rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:37

 

 

Daxuyanî bo mangirtinê pêş baylozxaneya Tirkiyê li Şamê bo piştgiriya gelê me yê kurd li bakurê Kurdistanê


Bo gelê me yê Kurd li Sûriyê
Bo hemî xwendekarên Kurd û Ereb yên Sûriyê
Bo hemî kesên xwedan rûmet li Sûriyê û cîhanê

Ji neh rojan û vir de bajarên bakurê Kurdistanê di serhildanekê de dijîn. Serhildana Amedê rû da dema kurdan darbestên 6 gerîlayan li Amedê li ser piyan birin koça wan ya dawî li goristana bajêr. Her 6 gerîla bi çekên kîmawî ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn kuştin.
Ev çalakî û xwepêşandan li seranserê bajarên bakurê Kurdistanê pêkhatin mîna Amed, Şirnex, Qoser, Batman, Mêrsîn, Nisêbîn , ta bi Istenbûl û hinek bajarên din yên Tirkiyê yên kurd li wan dijîn.

Ev şêweya hovîtî ji dan û standinê bi kurdan re, binpîkirineke mezin e ji hemû peymanên mafên mirovan re, serbazê Tirk û bi rêdanekê ji serok wezîrê xwe, berê guleyên xwe dane sînga zarok, jin û ixityarên kurd ji yên ku di çalakiyên protestokirinê pişkdar bûn.

Bêdengiya cîhanî derbarê van komkujiyan tiştekî pirr metirsî têde heye, ew dibe mîna hêsanîwergirtina kuştina mirovê kurd.
Die serencama van çalakiyan û xwepêşandanan de bêtirî 10 kesan hatin kuştin, bi sedan girtî û birîndar bûn. Birîndar ji tirsa ku bêne girtin, nikarîbûn herin cihên dermankirinê.

Ji ber van sedeman, em bangî wijdanê cîhanî dikin, hemî rêxistinên mafên mirovan, rêxistina Lêborînê ya Navnetewî (amnesty), Yekîtiya Ewrûpayê, Konseya Ewlekariya Navnetewî û Neteweyên Yekbûyî da ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin bo rawestandina binpêkirina mirovê kurd. Tirkiyê ya ku bûye pêşdetirîn dewlet di binpêkirina mafê mirovê kurd de.
Em bo protestokirina siyaseta Tirkiyê ya çewisandin û terorkirinê li hemberî gelê kurd mangiritinekê li pêş avahiya baylozxaneya Tirkiyê li Şamê pêk tînin.

CIH Û DEM: Roja duşemê, 10-4-2006
katjimêr 10 sibehê

Xwendekarên kurd li zanîngeha Şamê




 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE