rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Rûpelên biyaniyê
Azer Osî


Dibe ku hin,
rûpelên bêrîkirin, hezkirin û xatirxwestina te,
ji pirtûka dilê te dîn kirî bidizin.
Tê de paytexta evîn û evîndaran hilweşînin.
Zimanê eşqê li xweşmêrê demê bibirin.
Tayê girêdanê di demsalên ciwanî û şêrîniya te de,
sist bikin.
Pê min sergêj û winda bikin,
û di carên bilind de, yên mîna serbilindahiya te de,
kaş bikin….
Û di kesayetiya min de,
nermahiya bayê te,
mîna keviran,
riwên bê tîn,
ziwa bikin.
………
Va li vir!
Kêm ez xilmaş dibim.
Bi tenha çîroka xwe dibêjim.
Dûr û biyanî me û biyanîbûn…
min di tûrê xwe de,
diguvêşe û diparzîne.
Lê mij û serma
sînorên ji hev xistinê
nalînên tenahiyê
nabin nav bir
di navbera evîna min û te de.
……..
Ew li wir,
ji te hogirî min dibû
min mestî çavên te dikir
rêçên eşqê ber dest dikir
yek şev min bêyî cotên te nehişt
û bêyî baskan, te bi min re difirand
û li ser milan, kevokên min û te dilûsandin.
Ew jî li vir, bi vîn dibe
min fêrî jîneke nû
û rengê têwerdana şevên biyanî û tenahiyê dike.
………..
Dilê wê, li jîna heyî gefan dike
mîna deryan
mîna çolan
mîna deştên te nedîtî
her û her mezin dibe.
…….
Li ku heme
û li ku dibim
li dengê wê…li ser axa bendewar
ya sarî, tozgirtî
bi têlên saza te
û qebqeba kewên te guhdar dikim
û bi lêbarîna barana ji ewrên te hatî
berî ku vexum
belav dikim.
……….
Min xwe davêt, bextên bênav
gulên bêhnvedana te,
ku li pê te,
li dû reşê te!
çawa roj rokê dibîne
te bibînim.
Yan li pêş te,
çawa şev çirê dibîne
bi xwe tu jî, min bibînî.
………….
Ez dibêjim û derdên wê
li ser keskesorên derhatî,
lêvên sibehên nimêja eşqa te,
bi pênûsa diyariya,
xêz dikim.
Lê tû nabêjî,
pê jî zora min diçe.
………
Dizanim, tiştê ku heye,
xurt dibe.
Bi te ew qurm naheje.
Ji min tu bawer dikî
û ji evîna ku wî da
ya Xwedê da
û bi xwe jî
te pê min xwedî kir
û di nava hevîr de, min sitra,
bi şewatê rêzgar nabim.
Kincên wê, bêyî tu bidirû li min tên
û pêlên kesera wê,
min li ber xwe dibin
û bi alî te ve min dajon.
Ne mirin û ne dûrbûn
min û te ji hev qut dikin.
Lê ku mirim
dizanim, bê vexwendin tê jî bê
û tê termê qeşagirtî li ser baskên evîna ji me mayî bikî
û ber bi cihên bîranînên min û xwe de,
ku di wan de,
Erd, Ezman…
li yarîgehê yar dibûn
û em şagirtên wan dibûn
bibe.
Tê ji bîr nekî û berî ku tu laş radestî dera din bikî
Ta netirse,
veneciniqe
bera li ser…..şûna destên te hebe
û li ser lêvan xunava maçên te hebe.
Wê li wir,
ew giyan
çîroka mayî birêse.
Şevên evînê dirêj bike.
Wê min û te, dîsa nêzî hev bike
û li her der
Ji sêlava eşqê re nebêje na!!











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE