rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Ordekên Şehyane (1)
Werger ji erebî: Salih Bozan



Ji mêj ve, hîn ji demeke gelek dûr ve, li perava gola MAMADORO, yako niha navê MAZORO lêkirine, li bakurrojhilatî KIUOTO, cotek ordekî şehyane bi aştî dijiyan.
Di demsala havîna çeleng de, bê guman mê bidîta ordeka nêr xwe çedikir avê, bi herdu simbêlên xwe yên orancî, bi nikulê xwe yê sorîtarî û bi herdu baskên xwe yên kurîşkî yên bedew. Bano û zarokên wî yên perên reng xewlî li xwe kiribûn, heta nixuriyê wan ê ku kerasekî ciwanan bi ser xwe de berda bû, tevgera ordeka nêr bi çavên xwe dişopandin. Êvarê, piştî çêlikên wan têr dixwarin û diketin xew, xanedan bi jina xwe re digot: bi xêrê sibe li te hilê û nikulê xwe bi ser hinarika wê ya sipî re dixuşand. Di mala xwe de, di hundirî qelşa darekê de, malbata wan bi tevahî welatê xewnan vedidizî.
Sala din, bi despêka biharê re, xortekî Samorayî (2)hat wê deverê û holikeke xwe li perava golê lêkir. Jina wî bi ducanan bu û hêviya zarokê xwe yê yekem bû. Ew û jina xwe xizan bûn. Samorayî mecbûr mabû hemû tiştên bi karê wî gerek e bikire: Derpiyên fireh, mertala hêtan, zendikên hesinî û mertala çarkoşe. Jina wî jê re kumê(3) bin kumzirxê de amadekiribû û diya wî jî demeke dirêj çi gerek bû hilanî bû taku jê re herdu şûrên pêwîst bidebirîne, şûrê dirêj û yê kin. lê komzirx ê ku dijmin ditirsîne hîn pê gerek bû. Ew li hêviya xanedanekî bû ku bişîne pê wî, ji bo di xizmeta wî keve.
Bi şev jina wî ew hişyar kir û jê re got: ((lo mêrê min yê ser min de dilgerm, ez dizanim ku em xizan in û naxwazim te hîn di tengasiyê kim, lê va demeke dilê min xwarineke goşt dixwaze û ez ditirsim ku nexwim zirar bigihê tenduristiya kurê te)). Xortê Samorayî bersiva wê neda. Tîr û kevanê xwe rakir, bi şev derket û li ber perava gola avê ji bo nêçîrê pa. Wê çaxê Lêhatbûnek çêbû ku ordeka şehyane ya nêr ji xwe re derketibû gezmexa şevê. Bi hişiyarbûna biharê re, hêlûna wî hîn valabû û ji xwe re li karê havînê yê çetin, yê li pêş wî difikirî, gava jê werê xwestin malbata xwe bi tevahî bi xwarin bike.
Samorayî herdu baskên wî yên kurîşkî yên di bin tava hîvê de diçûrisîn dîtin. Tîra xwe avêtê û ew kuşt, kire tûrekî û vegeriya mal. li hember holika xwe ordek bi çoyê xwe de darda kir û çû kete nivîna xwe û raket. Carekê dengekî nenas ew hişiyar kir, weke tep..tepeke paskan. Ew mijûl bû û bi xwe re got(( ordeka birîndar e, ji xwe re bi ço de hildiperike )). Kêra xwe rakir û derket derve. Ordeka bi nigên xwe bi çoda darda kirî mirî bû, lê mêya wê hatibû û bi ser de bi baskên xwe pirte pirt bû. Samorayî devê kêra xwe raberê kir û kêr hejand. Ordeka şehyane ya mê ji ciyê xwe neliviya. Samorayî arek vêxist ji bo herdu ordekan bibirêje, a mê û a nêr. Ordeka mê dîsa ji ciyê xwe neliviya û ser mêrê xwe de hîn kire pirte pirt, wê guh neda çarenûsa xwe û ser mêrê xwe yê mirî de digiriya. Hestekî nediyar bi ser Samorayî de hat, çû jina xwe hişiyar kir, ji bo vî wênyê evîna jin û mêran raberê bike.
Jina Samorayî giriya û got(( ez vî goştî naxwim!).
Çîrokên kevin dibêjin, ku Samorayî wê çaxê guliyên xwe yên dirêj yên li paş serê wî, nîşana cengewar, qut kir û bû rahibek. Jiyaneke pak jiyanbû, hemû lawir parastin, heta kêzikên biçûk. Navê wî mezin bû. Herweha tiştên kevin dihatin gotin.

--------
1-Ordega şehyane: nîşana cegersoziya jin û mêr a bi hev re.
2-Samorayî: cengawerê japoniye di dema fidiyalîzmê de "ji sedsala yazdan ta sedsala nozdan".
3-Ev kuma ji cêw çêdikin, samorayî dide serî xwe û kumzirx dike ser ji bo ciyê xwe bigre. Ev kumzirxa nîşana serhişkiya Samoraye di cengê de.
* *


 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE