rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 



ÊXSîR

rojava.net 09.01.2006

 




SOBAR ARÎ



Êxsîr bi wan çava tu wî
Girtî bi wan rava tu wî
Perkende nêv dava tu wî
                    Şaha siwara her ez im

Riştî bi xwîna sor tu wî
bê çar û yê rencor tu wî
yê hundurê Sînor tu wî
                    Banga hewara her ez im

Qerqef di şûşa zer tu wî
Ava çema xweştir tu wî
Çîçek ji şitla ter tu wî
                    Mêşa kiwara her ez im

Heyva li ezmanî tu wî
Nexşa bi dest Manî tu wî
Şahî Sulêmanî tu wî
                    Pelqîz xewara her ez im

Karwan di çin rêber tu wî
Cergê Bi xwîn keyber tu wî
Fîxan û yê dîlber tu wî
                    Mirya şiwara her ez im

Exterme nêv kaxa tu wî
Extirme nêv taxa tu wî
Laşê Li ber daxa tu wî
                    Luqman li wara her ez im

Bê şens, Memê Bendî tu wî
Jana Siyamendî tu wî
Ferhad li ser tundî tu wî
                    Şêrîn buwara her ez im

Hovê Li nav çola tu wî
Şahê Li nav kola tu wî
Sobar ! wekî bola tu wî
                    Nêv bendewara her ez im
 

 

                                                 (Tevna Çand û Huner - Dêrik)



 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE