rojava@rojava.net

 
 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin

 



HESTÊN SAR

rojava.net 08.01.2006

 



Jîr DILOVAN

Kûr û kêl lê dixe kela dil
Kaf û kinc dike xewnên xewa bê xem
Qeşa digirin dilînên dilê dilodîn
Li ber bayê bejn û bala te

Çikiyan çemên çavên min
Ji fûrîna firmêskên ewrên ferikî
Lê ewrên ewrengin di wan awiran de
Berfê dibarînin ji bîbikên çavên te

Çima çileyê çil e ew çakbûn
Ku dîl digire derûna dil
Hestên har û hêr nuhandin li min
Sir û serma sar û seqema hestên te


 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE