rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Xwendekarên kurd li zanîngeha Helebê hunermendê nemir Mihemed Şêxo bibîr anîn

  Doh, sêşem 07.03.06 xwendekarên kurd ên beşê aborîzaniyê li zanîngeha Helebê ahengek bo 17emîn salvegera koçkirina hunermendê nemir Mihemed Şêxo lidar xistin. Di ahnengê hejmarek mezin ji xwendekarên kurd ên zanîngeha Helebê beşdar bûn .
Her di vê ahengê de xwendekaran cejna jinan a cîhanî pîroz kir. Bi vê helkeftinê xwendekarên xort sorgul dane dest xwendekarên keç û cejna wan pîroz kirin.

Ev çalakiya ku bi guhdarîkirina li muzîk û axaftina derbarê wêje û çanda kurdî derbas bû, yek ji çalakiyên xwendekarên beşê aborîzaniyê bû.

Di dawiya ahengê de diyarî bo xwendekarên ku xwendina xwe qedandine û ên li ber qedandinê ne, hatin pêşkêskirin.

Li vir em çend wêneyên ahengê diweşînin:
 
 
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE