|
|
|
Nivîskarê hêja!
nameyeke taybetî ji kovara Urkêş bo te |
| |
|
|
| |
urkesh@rojava.net
Nivîskarê Hêja!
Di dema ko malperên bi zimanê kurdî di nav tora internetê de weke
kulîlkên buharê li her alî geş dibin, di heman demê de, mixabin, bi
taybetî li derveyî welêt kovarên kurdî yên weke Ronahî, Çiya, Armanc,
Dugir, Nûdem û yên din, yek li pey ya din çilmisî û rawesta.
Di vê guhertina ko berhem ji ser kaxezê winda dibin û bi forma
dîgîtal dikevine ser sêlik, dîskêt CD, DVD û nav tora internetê de,
pirseke pir giring tê ji bîr kirin. Ji bilî çêj û taybetmendiya
xwendina pirtûk, kovar û rojnameyan, ew jî pirsa veman û
temendirêjiya nivîsên di forma dîgîtal de ye, bi taybetî pirsa
vemana berhemên di tora internetê de ye. Eger em temendirêjiya
berheman a herdû forman bidine bara hev, em dê bibînin ko
nivîsandina li ser kaxezê sedên salan dirêj dike, lê temenê berhemên
di tora internetê de weke belbelîskan zû ji ber çavên me winda dibin.
Yek ji armancên sereke yên Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li
Derve ew e, ko ’Kar ji bo parastina çand û wêjeya kurdî’ bike. Bo
pêkanîna beşekî ji vê armancê û ji bo geşkirina sala 2006ê ko sala
zimanê kurdî ye, HRKRD projeya weşandina kovareke çandî, wêjeyî bi
navê URKÊŞ amade kiriye.
Em giringiyeke pir mezin didine vê projeya li ber me û ji ber
giringiya wê ez we nivîskarên xwedî behre vedixwênim, da hûn bi
berhemên xwe bibin beşdar û hevkarên taximê nivîskarên kovara URKÊŞ.
Bi hêviya dîtina berhemên we yên bi nirx di Urkêşê de
Gelek silavan dikim!
Berpirsê desteya nivîskarên Urkêşê
Zagrosê Hajo
Gävle 07.01.2006
urkesh@rojava.net
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
 |
|
Adara 2006 an bi
weşana Kovara Urkêş dixemile |
Hejmara
yekem ji Kovara Urkêş ku kovareke rewşenbîrî giştî ye, xwerû kurdî
ye dê di destpêka adara 2006 an de derkeve.
Desteya birêvebir a kovarê:
1 .Xwediyê kovarê: Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li
Derve HRKR
2. Sernûserê kovarê: Zagrosê Haco
3. Desteya birêvebir: Ehmed Huseynî, Selîm Bicuk, Jan Dost,
Ebdilbaqî Huseynî, Helîm Yûsif, Nezîr Palo, Royarê Amedî.
4. Berpirsên hunerî: Reşîd Hiso û Rehîmo
5. Mercên weşanê:
- Babetên tên weşandin bi taybetî ji bo kovarê ne û gereke di cihekî
din de nehatibin weşandin.
- Birêvebiriya kovarê, di balavkirin yan nebelavkirina babetan de
azad e bê ku sedemên nebelavkirinê diyar bike.
- Lêkolînên bê jêder û çavkanî nayên belavkirin.
- Bi babetên wergerandî re, navê babetê yê orjînal, cih û sala
weşanê gerek in.
- Babetên ku tên ji kovarê re li xwediyê xwe venagerin.
- Divê babet bi computer bên nivîsandin.
- Desteya birêvebir nivîsan li gora rêziman û rastnivîsa kovarê
serrast dike.
 |
|
|