rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Hunermend Siyamend: Welat ez fêrî mûzîkê kirim
Ne partiyên kurdî û ne jî tu dezgeh hene ku xwe bidin ber hunermendan û piştgîriya wan bikin

 



Hevpeyvîn: Kerem Yusiv














Siyamend (24 salî) yek ji hunermendên kurd e, li hundirê welêt dijî, bêtirî 10 salan e ku tevî nexweşiya xwe (kwîtbûn) di warê mûzîkê de kar dike. Me xwest ku di rêya vê hevpeyvînê re ronahiyê bavêjin ser mûzîk û jiyana wî.


Di destpêkê de hevaltiya te û baxlemê çawa dest pê kir?


Temenê min 12 salî bû dema ku min ev alav nas kir. Hezkirina wê di hundirê min de peyda bû, carcaran di destpêkê de min saz dikir, lê hêdî hêdî min dît ku ev hevaltî xurt dibe, ta gihîşte radeya ku wê hemû wextê min dixwar..

Gelo di fêrbûna te ji mûzîkê re bandora tu kesî li ser te hebû -malbat an heval?

Belê hebû, xalê min Hejar û birayê min Cûrî bandoreke wan a balkêş hebû. Wan ez xweşik bi mûzîkê dame fêrkirin.

Te li sitranên kîjan hunermendan guhdar dikir û guhdar dikî?

Mihemed Emîn Cemîl, Bêtocan, û Mehmûd Tuncer, ev bûn ew hunermendên ku min li wan guhdar dikir û ji dengê wan hez dikir. Bi sitranên wan re xwedî bûm, kaniyên mûzîkê di hundirê min de peqandin û hiştin ku ez li tiştekî windayî di hundirê xwe de bigerim.

Sitrana te a yekemîn çawa ronî dît ?
Di sala 2000î de di serpêhatinek evînî re buhurîm. Keça hevala min hişt ku ez hezkirina xwe li ser têlên baxlemê bi stiranî wergerînim, wiha sitrana yekemîn rêya jidayikbûna xwe dît.

Ez dibêjim te bi hinek komên gelîrî ên kurdî re xebat dikir, xwezî tu hinekî li ser vê xalê biaxivî..

Min ji sala 1995an ta sala 1997an di koma Xelat de kar kir. Û ji sala 1998ê ta niha ez di koma Mîdya de kar dikim. Di Newroz û helkeftinan de digel stiranbêjiyê serkêşiya beşê mûzîkê dikim.

Ta nuha çend kasêtên te hatine tomarkirin?

Di sala 2001ê de min yekemîn kasêta xwe tomar kir. Min gelek zehmetî ji hêla aborî ve kişand ta kasêt hate tomarkirin. Jiber ez nikarim kar bikim û rewşa aborî a malbata min xirab e, ji sala 2000î de kasêta min a yekemîn amade bû, lê min nikarîbû tomar bikim. Dîsan jî kasêta min a duyemîn ji sala 2002an de amede ye lê hê rêya xwe bo tomarkirinê ne dîtiye. Dîsan astengiyên aborî li ber tomarkirina wê disekinin.

Kîjan sitran bala tilî û canê te dikşîne a evînî yan a netewî?

Ji dema ko kesê kurd tê ser rûyê vê zemînê hezkirina welat di hundirê wî de peyda dibe, lewra eger min navê welat eşkere kir an nekir, sitran li ser welat e, keça ku min dikuje û bo wê distirênim û dijîm ew welat e.

Nuha, nerîna te li ser sitrana kurdî çiye?

Ez ê bersiva xwe bikim du bersiv, bersiva yekemîn li ser sitrana kurdî a li dervî welêt: Têkiliya di navbera huner, mûzîk û jiyana li Ewrupa dihêle ku sitrana kurdî li dervî welêt pêşkeve û ev li gel peydabûna alavên mûzîkî û sazvanên wê û tomarkirina wê a bilind û cîhanî. Bersiva duyemîn sitrana kurdî a hundirê welêt: Ew jî pêş dikeve, lê mixabin derfet tune ye ku hunermendên kurd li gora daxwaza xwe sitranên xwe tomar bikin û ew jî dîsan ji ber astengiyên aborî.
Ne partiyên kurdî û ne jî tu dezgeh hene ku xwe bidin ber wan û piştgîriya wan a mewdanî bikin, lewra hunermend tev li gel karê xwe ê hunerî karekî din ê giran bo mesrefa jiyana xwe dikin û wilo dûrî hunerê dikevin. Di nerîna min de ev bûye astengiyek xirab û eger çare jêre neyê dîtin dê bandoreke wê a gelekî xirab hebe.

Sitranên kurdî ên gelêrî ji rexê Tirk, Ereb, û Farsan ve têne dizîn, tu çi dikarî li ser vê mijarê bêjî?

Ev dizî bi xurtî çêbû, lê nuha kêm bûye. Sedemên vê diziyê nebûna dezgehên kurdî bû, ku karibin li sitranên xwe ên gelêrî xwedî derkevin. Lê sitranên şer, lawik, û heyranok tu milet nikarîbû wan bidize, çimkî xwîna wan xwîneke kurdî ye û peyva kurdî bi tenê kilîtên wan vedike. Nuha gaveke başe tê avêtin dema hunermendên kurd van sitranan ji nû ve distirênin û di hundirê kasêtên xwe de tomar dikin.

Gotinike dawî di vê hevpeyvînê de?

Ez hêvîdar im ku rojên tên xweştir bin û karibim bi hêsanî dengê xwe, rengê xwe û stiranên xwe bigihênim guhdaran.


Qamişlo, dawiya meha 1ê, 2006.










 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE