rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Gelo tevgera kurdî amade ye ji bo pirojeya guhertinê?

 




Lewend Hisên

Li gor nûçe û bûyerên li herêma Rojhilata Navîn dibin, wek nakokiyekê di navbera du layena de heye: yek- dixwaze bi mehna ku ev ramnên han, ne li gor civat û çanda herêma me ne li dij guhertinên demuqrasî û başkirina rewşa mafê mirovan raweste, yê din- dibîne ku ev demek dirêj e ku hin kes û rêjêmên diktator, ev millet pelixandine û bi awakî polîsî jiyana mirovan tarî kirine û derfetê nadin ku her kes nerîna xwe bi azadî û serbestî diyar ke.
Di vî alî de, hin nerînên cuda hene, beşek dibêje gereke guhertin bi awakî aştiyane bête kirin, lê beşê bêtir, hemî rêyan rewa û dirust dibîne, heya ku di rêya hêzên navnetewî be jî, ji ber ku tu hêviyên wan bi van rêjêman nema ne, çimkî ev rêjêm, timî dixwazin bimînin û hemî xêr û bêra welatan di dest wan de be û bi kiryarên xwe aşkere dikin, ku ew rewşa gel çareser nakin.

Bê guman Sûriyê yek ji wan rêjêmên zorker e, yên ku sitem û zorê li gelê xwe bi hemî cure û celebên xwe î netewî û civakî dike, digel ku paye û rêxistinên tîrorê li welatên derdora xwe, dilivîne ji bo demuqrasî li wan welatan bi ser nekeve û heya radeyek bilind tiliyên xwe î parastinî li wan dewlatan kûr dike û bi taybetî li Îraqê û Libnanê.

Helbet ev kiryarên ku rêjêma Ba’sî li van welatan dike, ji civata navnetewî re diyr in, çimkî gelek belge û dokument li rex hêzên hevpeymanan û desthilatdariya Îraqî hene. Pêre jî di şehîdbûna serek wezîrê Libnanê yê berê Refîq Elherîrî, di serencama karê komîteya vepirsîna navnetewî, tilî ber bi rêjêma Sûriyê û hevbendên wê, ew desthelata Libnanê ya berê ve çûn.

Ji ber evan bûyer û rûdanan, encûmena neteweyên yekbûyî, biryar da ku leşkerê Sûriyê ji Libnanê vekişe, di gel biryarek din de, ku maf da komîta vepirsînê ya navnetewî ku hemî welatiyên Sûriyê ji karbidestin biçûk heya serekkomar vexwendî lêpirsînê bike.
Rêjêmê xwe neda ber hin biryarên navnetewî, lê di kêlîkên dawî de, ji biryara xwe vedikşe û piştî arîkariya hin dewletên ereb mîna Misir û Siûdiya Erebî erêkirina xwe li ser biryaran dide.
Diyar e ku rêjîm li gor nerîna hemî dezgeh û siyasetmedarên cîhanî ber bi dawiya xwe ve diçe, lê gelo em wek tevgera kurdî gihiştine vê baweriyê yan na, li gor xwendina min ji helwestên piraniya tevgera kurd re, ez bawernakim ku gihiştine evê baweriyê, çimkî serokatiya tevgerê mîna evan rêjîman e, baweriya wan bi guhertinê nayê û ew bi xwe jê ditirsin, çimkî kursiyên wan dihejin û ew fêrî rewşek wiha sar û bêkêr bûne û her yek ji wan ev bûye bêtir ji 30 salî rêberiya me dike. Ez tevan wek hev nabînim, lê mêranî ew e ku em xwe bi guherînin, berî ku em doza guhertinê ji rêjêmê bikin, rastiya me wê bi vê diyar bibe.
Em wek nifşê nuh, em wê xebata nifşê berê jibîrnakin, lê pêwist e ew bi awakî demuqrasî bibêjin, va me gemî gihand nêzîkî ber avê û em fêrî avjeniyê bûne û em nikarin avjeniyê li bejê bikin, fermo va rola wa hat û rêberiya gel bikin û em bi hêvî ne ku hûn bi serkevin.

Ev yek ji gavên giring e ku divê serokatiya tevgerê bike, digel ku pêwist e em xwe jî li gor rewşa nuh amade bikin û sûdeyê ji hemî hêzan bikin û hişê xwe bikin bin xizmeta gelê xwe de û li wan rîsipî û pisporan vegerin û wan bikin cihê rêzgirtinê.
Di baweriya min de ya sereke ew e ku em ji berjewendiya gelê xwe re bikin û hemî têkiliyên xwe li gor helwesta ewan hêzan ji bo doza gelê me be, em têkiliyan bi wan re girêdin. Diyar e ku ew jî wê li gor berjewendiya xwe bi me re bikin, lê gereke em amadebin li hemî civatên li ser rewşa Sûriyê çêdibin û bi taybetî li ser rewşa gelê me, pêwistiya wê amadebûne ew e ku çi biryar ji bo me bistînin, em akam û bandora xwe li wan biryaran bikin. Heger ez bibêjim ev bi helwestek şoven li me dinere û ê din dixwaze min dûr bike, ew ji mafê wa ye ku li gor siyaset û helwestên xwe kar bikin, lê hemberî wan, em karin hêzek ji wan mezintir bibînin û daxwazên gelê xwe bi cîbikin an na, dîsa baweriya xwe dubare dikim ku serokatiya tevgera me negihiştiye ku têkiliyên xwe bi hêzên navnetewî re girê bide û eger bimîne xwediya vê siyasetê wek pêşiyên me dibêjin: Em av û av çûn.









 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE