benda hiskirina dengê gavên me
û newal bêrîkirina dubarebûna deng û awazên me, dike
ew şev daxwaza şerxweşiya me a ji xeman dike bi serxweşî
ew heyv di awêneya çav û xeyalên me de
daxwaza dîtina bedewîya xwe, dike
şînezimanê di şîna çûyina me de
doza lihêfa xewnên me, dike
di berbeyaniyan de

lêê....çûn em!
me bar kir ji hemêza te lê jiyanê
û dê cardin venegerin hemêza te em
me xwe sipart aramiya tunehiyê
tu bêrûmet
tu bêxislet








 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE