|
Komîta şopandin û sazînkirinê civata xwe a normal li darxist, bi
gengeşeya rewşên sêyasî li Sûrî û herêmê û cîhanê, nemaze piştî
hevpeyvîna cîgirê serokê Sûriyê yê berê, Abid alhelîm Xedam û
vedenga wê li ser doseya Libnanî di parçê girêdana bi rijîma Sûriyê
di aşkere kirina kûştarên serokşalyarê libnanî yê berê Refîq
alherîrî û xebata komîta vepirsîna cîhanî di wê mijarê de.
Di keftlifta rijîma Sûriyê bo bêgunehiya xwe diyar bike, Xedam
bombeyek giran di riwê rijîmê de teqand, gava nameyên sêyasî di hemû
layan ve şand, çi ji civata Sûriyê û çi ji leystikvanên sêyasî
cîhanî re, naveroka her nameyekê armanceke sêyasî bû.
Helbet Xedam yek ji avakerên rijîma xweser e û yek ji bîrewerên wê
ye, çi çavpîsiya mewdanî û çi ya sêyasî û civakî, lewma em dibêjin
ku Xedam yek ji stûnê xweseriyê bû û tev giringiya helwest û gotinên
wî dimîne sembolek ji sembolên zordariyê û helwesta wî ji lêgera
roleke nûjen dertê.
Em di şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê xedam weke zordarekî dibînin
û wergera wî li ser rijîmê vajiyeke ji astengên Beesiyan e û
herifandina siyaseta wan di hemû waran de, nemaze di dijwariya
dosiya çareserkirina dosiya Libnanê û ya hûndirê Sûriyê ku pêvajoya
xweseriyê kir zeviyeke ji malbatan û derdora wan re.
Danasîna Xedam bi gunehan an xwesteka diyarkirina bêsûciya xwe,
gaveke di layê rast deye û beramberiya wê bi qerebalixê mijareke
çewt e û girêdana wê bi hemwelatiyê nedurist e, ji ber hemwelatî ne
bi hewceyî propaganda ye, çimkî hemwelatî kesayetiya mirovan e û bi
hebûna binkokiya wê ew kesayetî temam dibe, ji xwe ne bingeh û ne
binkok rijîma xweser di Sûriyê de nehiştiye.
Heke Xedam çavpîsek mewdanî bû an xiniz û awan bû, tev tewan in ne
nû ne, helbet ji zû ve kom dibûn û pirsa xwe tine hole, heke
dengbêjên perleman rast in di helwestên xwe de, (tev ku gotinên wan
li ser diziya xedam rast in ) çima bêdeng bûn heta nûha!.
Ji layekî din ve tobedariya Xedam temam nabe, gava xwe ji proje û
siyasetên nijadperestî yên li ser gelê kurd pêkanîn diyar û bêguneh
neke.
Lê tiştê balkêş ew e, bêdengiya hevrikên demoqrat yên heta roja îroj
bê deng û helwest mane, weke ku Xedam ne cîgirê serok bû, an jî ne
yek ji bingehên siyaseta fermî bû, mixabin ev bêdengî vajiyeke ji
qelsbûn û çanda tirsê ye a ku ev hêz xwe beramberî rêjîmê nabîne û
nikare helwestekê li ser vê bûyera dîrokî bide, tev ku em bawer in
dem xwestekek gelêrî tîne ziman û tevgerek netewî pêwîst dike, lewma
jî ji hêzên welatparêz û demoqrat tê xwestin cudabûneke di nerîna
sêyasî û rastkirinek ji hebûn û helwestên xwe bo ku karibe bi erka
xwe ya netewî rabe û bi çareke demoqrat Sûriyê weke welat ji
herifandinaê xelasbike.
Wisa jî civat li ser hevpeyvîna serok Beşar ji ezgeha Skay news re
sekinî û diyar dike ku pirsgirêka kurdî li Sûriyê ne pirseke teknîkî
ye, lê belê pirseke siyasî ye bi hebûna gelê kurd li ser xaka xwe a
dîrokî ve girêdaye û ew parçeyeke ji pirseke kurdistanî ji mafê gelê
wê ye ku çarenûsa xwe li gor berjewendiyên miletê xwe pêkbîne.
Helbet di nav bûyerên guhêzok de, pêwîsetiya pir giring heye ku
helwesteke kurdî hevpar hebe, tê de nerîneke kurdwerî diyar bibe ji
hemû astengiyên ku xwe li Sûriyê dipêçin û rengê dîtina kurdan ji
çareserkirinê re çi ye, ji ber vê pêwîstiyê civatê bawernameyek
netewî vekirî ji gengeşê re çesipand û ji guhertinên re hişt, lê
weke bernameyeke kurdî daxiste meydana siyasî ya Sûrî.
Di beşê xebata şepêlê ya taybet de biryar hate dan ku Heybet bavê
helbçe û Zeher aldîn Remo û Cûmaa dawod û Xweşnav Mihemed, bibin
nûnerê wê li ewropa bi hemû amûrên nûneriyê.
6-1-2006
Şepêla Pêşeroj a kurdî li Sûriyê
|