rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Gelo dem nehatiye!?
Mihemed Elî


Wek her roj bi eniya ji xwêdanê sipî bûbû, bi qirika ji tîbûnê miçiqîbû, bi lepên ji werîs û misasê qizre bûbûn... Ez ji gorepana xebata bêber vegeriyabûm, ez bi rojê re ketibûm pê‏baziyeke bêdawî, kevir û kuçik bûbûn rikberên min, hevjar, nîr û bergîrên min bûbûn dîlên bêvîn...

Ev bûne dîmenên tevgera min, ev bûye rêzefîlma jiyana min, bi berbangê re fîlmê min dest pê dikir, bi nîvroj re te bêhna xwe bi rêklamên min vedida, lê êdî bêhna te zû ji rawestandina min teng dibû. Bêdil ez carek din dadiketin ekrana paldêra te ya ku nema têr dibû! Herçend ez ne rengîn bûm jî, lê edî kêfa te ji min re dihat, jixwe te reng ji hev cuda nedikirin, jixwe te çêj hîs nedikirin...

Heke ne wisa bûya te dê rengê evîna min zanibûya, tu bûbûyî zarokê ku cîhanê ji xwe cuda nake, giriyê te ne tika bûn, tu bêhemd digiriyayî, lê heya tu di giriyê xwe de jî serwer bû... Te ez xistibûm zîndaneke bêderî û tu bûbû dergevaneke bêholman û nihad, te rêbazên zîndanan ‏ şikestibûn, zîndana te puxte bû, deriyên te puxte bûn, merbend û kilîtên te bêqam û heval bûn...

Vaye pênc sal bûne ez dîlê te me, lê te hêj ez nedarizandime, vaye pênc deryayên têvel û veder ji hêsirên min mi‏t bûne; lê dilê te hêj ziwa ye! Xwîna min Xelat, Hawar, Cûdî û Sîpan sorkirin, lê tu hêj guleke bêreng î! Hevalên min firiyan zozan û seyranên havînê, lê seqema zivistana te ya sar ez tevizandime, ‏ax û gupikên wan derbûn û ez hêj di payîza pelzer de girtî me!?

Lîstikvan mirin, sînema ‏ şewitîn, televizyon bûn gorepana se û hovan, lehengên ser sergoyan bûn serwerên qadên fiş‏ û vala... Gelo ev rêzefîlma jan û kovanên bêdawîn e! Gelo ev bihuş‏ta mebest e, lê dojeha çarenûsîn e? Porê min sipî bû, xwêdana min nema diherike, qirika min bû newala bêgiyan û goristana cangoriyên bêxwedî!?

Dem nehatiye tu min azad bikî, ma dilê te ji zînatê têr nebûye? çavên te ji awirên agirîn naêş‏in? Dilcamêr be Dilê, memikên zêrîn ji pêsîra xwe derxe, ez tî me, lêvên hinarî bêheval nehêle, tenêtiyê ez helandim, navika sorik veke, gora min a bêbext veke, ez dixwazim li ser sînga te bimirim...








 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE