rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 

 


 

 

rojava.net 08.01.2006

 




Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com



Zemîn


Çiqasî tu dilovan î
qeşengiya me
ji bêhna axa te ye
Çiqasî tu mehderî
em,
mêjokê pêsîrên te ne
Erê zemîn
wiha
em pê li rûmeta te dikin
tu jî,
binê lingên me
maçdikî...!!



Stirana hestiyan


"Li xunava sibehan, li tîrêja sipîdê ku bi şeveqê re ji nava terkên çiyan derdihat, ji xuşka HACIR re"



Bi rê ketim
li ser bêhna stiranekê
dûr çûm ...
alî berpala çiya
Çi stiraneke xemgîn e
dilê mirov dişewitîne.


Xwîn ji xwînê re distirê
xaçerêk diponijin
dîwarên şikeftan digirîn
bi hev re di-axivin
dikin doza hevalciyan
Kevir û lat
gul û giya
vê stiranê dilorînin
hêsrê hewran dimeyînin.
Min rêya xwe berneda
- xwîn û berf
têr nakin
têhna qelşên pêyên min -
Likumîm,
li civana hestiyan
şewitîbûn..
qijilîbûn...
di nêv ar û qeşayê de.
(Hoy hevalo
tu li çi digerî,
Tu rêwi yî, yan şoreşger î) ?!
Kelogirî vê pirsê dilorînin
hestê rêwiyan direvînin.
Dengê stiranekê dikim
dengê ahînek kûr dikim
mey, xwîn û berf e
evîn, damarê hêviyan
Sirûd, sirûdê ditepîne
binermî dengvedide
stirana azadiyê ye
ji nêv qelşê
zinar û teĥtan,
ji nêv gêdûk û geliyan
dipijile..
û didûmîne
li ser lêvê
şilêr û nêrgiz û giya,
Dertê
ji hinavê şikeftan
ji gurçikên kevir û hîm û rêya,
Dertê
ji kezeba rokê,
ji rewanê çiya
Çi stiraneke xemgîn e
dilê mirov dişewitîne.




Bilûra sibehê


Stirî me...
Derzî me....
di gewriya we de
şax didim.


Ez im bobelat
xopanê gund û bajaran
xopanê solên sermedî..
di hinavê we de
bax didim.


Ez im xwedanekî nû hatî
Ez im birûska berbangê
Ji bo sibehek naz..
baz didim.

Ez im kolanrêj
Ez im boyaxçî
we ji ser pêlava xwedê
paqij dikim
tozê ji ser rûkê demê
vedimalim
demsalan diparêzim
buharê
serfiraz dikim.


Ez im roj
Ez im berbang
Ez im bilûra sibehê
bi her rengî
saz didim.




 



 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE